Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
- rojane
- 18:14 27/12/2023
Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dan û got ku armanca êrişan kurd in.
Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dan û got ku armanca êrişan kurd in.
Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Amed, Stanbol, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin domiyan. Çalakvanan gotin ku li dijî tecrîdê roj roja têkoşîn û serhildanê ye.
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li Îzmîrê Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Kesên tev li çalakiyê bûn gotin ku Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aştiya cîhanê têdikoş e.
Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel diyar kir ku ji bo vekirina rêya çareseriyê ya ji Îmraliyê re derbas dibe, dest bi greva birçîbûnê dike.
Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê diyar kir ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de esas bên girtin û banga “bikevin nava liv û tevgerê” li rêxistinên neteweyî û navneteweyî kir.
Dayik û kesên tev li Nobeta Edaletê bûn, bi pêşengtiya MED-TUHAD FED’ê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê qert şandin. Di çalakiyê de hat gotin ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna wan jî bidome.
Ji kesên li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê di encama operasyanan de hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan.
Li bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji bo hevşaredariyê bi giştî 590 kesan serlêdan kirine.
Komeke provokator ji bo daxuyaniyê bide li Enqereyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû.
Li Bucayê navê “Esat Oktay Yildiran” li dibistanekê hatibû kirin û piştî bertekan ev nav hate guherandin.
Di doza qetilkirina Mehmet Sîncar de dozger hate guherandin lewma mutalaa nehat amadekirin.
Abdurrahîm Gun ku bavê wî di êrişa cerdevanan de hate qetilkirin û ew bi xwe jî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê cara 4’emîn emeliyat bû.
Rêveberê Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz der barê sedemên koçberiya dom dike de axivî û destnîşan kir ku dema tevahiya saziyan dest dan hev û polîtîkayek hilberandin, wê demê dê pêşî li koçberiyê were girtin.
Çoltarên 9 gundên girêdayî navçeya Nisêbînê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlekariyê ya demkî” hatin ragihandin.
Serokê Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Savaş Candemîr diyar kir ku daxuyaniya MEB’ê ya têkildarî lêkirina navê Esat Oktay Yildiran li dibistaneke Bucayê ku digot “xeletî ye” cihê baweriyê nîne û wiha got: “Ev, tercîheke siyasî ye.”