Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
- rojane
- 10:49 13/5
Civaknas Dogu Ergîl diyar kir ku PKK'ê peyamek daye ku têkoşîna siyasî wê geştir bibe û êdî hincetên dewletê ji holê hatine rakirin.
Civaknas Dogu Ergîl diyar kir ku PKK'ê peyamek daye ku têkoşîna siyasî wê geştir bibe û êdî hincetên dewletê ji holê hatine rakirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got: “Ji bo biryara berdana çekan bê cîbicîkirin, di qanûnan de guhertin hewce dike.”
Di qursa ziman a li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê ya Cizîrê dayik, bav û zarok bi hev re zimanê xwe fêr dibin.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku di biryarên kongreya PKK’ê de balê dikişîne ser sosyalîzma civaka demokratîk û ev perspektîfa pêvajoya nû ye.
Rojnameger Alî Bayramoglû biryarên kongreya PKK’ê weke “geşedaneke erênî” nirxand û got ku divê dewlet di mijara sererastkirinên di qanûnan de gavan biavêje.
Endamê OHD'ê Serfiraz Azad diyar kir ku pêvajo yekalî dimeşe û got ku divê Wezareta Edaletê ji bo sererastkirinên qanûnî divê înîsiyatîfê bigire û ji bo sererastkirinên qanûnî tev li pêvajoyê bibe.
Dayikên Aştiyê biryarên kongreya PKK'ê nirxandin û diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe gavan biavêje.
Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriya biryara Kongreya 12’an a PKK’ê ya xwe fesîxkirin û danîna çekê dikin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava nû ya ku ji hêla PKKê ve hatiye avêtin wê deriyên pêvajoyek siyasî û aştiyane li herêmê veke û got: "Hêviya me ew e ku hemû aliyên peywendîdar bi vê pêşveçûnê gavên pêwîst bavêjin."
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku îradeya ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye nîşandan gaveke dîrokî ye û got: ”Em bi biryar in ku ji bo serkeftina vê gava dîrokî, bi erka xwe rabin.”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bi biryara PKK'ê re erka dikeve ser milê her kesî ew e ku "guherîn û veguherîna demokratîk li Tirkiyeyê misoger bike, di vî warî de gavên lezgîn bên avêtin û di avakirina Komara Demokratîk de pêşve biçe."
Selahattîn Demîrtaş biryara PKK’ê nirxand û wiha got: “Ji bo mezinbûna Tirkiyeyê di her warî de dem hatiye ku em bi hev re û ji dil bixebitin."
YE’yê têkildarî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî daxuyaniyeke fermî da û got: “Gavekî erênî ye. Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin.”
Îhsan Elîaçik biryarên PKK'ê weke ‘dîrokî û wêrek’ bi nav kir got, "Divê dewlet ji bo statuya qanûnî gav biavêje." Yek jî jê damezrînerê AKP'ê Kemal Albayrak diyar kir ku divê mafên welatîbûnê yên her kesî werin parastin.