Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan

  • rojane
  • 09:07 28 Kanûn 2025
  • |
img
WAN - Hiqûqnasên ku bal kişandin ser 11'emîn Pakêta Darazê ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoveya wê hatine hiştin, diyar kirin ku pakêt li gorî bendewariyan nîn e û pirsîn: “Gelo ev pakêt bi rastî berhema hişmendiyekî demokratîk e?”
 
Bertekên li dijî 11'emîn Pakêta Darazê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, berdewam dikin. Ev pakêt rê li ber berdana bi hezaran kesên ku ji ber gelek sûcan di girtîgehê de ne vedike, lê girtiyên siyasî nahewîne.
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê parêzer Mehmet Salîh Coşkun û endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Erhan Çîftçîler, rave kirin ku pakêteke ku girtiyên siyasî nehewîne, mirov nikare behsa wekheviya înfazê bike.
 
Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku 11'emîn Pakêta Darazê ku bi rojan hem di komîsyonê de hem jî di Meclisê de hat nîqaşkirin, pakêteke ne li gorî bendewariyan e û ev tişt got: “Nexasim têkildarî bendewariyên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tu verastkirin tê de nîn in. Ev pakêt tenê ji çend guhertinên di qanûna parêzeriyê de û verastkirinên têkildarî biryara darazê ya hin dadgehan pêk tê ku wekî berdewamiya verastkirina Covid-19’an tê zanîn. Di verastkirina Covid-19’an de dîsa wekheviya înfazê tune bû, gelek sûc li derveyî wê hatibûn hiştin. Di vê pakêtê de jî bi heman rengî li derveyî çarçoveyê hatin hiştin.”
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ TAVILÊ BÊN BERDAN’
 
Coşkun destnîşan kir ku mayîna girtiyên nexweş ên siyasî li derveyî pakêta darazê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî kesên ku niha ji ber xebatên xwe yên siyasî di girtîgehê de ne, ji ber ku bi sûcdariya rêxistinê tên darizandin û ceza girtine, li derveyî vê verastkirinê dimînin. Nexasim di pêvajoya aştiyê ya behsa wê tê kirin de, têkildarî girtiyên nexweş ên ku li bendê ne werin berdan, tu verastkirin tune ye. Divê ev mirov tavilê werin berdan, lê mixabin di 11'emîn Pakêta Darazê de der barê wan de tu gav nehatine avêtin. Em ji vir carekî din dibêjin; di serî de girtiyên nexweş ên giran, em daxwaz dikin ku hemû kesên ji ber fikrên xwe yên siyasî di girtîgehan de ne, tavilê werin berdan.”
 
‘EV PAKÊT NE BERHEMA HIŞMENDIYEKÎ DEMOKRATÎK E’
 
Endamê OHD’ê Erhan Çîftçîler jî ev tişt got: “Gelo ev pakêt pakêteke azadîparêz e? Gelo ji bo azadiya Tirkiyeyê an jî ji bo pîvanên demokratîk ên Tirkiyeyê tiştekî baş e an xirab e? Divê mirov li vê binêre. Xala esasî ya ku di 11'emîn Pakêta Darazê de tê nîqaşkirin xala 27’emîn e û di vê xalê de qanûna Covid’ê hatibû verastkirin. Di pakêtê de hat gotin ku ‘di qanûna me ya sala 2023’yan de bêedaletî hebû, em ê vê verast bikin.’ Hinceta wan a giştî ev bû. Lê, gelo ev bi rastî berhema hişmendiyekî demokratîk e? Gelo divê wiha bûya? Divê mirov li vê binêre.”
 
‘EV NE REFORM E’
 
Çîftçîler bi bîr xist ku di hemû pakêtên ji sala 2020’an û vir ve derketine de sûcên siyasî derveyî wê hatine girtin û ji bo sûcên edlî ef hatine derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vê re dibêjin berdana bi şert lê ev ne berdana bi şert e. Ev derketina kes ji girtîgehê ye. Di girtîgehan de dora 410 hezar an jî 420 hezar girtiyên edlî hene. Ji çaran yekê wan dê derkevin derve, lê ji girtiyên siyasî tu kes dernakeve. Pêvajoyên înfazê yên girtiyên siyasî hîn bêtir hatin tundkirin, lê girtiyên edlî dê derkevin derve. Gelek siyasetmedar dê vê wekî reformekê pêşkêşî civakê bikin, lê ev ne reformê ye. Ev meseleya tevlîbûna 100 hezar sûcdaran a nav civakê ye.”
 
‘TÊKILIYA PAKÊTÊ BI PÊVAJOYÊ RE TUNE YE’
 
Çîftçîler anî ziman ku tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev pakêt bûye sedema bêhêvîtiyeke mezin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku pêvajo xurt bibe, divê xebatên civaka demokratîk hebin. Divê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva xwe bibîne û civak li gorî vê tevbigire. Kesên ku dê zirarê bidin civaka demokratîk û pêşketina wê asteng bikin tên berdan. Ji ber vê yekê ye ku tu têkiliya vê pakêtê bi pêvajoyê re tune ye.”
 
MA / Lutfu Pala

Sernavên din

10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin