Xwestin tundiya li ser jinan were lêkolînkirin
- jin
- 14:55 23/11/2020
Parlamenterên HDP’ê yên jin tundiya li ser jinan bi pêşniyazmenyên lêkolîn û pirsan birin rojeva Meclîsê û xwestin komkujiyên jinan werin lêkolînkirin.
Parlamenterên HDP’ê yên jin tundiya li ser jinan bi pêşniyazmenyên lêkolîn û pirsan birin rojeva Meclîsê û xwestin komkujiyên jinan werin lêkolînkirin.
Wê Meclisa Jinan a HDP’ê, di 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran bi beşdariya parlamenterên jin meş li dar bixe.
Komîsyona Jinan û LGBTÎ+ ya TGS’ê, zimanê nêr ê medyayê ya li dijî jinan rexne kir û got: “Divê pênûsên me, klavyeyên me û objektîfên me ji bo mezinkirina têkoşîna jinan bên bi kar anîn.”
Jinên di çalakiya reqa Las Tesîs de bi lêdan û binçavkiririnê re rûbirû man derbarê polîsan de gilî kirin. Derbarê gilîkirina jinan de biryara “dozvenekirinê” da.
Înîsiyatîfa Jinên Kurd, pankarta 25’ê Mijdarê bi avahiya Radioya BBC a li Aleksander Palace ya li Londraya Bakur ve kirin.
Aktîvîstên TJA’yê, ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Wanê pêk bînin de banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Em jî li dijî tecawîz, tacîz û îstîsmara zarokan dimeşin. Em hemû kesan vedixwînin qadan.”
Hevserokê KCD’ê Leyla Guven, derbarê tundiya li dijî jinê ya ku bûye mîna pergal de, ev şîrove kir: “Divê jin, vê pergalê deste ser bikin. Ji bo ku pergal demokratîk bibe, bê guhertin û pergalake bi renge jinan bê avakirin, pêwîstî bi têkoşînê heye.”
Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li Mêrdîn û Edeneyê ji aliyê jinan ve çalakî hatin lidarxistin.
Di saetên ku qedexeya derketina derve didomiya de li Antalyayê tundî li 2 jinan hat kirin.
Heya niha gelek caran malpera jinnewsê hatiye astengkirin. Edîtora jinnewsê Ayşe Guney bertek nîşan da û got: “Li dijî tundî, tecawiz, pişaftin, bênasnametiyê û qedexeyan çi qas jin vîna xwe biparêzin û gotinên xwe bibêjin wê jinnews jî hebe, hebûna xwe bidomîne û dê gotina xwe bibêje.”
Yek ji avakara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe, anî ziman ku di vê serdemê de pirsgirêkên jinan zêde bûne û jinên diçin qereqolê jî bi pirsên wekî "tu hatî çi?" re rû bi rû dimînin.
Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku bi pandemiyê re hejmara serlêdanên ku ji bo rewşa aborî û mafên civakiyî hatine kirin zêde bûne.
Jinên endamên DAD’ê diyar kirin ku ew ê dest ji mafên xwe bernedin û bi piştevaniyê wê jiyana xwe biparêzin û ji bo 25’ê Mijdarê jinan hemû vexwendin qadan.
Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê dê bi dirûşmeya "Bila dengê me olan bide, em ji bo hev dakevin kuçeyan, li dijî şideta dewleta mêr di îsyanê de ne" li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixe.
Li Stenbolê me tahde û şideta li jinê tê kirin ji zilaman pirsî. Yek ji van zilaman Mehmet Kocabey, diyar kir ku ji televîzyonan 25'ê Mijdarê hîn bûye û got, divê hîn bêtr çalakiyên jinan di TV'yan de cih bigirin.