NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji bo daxwaza zimanê perwerdehiyê yê kurdî hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku îro bi mîlyonan zarok nikarin bi zimanê xwe yê dayikê dest bi dibistanê bikin û wiha hat gotin: "Her zarokek ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê wernagire, di jiyanê de paş dikeve. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
Komele û platforman, di sala nû ya perwerdehiyê de, li gelek bajaran çalakiyên curbicur li dar xistin ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehî.
AGIRÎ
Komeleya Ziman û Çanda Kurdî Kurdî-Zan Ararat (Kurdî-Zan Ararat) ku li Agirî xebatên xwe dimeşîne, li bajêr meşek li dar xist. Girseya gel li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civiya û heta Kolana Tahîr Elçî meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bijî zimanê kurdî" hatin berzkirin. Her wiha pankarta "Bingeha Aştî û Civaka Demokratîk bi fermîbûna zimanê kurdî tê avêtin" û pankartên "Kurdî nasnameya me ye", "Perwerdehiya bi kurdî" û "Her dem kurdî her der kurdî" hatin hilgirtin. Parlamenterên DEM Partiyêê Nejla Demîr, Heval Bozdag û Sirri Sakik jî beşdarî meşê bûn.
Li Kolana Tahir Elçi daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Kurdî-Zan Araratê Serhat Yilmaz got: "Mafekî xwezayî yê gelê kurd e ku bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne. Zilm û astengiyên li ser zimanê kurdî rasterast nasnameya kurd hedef digirin. Di vê serdema dîrokî ya ku em tê re derbas dibin de jî, kurdî hîn jî bi zilm û astengiyan re rû bi rû ye. Me ev yek dît dema ku komîsyonek meclisê rê li ber axaftina bi kurdî ya dayikekê girt. Heta ku ev feraset neguhere, yekîtî û hevgirtin nayê avakirin."
ŞIRNEX
Li Cizîrê bi tevlibûna parlementerên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Mehmet Zekî Îrmez, Ferît Şenyaşar, rêxistinên siyasî saziyên civaka sivîl, endamên TJAyê û endamên komeleyên ziman ên Cûdî-Der û Birca û gelek welatiyan ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî meş hat lidarxistin û daxuyanî hat xweindin. Girseya ku li ber Komeleya Birca Belek kom bûyî bi pankarta, "Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin" meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên, "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rûmeta me ye" heya kolana hunerê meşiyan.
Li kolana hunerê Rêveberê Komeleya Birca Belek Rojger Nûh Ant daxuyanî xwend û got: “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e.”
Ant diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rabin û axaftina wiha berdewam kir: “8'ê Îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin.”
Ant herî dawî bang kir ku ji bo zimanê kurdî têkoşîn were bilindkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman.”
Piştî daxuyaniyê parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin axivî û got ku divê demildest zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
AMED
Saziyên Ziman ên kurdî yên Amedê û Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Xizmetên Civakî (Egîtîm-Sen) a Amedê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê bi dirûşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû zarokan e” li pêşiya pêşiya avahiyê Gerînendetiya Perwerdeya Neteweyî ya Amedê daxuyanî dan. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, Dayikên Aştiyê, gelek zimanzan, mamosteyên kurdî, nûnerên Egîtîm-Senê û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de “Em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin”, “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan e” hate vekirin. Her wiha kesên tev li daxuyaniyê bûne “Ma perwerdeyîya bi kurdkî wazena”, “Bila Kurdî bibe xwedî statû”, “Kurdî nasnameya me ye” hatin rakirin.
Kirmanckiya Daxuyaniyê Endamê ya Hejmar 1'ê a Amedê Serhat Kiliç, kurmanciya wê jî ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê Elîf Tûran ve xwend.
Hevsorokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-Der) Remzî Azîzoglû beriya daxuyaniyê axivî û got: “Qaşo li Meclisê têkildarî pêvajoyê Komîsyonek hatiye avakirin lê li aliyê din nahêlin bi kurdî were axaftin. Hişmendî qet neguheriyê. Li aliyêkê dibêjin em ê pirsgirêka 40 salan çareser bikin ku pirsgirêka 100 salî ye, li aliyê din de jî şûr nîşanî me didin.”
Ji Dayikên Aştiyê Raîfe Ergul bertek nîşanî polîtîkayên yek zimanî da û wiha got: “Em jî dixwazin dewlet gavan bavêje, dibistanên bi zimanê kurdî veke da ku em jî zanibin em jî ji vî welatî ne. Em jî xwedî ziman û çand in. Herkes di Meclisê de bi zimanê xwe diaxive lê em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ev ne edalet e.”
Ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê Elîf Tûran jî di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên li dijî zimanê kurdî û wiha got: “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Lewre astengkirina vî mafî rasterast nasnekirina nasnameya kurdan e. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin.
8ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin û statuya kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîn e!
Nûman Kûrtûlmûş di axaftineke xwe de gotibû “tu daxwaz nehatine ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê”. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn.
Wekî gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman. Perwerdeya bi kurdî mafê me ye, ne mijara nîqaşê ye! Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin! Qedexekirina perwerdeya bi kurdî astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê!”
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bûcak bal kişan ser dîroka zimanê kurdî û ev tişt gotin: “Bi zimanê kurdî gelek rewşenbîr, hunermend, wêjekar gihiyan. Helbet zimanê Kurdî jî layîkê zimanê perwerdehiyê ye. Ji kreşan heya zanîngehan em ê bi hev re ava bikin. Em dikarin van tiştan pêk bînin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin û li pêşiya avahiyê şaxa Gerînendetiya Perwerdeya Mîlî ya Amedê tevî stranên bi kurdî govend gerandin.