Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin

  • jin
  • 13:07 12 Îlon 2021
  • |
img

ENQERE - Meclisa Jinê ya HDP'ê, di encamnameya civîna xwe ya 10'ê îlonê de diyar kir ku jin ne bêçare ne û ev tişt got: "Li dijî êrişên tifaqaqa serweriya zilam ên li ser destkeftî û mafên me dem dema mezinkirina piştevaniya jinê ye."

Meclisa Jinan a HDP'ê, encamnameya civîna xwe ya ku di 10'ê îlonê de li dar xist aşkera kir. Di encamnameyê de di şexsê Denîz Poyraz de ku di 17'ê hezîranê de li Îzmîrê hat qetilkirin hemû jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û berxwedana jinên Anfganistanê hat silavkirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Li dijî êrişên li ser mafên me, destketiyên me, xwezaya me, îradeya me û qada me ya jiyanê, em bi rengekî rêxistinî têdikoşin û berxwedana xwe mezin dikin."
 
Di encamnameyê de hate ragihandin ku bûyerên dawî yên li Rojhilata navîn û şerê li Efganistanê ji hev cuda nîne û got, "Îro li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime. Li Rojhilata Navîn îrade, bawerî û daxwazên gelan ji nedîtî ve tên û dixwazin ku çarenûsa gelan û jinan ji tarîtiya DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê re bê hiştin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ku li ser dijminatiya li Kurdan û jinan dimeşîne, li Rojhilata Navîn jî bi rê ve dibe û bi vê yekê gefeke mezin e li ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn."
 
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku mîna li Rojava û Şengalê, li Efganistanê jî li dijî van polîtîkayên şer berxwedana jinan heye û berxwedana jinên Efgan hate silavkirin.
 
AVAKIRINA JIYANEKE AZAD
 
Di dewama encamnameyê de hate gotin, "Polîtîkayên şer û tundiyê bandora herî giran li jinan dike. Jin ji ber van polîtîkayan neçar dimînin malên xwe, qadên xwe yên jiyanê biterikînin. Di rêya koçberiyê de destdirêjî li jinan tê kirin, li cihên ku xwe digihîne jî keda wan tê xwarin, bêkar û xizan têne hiştin.
 
Di civînên 'Na ji xizaniya jinan re, edalet ji bo jinan' ku me li 17 bajaran pêk anîn, me dît ku maliyeta polîtîkayên şer û tundiyê ya li jinan çiqasî giran e. Em soza xwe dubare dikin ku li dijî xizaniya ku li jinan tê ferzkirin têkoşîna xwe dewam bikin. Li dijî van polîtîkayên şer û tundiyê jin wê bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava bikin."
 
'EM Ê PIŞTEVANIYA JINAN MEZIN BIKIN'
 
Di encamnameyê de hate ragihandin ku li dijî gotinên faşîst, nijadperest, zayendîperest ên desthilatdariyê û tifaqa serweriya mêr, wê têkoşîna xwe ya yekbûyî mezin bikin û hate gotin, "Kuştina hevrêya me Denîz Poyraz, êrişa nijadperest a li Konyayê, kuştina Mîraç Mîroglû bi wesayita zirxî ji polîtîkayên şerê taybet ê desthilatdariyê cuda nîne. Em careke din dibêjin, em ê bi têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar re bin. Em ê pirsa 'Gulistan Dokû li ku ye?' bikin û hesab ji desthilatariyê bipirsin. Em ê piştevaniya jinê mezin bikin."
 
'ZIMANÊ DAYIKÊ MAF E, NABE BÊ QEDEXEKIRIN'
 
Di dawiya encamnameyê de hate ragihandin ku li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên li hemberî Kurdan û jinan, wê têkoşîna avakirina jiyana hevpar û wekhev bi hev re bimeşînin û hate gotin, "Pêkane ku bi cihêrengÎ, bi ziman, bi çand û baweriya xwe em jiyaneke wekhev ava bikin. Têkoşîna azadiyê ya hevrêyên me yên jin ên li girtîgehan dîl hatine girtin, hinceta me ya têkoşînê ye. Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan her roj zêde dibe. Jinên ku ji ber bi zimanê dayikê stran gotine têne cezakirin. Ev yek nîşaneya jiyana zordar û tekperest e ku desthilatdariya faşîst li ser me ferz dike. Em ji vir careke din dibêjin; zimanê dayikê maf e, nabe bê qedexekirin. Em jin bi zimanê xwe yê dayikê, bi rengê xwe, bi nasnameya xwe hebûn, hene û em ê hebin.
 
Em jin bêçare nînin. Li dijî êrişên tifaqa bi serweriya mêr ên li hemberî destketî û mafên me, dem dema mezinkirina piştevaniya jinê ye."