RIHA - Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan di 1’emîn Lijneya Awarte ya ZIMANGER’ê de axivî û got: “Rêber Apo dibêje ‘divê di her malê de bi Kurdî were axaftin û Kurdî were parastin.’”
Yekemîn Lijneya Giştî ya ZIMANGER’ê li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin. Li eywana konferansê pankartên “Perwedeya zimanê dayikê bingeha civakê ye”, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” û "Statuyê Kurdkî perwerdeyê bi Kurdkî" hatin daliqandin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Cebraîl Vural ku 30 salan di girtîgehê de mabû, Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.
OCALAN: RÊBER APO DIBÊJE ‘DIVÊ DI HER MALÊ DE BI KURDÎ WERE AXAFTIN’
Omer Ocalan di lijneyê de axivî û wiha bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: “Di serî de gelê Kurd, ev pêvajo ji bo Tirkan û tevahiya Rojhilata Navîn girîng e. Ew luksa tu kesekî nîne xwe li derveyî pêvajoyê bihêle. Divê her kes tev li bibe. Bi sala ye bedelên giran hatin dayin. Di navbera salên 2013-2015’an de bedelên gelek giran hatin dayin. Ji bo van rojan em deyndarên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Heke em gel û hebûna xwe neparêzin, kesek naparêze. Em ê jiyaneke Kurdî ava bikin. Baş e lê em ê ji bo zimanê xwe çi bikin? Divê em vê nîşan bidin. Gelê Kurd heta niha zaniye li dijî hemû polîtîkayên bişaftinê têbikoşe û ziman û hebûna xwe biparêze. Ev pêvajo dê bi pêşengtiya Rêber Apo bi ser keve. Rêber Apo, dibêje ku divê her kes li mala xwe bi Kurdî biaxive û Kurdî biparêze. Baş e lê em ê vê çawa bikin? Em dikarin vê bi awayekî komunal bikin. Em li her derê xwe birêxistin bikin, civakê birêxistin bikin. Em bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî bijîn.”
'EM DIXWAZIN KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ Û FERMÎ BIBE’
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li dijî Kurdî û got: “Gelê Kurd tevî her cure polîtîkayên bişaftinê jî karî ziman û nasnameya xwe biparêze. Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîngiya ziman. Dibêje divê Kurdî bibe jiyana me. Ziman, nasname û hebûna me ye. Em bang li komîsyona meclisê dikin; em dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.”
NEAXAFTINA BI KURDÎ HATE REXNEKIRIN
Mehmet Ocalan jî got hewceye di her qadê de bi Kurdî were axaftin û kesên bi Kurdî naaxivin rexne kir. Ocalan, got: “Dema siyasetmedar derdikevin ser kursiyê silava xw bi Kurdî didin lê bi Tirkî diaxivin. Ez vê rexne dikim. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ji bo Kurdî bedelên mezin da. Heke em rastiya xwe nebînin, em nikarin pêvajoyê bi ser bixin. Têkildarî neaxaftina bi Kurdî min agahî bi Rêber Apo re parve kir. Wî jî ji min re got; ‘Heke Kurdek li nava mala xwe bi Kurdî neaxive, mîna mirîşkeke mirî ya avêtine kolanê dê bêhn bide.’ Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Lêbelê ji bo me ya herî pêşîn, jiyanîkirina Kurdî ye. Divê em li saziyên xwe bi Kurdî biaxivin. Dereng nîne, em dikarin bi ser kevin. Rêber Apo di vê mijarê de balê dikişîne ser rola rêveberiyên xwecihî. Divê her kes piştgiriyê bide saziyên ziman.”
Piştî axaftinan, Esma Şengul û Osman Izgor weke Hevserokên ZIMANGER’ê hatin hilbijartin.
