AMED - 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, di roja dawî de bi pêşandana belgefîlm û fîlman didome.
Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzatoriya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê, li Amedê 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê tê lidarxistin. Mihrîcan, bi dirûşma “Dinya bi çîrokên xwe bi hev re ye” tê lidarxistin. Mihrîcan, di roja dawî de bi eleqeyeke zêde didome.
FÎLMÊN HATIN PÊŞANDAN
Di çarçoveya mihrîcanê de fîlmê “Uçan Koftecî” ku derhênerê wê Rezzan Yeşîlbaş e hate pêşandan. Fîlm, rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hat. Fîlmê Derhêner Solîn Yûsif ê “Sieger Sein” jî hate pêşandan. Fîlm, serpêhatiya Mona ya 11 salî ku tevî malbata xwe ya Kurd ji Sûriyeyê koçî Berlînê dikin vedibêje. Fîlm, di heman demê de rastiya şer, koçberiyê jî bi hosteyî vedibêje. Di fîlmê de hunermend balê dikişîne ser êş, çîrokên koçê, berxwedana Kurdan û zextên ser zimanê Kurdî.
Yek ji fîlmên din ê hate pêşandan jî fîlmê “Em Kurd in” ê Sabiha Bânû Yalkut û Hanjo Bredderman bû. Fîlm, çand, jiyan, xweza û rewşa Kurdan vedibêje.
Mihrîcan dê saet di 19.00’ê de piştî torena xelatê bi dawî bibe.
