Polîsan ji HDP’iyan re got: Xelk tev li we dibe û li çepikan dide, serdan wisa nabe

  • rojane
  • 16:30 24 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED – Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî esnafan ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Dema gel xwest bi hevserokan re bimeşe polîsan bi gotina “Xelk tev li we dibe, serdana esnafan wisa nabe, ji we re li çepikan didin” astengî derxistin. 

Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li gel parlamenterên partiya xwe yên ji bo 3 rojan Meclîs boykot kirin li Amedê rêze çalakiyên xwe dewam dikin. 
 
Buldan û şandeya pê re esnafên navçeya Rezanê ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Temellî û şandeya pê re jî esnafên Kolana Melîk Ahmetê ya Sûrê ziyaret kirin û bi xelkê re hatin cem hev. 
 
Di serdana Temellî ya li Sûrê esnaf û welatiyan eleqeyek mezin nîşan da. Di serdanê de welatî û esnafan dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin û HDP’iyan pêşwazî kirin. 
 
MEŞÊ ASTENG KIRIN 
 
Temellî û şandeya xwe xwestin ji kolana Melîkahmetê derbasî Kolana Gazî bibin. Polîsan bi hênceta dirûşm tên berz kirin pêşiya HDP’iyan birî. Polîsan got heke dirûşm bên berzkirin dê destûrê nedin ziyaretê. Li ser vê yekê hiqûqnasên HDP’yî û polîsan demek hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê şandeya HDP’ê heta ber Mizgefta Mezin bi lêdana çepikan, berzkirina dirûşm û lîlandinê hatin. Temellî û parlmaneteran li ber Mizgeftê li gel welatiyan rûniştin û çay vexwarin. Piştî vexwarina çayê Temellî li ber Mizgefta Mezin daxuyanî da. 
 
‘DIVÊ MECLÎS JI PEYAMA XELKÊ FÊM BIKE’ 
 
Temellî da zanîn ku ew ji bo hem rejîma qeyûm şermezar bikin û hem jî pêkanînana qeyûma qebûl nakin Meclîsê 3 rojan boykot kirine û hatine Amedê û got: “Her kes li dijî rejîma qeyûman e. Divê ku Meclîs peyama nerazîbûnan û hersa li dijî qeyûman a gel baş fêm bike. Lazime Tirkiye kêliyek berî kêliyekî ji vê rejîma qeyûm were rizgarkirin.” 
 
‘JI BO DIJMINAHIYA KURDAN SERÎ LI HER RÊBAZÎ DIDIN’ 
 
Temellî bal kişand êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava û got: “9 rojan li ber çavê hemû dinyayê şerek qewimandin. Hemû dinyayê got ev tişta tê kirin şer e. Pişt re wan bi xwe bi îmzekirina peymana agirbestê şer qebûlkirin. Di peymanan de hat xuyakirin ku Tirkiye hem di polîtîkaya derve de hem jî di polîtîkaya hundirîn de têk çûye. Wê ev rejîm cihê xwe li ser sergoyê dîrokê bibîne. Ji bo dijminahiya kurdan serî li her rêbazî didin û her tiştî dikin. Li Sûriyê serdemek nû hatiye destpêkirin.” 
 
POLÎSAN NEHIŞT WELATÎ LI GEL HDP’IYAN BIMEŞIN 
 
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya li gel wê jî li kolanên Ogretmenler û Sakaryayê esnaf ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Buldan silav da xelkê û welatiyan dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” piştevaniyê da şandeyê. 
 
Li ser Kolana Ogretmenler girseya welatiyan xwest li gel HDP’iyan bimeşin. Polîsan destûr neda girseyê bimeşin. Buldan li vir axaftinek kurt kir, spasiya welatiyan kir. Lê li gel astengiya polîsan jî welatiyên ku HDP’iyan dît tev li wan bûn. Lê polîsan welatiyan asteng kir. 
 
POLÎS: SERDAN WISA NABE, XELK JI WE RE LI ÇEPIKAN DIDE
 
Wextê ziyaretê di navbera polîs û HDP’iyan de diyalogên balkêş qewimîn. Polîs pêşiya HDP’iyan girt û got: “Xelk tev li we dibe, serdana esnafan wisa nabe, ji we re li çepikan didin.” Lê li gel vê astengiya polîsan jî HDP’iyan esnafan ziyaret kir. Hin welatî ji bo li gel HDP’iyan wêne bikişînin ketin dorê û hin welatiyan jî li şaneşînên malê xwe ji HDP’iyan re li çepikan da. 
 
JI BO DAXUYANIY SIBÊ BANG 
 
Di serdanê de Buldan û parlamenteran welatiyan vexwendin daxuyaniya dê sibê saet di 13.00’an de li Qada Deriyê Çiyê li dijî tayînkirina qeyûman bidin. 
 

Sernavên din

26/10/2019
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin
16:46 Biryara berdana Rojnameger Huseyin Aykol dan
16:37 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
16:30 Dadgeha Mêrdînê 45 sal û 3 meh ceza da 5 siyasetmedarên kurd
16:27 Trûmp: Heke Tirkiye êrîşê kurdan bike ez ê danekirinên berfireh deynim ser
16:18 Baroya Amedê: Nêzîkatiya xwe ya otorîter biterikînin
16:05 Walîtiya Edeneyê biryara qedexeya çalakiyan dirêj kir
15:55 Lavrov: Lihevkirina Soçiyê hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike
15:45 Ji Kremlînê daxuyaniya 'sînor': Diyaloga bi kurdan re didome
15:43 Tirkiye li Girê Spî agirbest binpê kir: Malek bombe kir
15:09 Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê Nexşeya Sûcên Bajarê aşkere kir
14:38 Cemeetê 'xutbeya operasyonê' şermezar kir û ji mizgeftê derketin
14:29 HABER-SEN: Feyda şer ji tu kesî re tuneye
14:28 ÎHD: Li Midyadê mîrateya çanda Sûryaniyan tune dikin
14:24 Buldan: Heke we Peymana Dolmabahçeyê înkar nekira…
13:51 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Mazlûm Ebdî: Bulten sor derket
13:39 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
13:28 Walîtiya Êlihê qedexeya çalakiyan 15 rojên din dirêj kir
13:08 Kubîlay: Tirkiye di vî şerî de winda kir û cihê çareseriyê jî Îmrali ye
12:41 Ji alîgiran heta Cûmhûriyetê: Hedefa nû dîplomasiya kurdan e
12:41 Twîtterê 'tika şîn' da Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî
12:26 Endamên biçek ên SMO li Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê cirîd davêjin
11:40 Nûnerê Sûriyeyê yê NY'yê Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê
11:04 Rojnamevanên kurd bang li DYA û YE kirin: Rêveberiya xweser nas bikin
10:27 KNK'ê encamnameya civîna 19'emîn eşkere kir
10:13 Rêxistina Efûyê: Tirkiye penaberan bi darê zorê şand herêma şer
10:13 CHP’ê derbarê Erdal Aksunger ê gotibû ‘PYD ne rêxistina terorê ye’ lêpirsîn da destpêkirin
09:59 Di 15 saliya xwe de medresê berda û bû dengbêj
09:09 'Karkeriya demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev'
09:08 Togûç: Divê yekîtiya neteweyî pêk bê
09:08 Hayko Bagdat: Erdogan ji 'êrîşkariya' xwe bi paş ve gav neavêtiye
09:07 Esnafên Wanê: Sedema krîza aborî şer e
09:06 ‘Reforma Darazê ji feraseta parastina zarokan a gerdûnî dûr e'
09:06 Giliyê polîsên ku ew xesp kirine kir
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2019'AN
08:05 Rojnameger Oktay û Akgul hatin berdan
24/10/2019
20:51 Artêşa Iraqê destûr neda alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bibe
20:37 Dengê Nîştiman: Bila hemû peywendiyên bi Tirkiye re bên rawestandin
19:58 Mazlûm Ebdî: Fikarên me têkildarî xalên lihevkirina Soçiyê hene
16:42 Sefaretxaneya Kanadayê serdana HDP’ê kir
16:30 Polîsan ji HDP’iyan re got: Xelk tev li we dibe û li çepikan dide, serdan wisa nabe
16:24 Parlamentoya Ewropayê: Bila zext were kirin
16:04 Gabriel: Tirkiye berpirsê binpêkirina agirbestê ye
15:34 HDP li Wanê diçe kongreya awarte
15:25 Xelîl: Tirkiye ji sê aliyan ve êrîşi Serêkaniyê dike û agirbestê binpê dike
15:12 Banqeya Navendî daxîna faîzê daxist ji sedî 14'an
14:51 Ji 31 fezlekeyên şandin Meclîsê 30 heb derbarê HDP’iyan de ne
14:50 Fermanderê Giştî yê QSD’ê Abdî: Tirkiye agirbestê îhlal dike
14:50 Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Net'ê Emre Orman hat girtin
14:01 Li Kocaelî 2 HDP’î girtin
14:00 Pentagon: Tirkiye bi nêzikbûna xwe Rûsyayê re di rêya şaş de ye
13:59 Yalçindag cîgira Seroka Giştî ya FİDH'ê hat bijartin
13:53 Polîsan mudaxileyî karkerên xwestin biçin Enqerê kirin: 29 binçav kirin
13:43 Rûsya: Hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirin
13:37 Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî civiyan
13:37 Ji bo berdana rojnameger Aykol serlêdan kir
13:36 Berxwedana gelan dê rengê maseya Sûriyeyê diyar bike
13:34 Di doza Kemal Kurkut de dayikê qîr kir û got ‘kujerno’
13:09 Tanrikûlû partiya xwe rexne kir: CHP'ê winda kir, Erdogan qezenc kir
12:54 Daneşîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:49 13 sazî ji bo zimanê kurdî dê Înîsiyatîfa ziman ava bikin
12:18 Rojnameya The Times wêneyê ku Tirkiye çekên qedexe bikar aniye xêz kir
11:30 Operasyona eskerî ya li bejahiya Licê bi dawî bû
11:30 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut kirin hucreya yek kesî
11:20 Serokomariyê beriya êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferman daye çapemeniyê
10:51 Baş: Em ê di demek nêz de bibînin ku Tirkiye dê li Sûriyê winda bike
10:50 Ewil girtin û piştre îfadeya şahidê nepen li dosyayê zêde kirin
10:44 Polîsan bi maşineya zirxî lêxistin û reviyan: Dibe ku zarok seqet bimîn e
10:43 Wezîra Parastinê ya Almanyayê: Dagirkirina Tirkiyeyê rastiyek e
10:20 Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê bi wêneyan hovîtiyê vegot
10:07 Şahoz Hesen: Êdî cîhan bi çavê Tirkiyeyê li me nanerin
09:44 Sekreterê Giştî yê PDPKS'ê Abdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir
09:12 ‘Eger ji bo HDP'ê demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye'
09:11 Çepnî: Armanc fetisandina Şoreşa Rojavayê ye
09:10 Heskîfiyan bi darê zorê dişînin cihê nû
09:09 Cotkarên erziromî: Em zehmetê dikişînin lê qezenc nakin
09:09 Rêjeya betaliyê ya jinên ciwan bûye 41.2
09:08 Rêvebirê Weqfa Ûmûtê Akcan: Divê çekdarîbûna şexsî bê kontrolkirin
09:07 Fanzîna 'flashhilat' ji bo piştgiriya Rojava di hejmara 9'an de bi navê 'flashava' derket
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2019'AN
23/10/2019
16:58 Nurcan a hevjînê wê ew dîl girt: Ez naxwazim bêm kuştin
16:28 Gelê Qamişlo û Hesekê li dijî êrîşen Tirkiyeyê daketin qadan
15:56 Xwendekarên ODTU'yê: Em li dijî faşîzm li gel hev in
15:51 Destûr nedan Hevşaredara Pîranê têkeve nava Amedê
15:35 ‘Mizrakli nûnerê biratî û aştiyê ye’
15:30 Kurdekî Suriyeyê li peş Komseriya Penaberan a Cenevreyê agir bi xwe xist
15:11 Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin