13 sazî ji bo zimanê kurdî dê Înîsiyatîfa ziman ava bikin

  • rojane
  • 12:49 24 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Kurdî 13 sazî û dezgehên xebatên zimanê kurdî bi rêve dibin li Amedê komxebata "Piştî Rewşa Awarte, Rewşa Zimanê Kurdî" li dar xistin. Encamnameya komxebatê hat eşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo birêvebirina xebata ziman înîsiyatîfek were avakirin, hin bêtir li ser kurdî xebat bên kirin û rê li ber pişaftinê were girtin û hemû binpêkirinên li ser ziman wek rapor pêşkêşî raya giştî bên kirin biryar hatin girtin. 

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê di navbera 31'ê tebaxê û 1'ê îlonê de li Amedê bi beşdariya 13 sazî û komeleyên xebatên kurdî birêve dibin komxebata "Piştî Rewşa Awarte, Rewşa Zimanê Kurdî" li dar xistibû. Di komxebata 2 rojan de bi berfirehî li ser rewşa zimanê kurdî nîqaş hatine kirin. Encamnameya komxebatê hat eşkerekirin. 
 
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşî têkildarî encamnameya komxebatê ji ajansa me re axivî.                             
 
'ME AXAFTIN Û NÎQAŞÊN BERFIREH BIRÊVE BIRIN' 
 
Subaşi bi bîr xist ku wan di navbera 31’ê tebaxê û 1’ê îlonê de komxebatek li dar xistine û got: "Xebatek rewşa zimanê kurdî ya piştî Rewşa Awarte bû. 13 saziyên ku li ser zimane Kurdî dixebitin an jî tekildarî mafên zimane Kurdî dixebitin beşdar bûn. 13 sazi û 26 kes beşdarî ve xebatên bûn. Me di ve komxebatê de bahsa pisgirekên ku li ser saziyên zimane Kurdî xebat dikin kir. Me behsa astengiyên ku li ber Kurdî ji aliyê dewletê û kesên nijadperest ve tên derxistin nîqaş kir. Em li ser aliyên hiqûqî yê mafê zimanê dayikê û pêşvebirina zimanê dayikê axivîn. Di rûniştina roja dawî de jî me got em torek hevpar ava bikin. Em dikarin çawa ev sazî ev kes dikarin bi hev re xebatê bikin. Em li ser vê yekê axivîn. Dawîye jî me got em înîsiyatîfekî sivil a ziman ava bikin. Kesên ku bixwazin dikarin beşdar bibin. Hin sazî û kesayet ji ber karê wan hebû nikaribûn beşdarî komxebatê bibin jî hebûn. Me got em niha însîyatîfekî ji bo ziman ava bikin pişt re jî kesên ku li ser Kurdî xebat bikin an jî li ser mafên Kurdan bi giştî xebat bikin em wan jî tev li xebatê bixin û bingeha vê xebatê berfireh bikin." 
 
Subaşi anî ziman ku wê xebatên wan dewam bikin û wiha got: "Di rojên pêş de li Amedê dê dîsa komxebateke wisa pêk were. Di wir de jî wê zelal bibe ka ev înîsîyatif wê çawa be an çawa nebe. Niha me di halê hazir de komxebatê got ev fikir heye, em vê înîsiyatîfê jî niha çêbikin. Le çawa çêbibe çawa çenebe em ê di rojên pêş de dê rewşa înîsiyatîfê zelaltir bibe." 
 
'PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN DEWLET DERDIXE' 
 
Subaşi bal kişand ser pirsgirêkên navxweyî yên ji bo kurdî jî û wiha domand: "Pisgireke herî mezin a ziman ji aliyê dewletê ve hatiye derxistin. Piştî Rewşa Awarte hemû saziyên Kurdan hatin girtin. Saziyê Kurdî yên ku kar û xebata ziman dikirin derketibûn astek baş û mirov dikare bêje êdî profosyenel bûbin. Di vê dema ku em dibêjin rewşa saziyan baş bûye de yan xebatkarên wan tên girtin yan jî sazî tê girtin. Ji ber vê yekê peşk li xebatê tê xistin. Mirov dikare bêje astengiya bingehîn ev e. Wekî din jî pisgirêkên saziyan bi xwe çi ne. Mesela nebûna kesên pispor, kembûna jina di xebatên zimanî de bi vî awayî ev pisgirek derketin pêş." 
 
WÊ HEMÛ XEBAT BÊN ARŞÎVKIRIN 
 
Subaşi li ser encamnameya komxebatê rawestiya û wiha got: "Em di encamnameyê de behsa wan rojan me çikiriye de dikin. Di dawiyê de me biryara avakirina înîsiyatîfek girt. Me got em ê ji sê mahan carekî raporên mafê binpêkirinên li ser ziman parve bikin. Heta niha gelek xebat hatine kirin, em wan xebatan di cihekî de wek arşîv kom bikin. Berî niha gelek saziyên me hebûn, hemû hatin girtin. Dîrokan wan nehatiye nivîsin, me got em dîrokên wan binîvîsin û xebatên kirine jî demek şûn ve di pirtûkekî de çap bikin. Ji bo ku bîra xebatên wê demê zindî bimîne." 
 
Subaşi da zanîn ku niha valahiyek di qada ziman de heye û ji bo vê valahiyê tije bikin û xebatek berfireh bi hev re bê birêvebirin pêwîstî bi înîsiyatîfek heye û li ser vê yekê xebatên xwe didomînin. 
 
Encamnameya komxebatê wiha ye: 
 
"PIŞTÎ REWŞA AWARTE, REWŞA ZIMANÊ KURDÎ
 
1. Paşxaneya Komxebatê 
 
Komxebata 'Piştî Rewşa Awarte, Rewşa Zimanê Kurdî' bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê di çarçoveya Bernameya Ramana Sîvîl da ji hêla Komeleya Lêkolînên Kurdî ve hat organîzekirin. Komxebat, di navbera 31ê Tebaxa 2019an û 1ê Îlona 2019an da li Amedê hat çêkirin. Komxebatê, bi beşdarbûna 26 nûnerên 13 sazîyên sîvîl bo maweya du rojan berdewam kir û bi serkeftî temam bû.
 
2. Bernameya Komxebatê 
 
Komxebat, bi van sernavên jêr ji çar daniştinan pêk hat:
 
* Pirsgirêkên wan sazîyan ku di warê texrîbatên astengkirina zimanê dayikê da xebatan dikin
* Rêyên çareserîyên pirsgirêkên wan sazîyan, ku di warê texrîbatên astengkirina zimanê dayikê da xebatan dikin
* Alîyên hiqûqî yên mafê parastin û pêşvebirina zimanê dayikê û nasnameya çandî
* Astengîyên li ber kurdî di qada giştî (public sphere) da nexasim di dibistan, zanîngeh, nexweşxane û girtîgehan da
* Rê û rêbazên çareserkirina astengîyên li ber kurdî di qada giştî da
* Derfetên têkoşîna hevpar û avakirina torekê bo parastin û pêşvebirina zimanê dayikê
 
NIRXANDIN Û ENCAM
 
3. Gotûbêjên Daniştinan
 
* Daniştina yekem ku ji du beşan pêk hat, di beşa wê ya yekem da behsa pirsgirêkên sazîyan hat kirin. Di vê beşê de ev tişt hatin dîyarkirin; di gel hebûna pirsgirêkên sîyasî û aborî, nebûna plansazîyeka sazîyan, nebûna pisporan di qada zimanî da, nebûna perwerdeya naxweyî ya van sazîyan, kêmbûna hejmara xebatkarên jin di sazîyan da û arşîvnekirina xebatan wekî pirsgirêkên sereke yên sazîyên zimanî.
 
* Beşa duyem a daniştina yekem ku ji bo peydakirina rêyên çareserîyan hatibû veqetandin, tê da hat gotûbêjkirin ku her çend pirsgirêkên aborî ji ber sîyaseta dewletê derdikevin jî, divê sazîyên zimanî hewla çareserkirina pirsgirêkên aborî bidin; ev yek jî bi rêya berbelavkirina xebatên zimanî di nav xelkî da, bi amadekirina proje û bi xurtkirina têkilîyan di gel sazîyên neteweyî û navneteweyî divê pêk bê. Bi sazkirina komxebatan li ser rewşa kurdî di gel sazîyên peywendîdar, bi avakirina torekê di navbera van sazî û kesan da û bi parvekirina tecrubeyan ev sazî dikarin xwe xurt bikin û pisporan bigihînin. Sazîyên ku li ser kurdî xebatan dikin divê pêşî rê bidine hînkirina xwendin û nivîsîna kurdî, ne hînkirina rêzimana kurdî. Di gel vê yekê lidarxistina kursên xwendin û nivîsînê û çêkirina xebatên curbicur di hemû qadên jîyanê da, ji qehwexaneyan bigirin heta dibistanan, dikare bibe alîkar ji bo çêbûna hişmendîyeka zimanî û xurtbûna van sazîyan.
 
* Daniştina duyem – beşa yekem ku li ser alîyên hiqûqî yên mafên zimanê dayikê radiwestîya, tê da ev tişt hatin dîyarkirin; meseleya zimanî ji ber ku meseleyeka sîyasî ye, rasterast têkildar e di gel qanûnan bi gotineka din di gel hiqûqê. Tirkîyeyê, di makezagona xwe da zimanên ji bilî tirkî qedexe kirine ku nekarin di hemû beşên jîyanê da bên bikaranîn. Tirkîyeyê gava ku di asta navneteweyî da peyman îmze kirine, li wan peymanan şerh danîne ku rê li ber zimanên ji bilî tirkî vedikin. Di gel van astengîyan ku ji alîyê dewletê ve tên derxistin, qada hiqûqê ji hêla sazîyên sîvîl ên demokratîk ve hatîye îhmalkirin.
 
* Beşa duyem ku ji bo peydakirina rêyên çareserîyan hatibû veqetandin, tê da ev tişt hatin dîyarkirin; ji bo xurtkirina qada hiqûqî bo bicihkirina mafên zimanê dayikê divê komxebatek li ser alîyên hiqûqî yên mafên zimanê dayikê bê çêkirin, qanûnên ku rê li ber kurdî digirin divê baş bên lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê da Baroya Amedê dikare raporekê yan broşurekê amade bike ku tê da mafên huqûqî yên mafên zimanê dayikê cih digirin.
 
* Roja duyem, daniştina yekem – beşa yekem ku li ser astengîyên li ber kurdî di qada giştî (public sphere) da bû, ev tişt hatin dîyarkirin; di hemû sazîyên resmî da astengî li ber kurdî tên derxistin. Gava ku kurdek diçe sazîyeka resmî, ji ber fikara wê yekê ku eger kurdî biaxive bide dê xizmeteka baş wernegire yan xizmeteka kêm dê wergire, mecbûr dimîne ku bi tirkî diaxive. Astengî ne tenê di sazîyên resmî da li ber kurdîaxêvan tên çêkirin, herweha di qadên din ên giştî da, nexasim li metropolên Tirkîyeyê astengî li ber axaftina kurdî tên çêkirin. Ji bo nimûne di nav otobusê da, li parkê, li kuçe û kolanan kesek ku bi kurdî biaxive, îhtîmala wê yekê heye ku êriş lê bê kirin. Mînakên vê yekê herî dawî li Sakaryayê çêbû. Kur û bavekî ji ber ku bi kurdî axivîn, rastî êrişê hatin û bav jîyana xwe ji dest da û kur jî bi giranî birîndar bû. Ev astengî û êrîş ji ber polîtîkayên sîstematîk ên dewletê ji bo krîmînalîzekirin û polîtîzekirina axaftina bi kurdî çêdibin.
 
* Di beşa yekem da ne tenê behsa wan astengîyan hat kirin ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve tên çêkirin, herweha behsa wan astengîyan hat kirin ku ji hêla kurdan bi xwe ve li ber kurdî tên çêkirin. Bo nimûne sîyasetmedar, rêveber û nûnerên sazî û rêxistinên kurdan li cihên ku ne mecbûr in bi tirkî biaxivin di wan deran da jî bi tirkî diaxivin. Eger di vê yekê da baldarî çêbibe, hingî rêyek li ber otoasîmîlasyonê tê girtin.
 
* Di beşa duyem a vê daniştinê da jî ev xal hatin dîyarkirin; ji bo ku kurdî bikare bê astengî di qada giştî da bê axaftin divê xebat li ser wê têgihîştinê bên kirin ku xeberdana bi kurdî tiştekî polîtîk dihesibîne. Ji bo vê yekê jî divê kurdî di hemû waran da bê bikaranîn, ji menûyên xwarinxaneyan bigire heta bi nivîsên li ser tîşortan. Di gel vê yekê, divê bi îsrar di wan deran da bi kurdî bê xeberdan ku mecbûrîyetek ji bo zimanekî din nîne. Herweha kesên ku di van deran da bi tirkî xeber didin, divê girîngîya axaftina kurdî ji wan ra bi îsrar bê gotin û vegotin. Ji bo çêkirina vê yekê jî divê xebat li ser hesasîyeta axaftina bi kurdî bê kirin di nav xelkî da.
 
* Daniştina duyem ku li ser têkoşîna hevpar û avakirina torekê bû, tê da ev tişt hatin dîyarkirin; koordînasyonek di navbera wan sazîyên sîvîl ên demokratîk da nîne ku ji bo parastin û pêşvebirina kurdî û mafên zimanê dayikê xebatan dikin. Di vê çarçoveyê da, wekî gava yekem, mirov dikare komeka e-mailê di navbera beşdarên Komxebatê da çêbike û beşdar di nav xwe da înîsîyatîfeka zimanî çêbikin. Di demên pêş da têkilî di gel sazî û kesên din bê dayînîn û hewl bê dayîn ji bo ku ew jî li vê komê beşdar bin. Divê têkilîyeka hîyerarşîk tune be di navbera van sazî û kesan da ku di înîsîyatîfê da cih digirin. Divê sîvîl û demokratîk be. Her kesek ku di xebateka weha da ked dide û xebatê dike divê bikare di hemû organên wê da cih bigire. Sînorê wê berfireh be. Her kesek ku bixwaze divê bikare xwe tê da bibîne. Di demên pêş da mirov dikare malperekê veke ji bo vê înîsîyatîf yan platformê.
 
 
ENCAM
 
Beşdar piştî gotûbêjên du rojan li ser van xalên li jêr hemfikir bûn:
 
* Nûnerên sazîyên ku beşdarî Komxebatê bûn, biryar dan ku înîsîyatîfeka zimanê kurdî ya sîvîl û demokratîk ava bikin.
* Her kesek ku ji bo bicihkirina mafê zimanê dayikê xebatan dike, dikare beşdarî vê înîsîyatîfê bibe û têkilîyeka hîyerarşîk nîne di navber van sazî û kesan da ku di Înîsîyatîfê da cih digirin.
* Dê hewl bê dayîn ku kes û sazîyên din li vê înîsîyatîfê bên zêdekirin.
* Ev înîsîyatîf dê hewl bide ku di paşerojê da kongreyekê ji bo çêkirina plansazîya zimanê kurdî li dar bixe.
* Ev înîsîyatîf dê sê mehan carekê rapora binpêkirinên li dijî zimanê kurdî amade bike û pêşkêşî raya giştî bike.
* Ev înîsîyatîf dê hewl bide ku li ser mijarên ku di komxebatê da hatin axaftin di paşerojê da komxebatên curbicur li dar bixe û di van komxebatan da li ser pirsgirêkên zimanê kurdî yên taybet hûr bibe.
* Her sazîya ku li ser kurdî yan li ser mafên zimanê dayikê xebatan dike, divê arşîva xebatên xwe amade bike.
* Şaredarîyên ku li ser kurdî xebat kirine, dê ji wan bê xwestin ku dîroka xebatên xwe yên zimên amade bikin û bi Înîsîyatîfê ra bi par ve bikin.
* Sazîyên ku li ser kurdî xebat dikirin û dikin divê dîroka xwe binivîsin. Ev înîsîyatîf dê dîroka van sazîyan berhev bike û di kitêbekê da çap bike.
* Ev înîsîyatîf dê hewl bide ku di paşerojê da anket û lêkolînên sosyolînguîstîk li Tirkîye û li bakurê Kurdistanê çêbike ji bo tesbîtkirina rewşa zimanê kurdî di nav xelkî da. Ev anket û lêkolînên qadî dê bi alîkarîya sazî û kesên pispor bên amadekirin.
* Beşdar li ser wê yekê hemfikir bûn ku hebûna kanaleka televîzyonê ya taybet li ser zimanê kurdî dê roleka karîger bilîze di çêkirina hişmendîya zimanî da. Eger derfet ji bo vekirina kanaleka bi vî rengî çênebin jî, divê di kanalên heyî da bernameyên li ser zimanê kurdî bên zêdekirin û bernameyên heyî bên xurtkirin.
* Ev înîsîyatîf dê di paşerojê da kanaleka Youtubê veke. Ev kanal dê li ser hînkirina kurdî û çêkirina hişmendîya zimanî xebatan bike.
* Ji bo xurtkirina sazîyên zimanî dê girîngî bi perwerdeya navxweyî bê dayîn. Ev înîsîyatîf dê alîkarîya vê yekê bike.
* Ji bo xurtkirina vê înîsîyatîfê dê bi partîyên sîyasî ra têkilî bên danîn û li ser rewşa kurdî bi partîyên sîyasî ra gotûbêj bên kirin.
* Raporeka giştî dê li ser rewşa kurdî ya berîya Rewşa Awarte (OHAL) û piştî Rewşa Awarte bê amadekirin.
* Destkeftên wekî dersên bijarde, beşên kurdî yên li zanîngehan ku berhemên têkoşîna gelê kurd in divê piştgirîya bikaranîna wan bê kirin.
 
Sazî û komeleyên ku beşdarî komxebatê bûne jî wiha ne: Komeleya Lêkolînên Kurdî, Baroya Amedê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), PEN'a Kurd, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Avesta – Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman, Odeya Bijîşkan a Amedê, Weqfa Mezopotamyayê, Dîsa-Der Wan, Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê (SES) a Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê, Enstîtuya Dîyarbekirê bo Lêkolînên Sîyasî û Civakî (DÎSA)." 
 

Sernavên din

26/10/2019
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin
16:46 Biryara berdana Rojnameger Huseyin Aykol dan
16:37 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
16:30 Dadgeha Mêrdînê 45 sal û 3 meh ceza da 5 siyasetmedarên kurd
16:27 Trûmp: Heke Tirkiye êrîşê kurdan bike ez ê danekirinên berfireh deynim ser
16:18 Baroya Amedê: Nêzîkatiya xwe ya otorîter biterikînin
16:05 Walîtiya Edeneyê biryara qedexeya çalakiyan dirêj kir
15:55 Lavrov: Lihevkirina Soçiyê hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike
15:45 Ji Kremlînê daxuyaniya 'sînor': Diyaloga bi kurdan re didome
15:43 Tirkiye li Girê Spî agirbest binpê kir: Malek bombe kir
15:09 Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê Nexşeya Sûcên Bajarê aşkere kir
14:38 Cemeetê 'xutbeya operasyonê' şermezar kir û ji mizgeftê derketin
14:29 HABER-SEN: Feyda şer ji tu kesî re tuneye
14:28 ÎHD: Li Midyadê mîrateya çanda Sûryaniyan tune dikin
14:24 Buldan: Heke we Peymana Dolmabahçeyê înkar nekira…
13:51 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Mazlûm Ebdî: Bulten sor derket
13:39 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
13:28 Walîtiya Êlihê qedexeya çalakiyan 15 rojên din dirêj kir
13:08 Kubîlay: Tirkiye di vî şerî de winda kir û cihê çareseriyê jî Îmrali ye
12:41 Ji alîgiran heta Cûmhûriyetê: Hedefa nû dîplomasiya kurdan e
12:41 Twîtterê 'tika şîn' da Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî
12:26 Endamên biçek ên SMO li Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê cirîd davêjin
11:40 Nûnerê Sûriyeyê yê NY'yê Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê
11:04 Rojnamevanên kurd bang li DYA û YE kirin: Rêveberiya xweser nas bikin
10:27 KNK'ê encamnameya civîna 19'emîn eşkere kir
10:13 Rêxistina Efûyê: Tirkiye penaberan bi darê zorê şand herêma şer
10:13 CHP’ê derbarê Erdal Aksunger ê gotibû ‘PYD ne rêxistina terorê ye’ lêpirsîn da destpêkirin
09:59 Di 15 saliya xwe de medresê berda û bû dengbêj
09:09 'Karkeriya demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev'
09:08 Togûç: Divê yekîtiya neteweyî pêk bê
09:08 Hayko Bagdat: Erdogan ji 'êrîşkariya' xwe bi paş ve gav neavêtiye
09:07 Esnafên Wanê: Sedema krîza aborî şer e
09:06 ‘Reforma Darazê ji feraseta parastina zarokan a gerdûnî dûr e'
09:06 Giliyê polîsên ku ew xesp kirine kir
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2019'AN
08:05 Rojnameger Oktay û Akgul hatin berdan
24/10/2019
20:51 Artêşa Iraqê destûr neda alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bibe
20:37 Dengê Nîştiman: Bila hemû peywendiyên bi Tirkiye re bên rawestandin
19:58 Mazlûm Ebdî: Fikarên me têkildarî xalên lihevkirina Soçiyê hene
16:42 Sefaretxaneya Kanadayê serdana HDP’ê kir
16:30 Polîsan ji HDP’iyan re got: Xelk tev li we dibe û li çepikan dide, serdan wisa nabe
16:24 Parlamentoya Ewropayê: Bila zext were kirin
16:04 Gabriel: Tirkiye berpirsê binpêkirina agirbestê ye
15:34 HDP li Wanê diçe kongreya awarte
15:25 Xelîl: Tirkiye ji sê aliyan ve êrîşi Serêkaniyê dike û agirbestê binpê dike
15:12 Banqeya Navendî daxîna faîzê daxist ji sedî 14'an
14:51 Ji 31 fezlekeyên şandin Meclîsê 30 heb derbarê HDP’iyan de ne
14:50 Fermanderê Giştî yê QSD’ê Abdî: Tirkiye agirbestê îhlal dike
14:50 Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Net'ê Emre Orman hat girtin
14:01 Li Kocaelî 2 HDP’î girtin
14:00 Pentagon: Tirkiye bi nêzikbûna xwe Rûsyayê re di rêya şaş de ye
13:59 Yalçindag cîgira Seroka Giştî ya FİDH'ê hat bijartin
13:53 Polîsan mudaxileyî karkerên xwestin biçin Enqerê kirin: 29 binçav kirin
13:43 Rûsya: Hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirin
13:37 Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî civiyan
13:37 Ji bo berdana rojnameger Aykol serlêdan kir
13:36 Berxwedana gelan dê rengê maseya Sûriyeyê diyar bike
13:34 Di doza Kemal Kurkut de dayikê qîr kir û got ‘kujerno’
13:09 Tanrikûlû partiya xwe rexne kir: CHP'ê winda kir, Erdogan qezenc kir
12:54 Daneşîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:49 13 sazî ji bo zimanê kurdî dê Înîsiyatîfa ziman ava bikin
12:18 Rojnameya The Times wêneyê ku Tirkiye çekên qedexe bikar aniye xêz kir
11:30 Operasyona eskerî ya li bejahiya Licê bi dawî bû
11:30 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut kirin hucreya yek kesî
11:20 Serokomariyê beriya êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferman daye çapemeniyê
10:51 Baş: Em ê di demek nêz de bibînin ku Tirkiye dê li Sûriyê winda bike
10:50 Ewil girtin û piştre îfadeya şahidê nepen li dosyayê zêde kirin
10:44 Polîsan bi maşineya zirxî lêxistin û reviyan: Dibe ku zarok seqet bimîn e
10:43 Wezîra Parastinê ya Almanyayê: Dagirkirina Tirkiyeyê rastiyek e
10:20 Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê bi wêneyan hovîtiyê vegot
10:07 Şahoz Hesen: Êdî cîhan bi çavê Tirkiyeyê li me nanerin
09:44 Sekreterê Giştî yê PDPKS'ê Abdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir
09:12 ‘Eger ji bo HDP'ê demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye'
09:11 Çepnî: Armanc fetisandina Şoreşa Rojavayê ye
09:10 Heskîfiyan bi darê zorê dişînin cihê nû
09:09 Cotkarên erziromî: Em zehmetê dikişînin lê qezenc nakin
09:09 Rêjeya betaliyê ya jinên ciwan bûye 41.2
09:08 Rêvebirê Weqfa Ûmûtê Akcan: Divê çekdarîbûna şexsî bê kontrolkirin
09:07 Fanzîna 'flashhilat' ji bo piştgiriya Rojava di hejmara 9'an de bi navê 'flashava' derket
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2019'AN
23/10/2019
16:58 Nurcan a hevjînê wê ew dîl girt: Ez naxwazim bêm kuştin
16:28 Gelê Qamişlo û Hesekê li dijî êrîşen Tirkiyeyê daketin qadan
15:56 Xwendekarên ODTU'yê: Em li dijî faşîzm li gel hev in
15:51 Destûr nedan Hevşaredara Pîranê têkeve nava Amedê
15:35 ‘Mizrakli nûnerê biratî û aştiyê ye’
15:30 Kurdekî Suriyeyê li peş Komseriya Penaberan a Cenevreyê agir bi xwe xist
15:11 Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin