Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê bi wêneyan hovîtiyê vegot

  • rojane
  • 10:20 24 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li Kongreya Amerîka axivî û got artêşa Tirkiyê komkujiyên hovane li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye û herî dawî destdirêjî li hember cenazeyê şervanekê hat kirin. Ehmed got: "Tirkiyê bi navê 'artêşa azad' çeteyên DAIŞ'ê diparêze."
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed der barê êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya endamên Congress a Amerîkayê axivî. Rûniştin bi armanca nîqaşkirina biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê pêkanîna guhertinekê di siyaseta Amerîkayê de li Sûriyê bi rêve çû.
 
Îlham Ehmed a bi zimanê Kurdî axivî, spasiya endamên Congressê kir ku derfet dane û wê vexwendine civînê.
 
Ehmed got: "Çend salên di hundirê Sûriyê de şer tê meşandin kêlî bi kêlî, deqe bi deqe me jiyan kir û him jî me ji bo jiyaneke azad em ava bikin me kar û xebat kir. Gelê me yê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re jiyaneke azad ava kir heta piştî rizgarkirina ji sedî 30 xaka Sûriyê ji DAIŞ'ê.  Di bin siya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hemû ol û bawerî ji Êzidî, Suryan û Xiristiyan bi hev re dijîn. Me hêvî dikir piştî tinekirina DAIŞ'ê jiyaneke azad ava bikin."
 
Ehmed bi bîr xist ku di şerê wan ê li dijî DAIŞ'ê de 11 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û 25 hezar kes jî parçeyên ji bedena xwe winda kirine. Hêzên Amerîkî cihê spasiyê ne ku me bi hev re şerê li dijî DAIŞ'ê kir û serkeftin bi dest xist."
 
'PIŞTÎ PEYWENDIYA TRUMP Û ERDOGAN TIRKIYE ÊRIŞ KIR' 
 
Ehmed diyar kir ku hêzên Amerîkayê soza parastina herêmê heta piştî tinekirina DAIŞ'ê  û peydakirina çareseriyeke aştiyane ji bo aloziya Sûriyê dabû û wiha got: "Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Efrînê, Amerîka ji me re got ku ew nikarin alîkariya me bikin, ji ber leşkerên me li herêmê tine ne, gotin cihên leşkerên me lê hene, em ê nehêlin êrîş lê çêbibin. Ji bo wê jî baweriya me bi Amerîkayê re çêbû. Me dizanî ku heger êrîşek li ser me çêbibe herî kêm wê Amerîkayê wê nehêlibe êrîş çêbibe, li ser vê esasî baweriya me hêzên Amerîkayê û heta beriya êrişên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû. Me texmîn dikir ku Amerîkayê dê esîman li beramberî firokên dewleta Tirk bigire. Ji bo ku êriş li ser herêmên me çênebin me mekanîzmeya ewlehiyê qebûl kir. Ji ber vê yekê me hêzên xwe li ser sînor vekişand û dewriyeyên hevbêş ên Amerîka û Tirkiyê li ser sînor hatin meşandin. Lê piştî peywendiya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan me nas ku Tirkiyê dê êrişî herêmê bike."
 
'ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎN' 
 
Ehmed wiha domand: "Em şaş man û hêvî nakin ku pêk were. Lewra me mafê parastina rewa bi kar anî. Tirkiyê êrişî axa me kir. Hêzên me jî bersîv dan. Di dema ku hêzên me karê xwe di tunekirina şaneyên DAIŞ'ê de berdewam dikir. Ji ber êrîşên Tirkiyê 300 hezar kes ji neçarî koçber bû û piraniya wan zarok 250 kes şehîd bûn û hîna 300 kes winda ne."
 
Ehmed destnîşan kir ku bajarê Serêkaniyê bi temamî wêran bûye û got: "Çeteyên artêşa Tirk a dagirker siyasetmedarên me kuştin. Yek ji van siyasetmedaran Hevrîn Xelef bû. Komkujî li ser sivîlan pêk anîn. Her wiha gaza fosfor ya kîmyawî der li dijî sivîlan de bi kar anîn. Ji ber tinebûna derfetan me nikarî ew tişt tehlîl bikin. Me hewl da şer raweste lê Tirkiyê êrişên xwe berdewam kir heta ku bi dirêjahiya 120 km û firahiya 32 km derbasî bajarê me bû."
 
'YÊN KU LI NEW YORKÊ TEQÎN PÊK ANÎ NIHA DI HEFSA ME DE YE' 
 
Ehmed got: "Kesên bi artêşa Tirk a dagirker re kar dikin mîrên çeteyên DAIŞ'ê ne, îdia dikin ku artêşa azad in û li dijî hêzên me şer dikin. Ew her tim bi serîjêkirinê tehdît dikin û heman sloganên DAIŞ'ê bi kar tînin. Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên me gelek girtiyên DAIŞ'ê ji girtîgehan reviyan. Di nav de 6 Fransî, 2 Balcîkî û 10 kes nasnameya wan ne diyar e. Hîna xeterî li ser ewlehiya Amerîka hene. Yê ku New York teqand niha di girtîgehên me de ne û rewş jî xeter e û Tirkiyê wan diparêze. Erdnîgariya herêma me hate parçekirin di dema ku DAIŞ'ê hîna êrişên xwe li ser herêmê didomîne. Bi cenazeyê şervanek ji şervanên me yên ku şerê DAIŞ'ê kiriye leyîstin."
 
WÊNEYÊN HOVÎTIYÊ NÎŞAN DA
 
Ehmed di dawiya axaftina xwe de hinek ji wêneyên komkujiyên ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê û eskerên Tirk ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrişan de û wêneyên ku bikaranîna gaza fosfor û leyîstina bi cenazeyê şervana YPJ'ê Amara pêşendan û got: "Ew in ên ku artêşa Tirk a dagirker wan diparêze û bi opozîsyona Sûriyê nav dike."

Sernavên din

26/10/2019
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin
16:46 Biryara berdana Rojnameger Huseyin Aykol dan
16:37 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
16:30 Dadgeha Mêrdînê 45 sal û 3 meh ceza da 5 siyasetmedarên kurd
16:27 Trûmp: Heke Tirkiye êrîşê kurdan bike ez ê danekirinên berfireh deynim ser
16:18 Baroya Amedê: Nêzîkatiya xwe ya otorîter biterikînin
16:05 Walîtiya Edeneyê biryara qedexeya çalakiyan dirêj kir
15:55 Lavrov: Lihevkirina Soçiyê hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike
15:45 Ji Kremlînê daxuyaniya 'sînor': Diyaloga bi kurdan re didome
15:43 Tirkiye li Girê Spî agirbest binpê kir: Malek bombe kir
15:09 Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê Nexşeya Sûcên Bajarê aşkere kir
14:38 Cemeetê 'xutbeya operasyonê' şermezar kir û ji mizgeftê derketin
14:29 HABER-SEN: Feyda şer ji tu kesî re tuneye
14:28 ÎHD: Li Midyadê mîrateya çanda Sûryaniyan tune dikin
14:24 Buldan: Heke we Peymana Dolmabahçeyê înkar nekira…
13:51 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Mazlûm Ebdî: Bulten sor derket
13:39 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
13:28 Walîtiya Êlihê qedexeya çalakiyan 15 rojên din dirêj kir
13:08 Kubîlay: Tirkiye di vî şerî de winda kir û cihê çareseriyê jî Îmrali ye
12:41 Ji alîgiran heta Cûmhûriyetê: Hedefa nû dîplomasiya kurdan e
12:41 Twîtterê 'tika şîn' da Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî
12:26 Endamên biçek ên SMO li Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê cirîd davêjin
11:40 Nûnerê Sûriyeyê yê NY'yê Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê
11:04 Rojnamevanên kurd bang li DYA û YE kirin: Rêveberiya xweser nas bikin
10:27 KNK'ê encamnameya civîna 19'emîn eşkere kir
10:13 Rêxistina Efûyê: Tirkiye penaberan bi darê zorê şand herêma şer
10:13 CHP’ê derbarê Erdal Aksunger ê gotibû ‘PYD ne rêxistina terorê ye’ lêpirsîn da destpêkirin
09:59 Di 15 saliya xwe de medresê berda û bû dengbêj
09:09 'Karkeriya demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev'
09:08 Togûç: Divê yekîtiya neteweyî pêk bê
09:08 Hayko Bagdat: Erdogan ji 'êrîşkariya' xwe bi paş ve gav neavêtiye
09:07 Esnafên Wanê: Sedema krîza aborî şer e
09:06 ‘Reforma Darazê ji feraseta parastina zarokan a gerdûnî dûr e'
09:06 Giliyê polîsên ku ew xesp kirine kir
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2019'AN
08:05 Rojnameger Oktay û Akgul hatin berdan
24/10/2019
20:51 Artêşa Iraqê destûr neda alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bibe
20:37 Dengê Nîştiman: Bila hemû peywendiyên bi Tirkiye re bên rawestandin
19:58 Mazlûm Ebdî: Fikarên me têkildarî xalên lihevkirina Soçiyê hene
16:42 Sefaretxaneya Kanadayê serdana HDP’ê kir
16:30 Polîsan ji HDP’iyan re got: Xelk tev li we dibe û li çepikan dide, serdan wisa nabe
16:24 Parlamentoya Ewropayê: Bila zext were kirin
16:04 Gabriel: Tirkiye berpirsê binpêkirina agirbestê ye
15:34 HDP li Wanê diçe kongreya awarte
15:25 Xelîl: Tirkiye ji sê aliyan ve êrîşi Serêkaniyê dike û agirbestê binpê dike
15:12 Banqeya Navendî daxîna faîzê daxist ji sedî 14'an
14:51 Ji 31 fezlekeyên şandin Meclîsê 30 heb derbarê HDP’iyan de ne
14:50 Fermanderê Giştî yê QSD’ê Abdî: Tirkiye agirbestê îhlal dike
14:50 Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Net'ê Emre Orman hat girtin
14:01 Li Kocaelî 2 HDP’î girtin
14:00 Pentagon: Tirkiye bi nêzikbûna xwe Rûsyayê re di rêya şaş de ye
13:59 Yalçindag cîgira Seroka Giştî ya FİDH'ê hat bijartin
13:53 Polîsan mudaxileyî karkerên xwestin biçin Enqerê kirin: 29 binçav kirin
13:43 Rûsya: Hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirin
13:37 Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî civiyan
13:37 Ji bo berdana rojnameger Aykol serlêdan kir
13:36 Berxwedana gelan dê rengê maseya Sûriyeyê diyar bike
13:34 Di doza Kemal Kurkut de dayikê qîr kir û got ‘kujerno’
13:09 Tanrikûlû partiya xwe rexne kir: CHP'ê winda kir, Erdogan qezenc kir
12:54 Daneşîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:49 13 sazî ji bo zimanê kurdî dê Înîsiyatîfa ziman ava bikin
12:18 Rojnameya The Times wêneyê ku Tirkiye çekên qedexe bikar aniye xêz kir
11:30 Operasyona eskerî ya li bejahiya Licê bi dawî bû
11:30 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut kirin hucreya yek kesî
11:20 Serokomariyê beriya êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferman daye çapemeniyê
10:51 Baş: Em ê di demek nêz de bibînin ku Tirkiye dê li Sûriyê winda bike
10:50 Ewil girtin û piştre îfadeya şahidê nepen li dosyayê zêde kirin
10:44 Polîsan bi maşineya zirxî lêxistin û reviyan: Dibe ku zarok seqet bimîn e
10:43 Wezîra Parastinê ya Almanyayê: Dagirkirina Tirkiyeyê rastiyek e
10:20 Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê bi wêneyan hovîtiyê vegot
10:07 Şahoz Hesen: Êdî cîhan bi çavê Tirkiyeyê li me nanerin
09:44 Sekreterê Giştî yê PDPKS'ê Abdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir
09:12 ‘Eger ji bo HDP'ê demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye'
09:11 Çepnî: Armanc fetisandina Şoreşa Rojavayê ye
09:10 Heskîfiyan bi darê zorê dişînin cihê nû
09:09 Cotkarên erziromî: Em zehmetê dikişînin lê qezenc nakin
09:09 Rêjeya betaliyê ya jinên ciwan bûye 41.2
09:08 Rêvebirê Weqfa Ûmûtê Akcan: Divê çekdarîbûna şexsî bê kontrolkirin
09:07 Fanzîna 'flashhilat' ji bo piştgiriya Rojava di hejmara 9'an de bi navê 'flashava' derket
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2019'AN
23/10/2019
16:58 Nurcan a hevjînê wê ew dîl girt: Ez naxwazim bêm kuştin
16:28 Gelê Qamişlo û Hesekê li dijî êrîşen Tirkiyeyê daketin qadan
15:56 Xwendekarên ODTU'yê: Em li dijî faşîzm li gel hev in
15:51 Destûr nedan Hevşaredara Pîranê têkeve nava Amedê
15:35 ‘Mizrakli nûnerê biratî û aştiyê ye’
15:30 Kurdekî Suriyeyê li peş Komseriya Penaberan a Cenevreyê agir bi xwe xist
15:11 Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin