ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê xwest li dijî êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar bike, lê rastî mudaxileyî polîsan hat. Polîsan gelek kes bi lêdanê binçav kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê, xwestin li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şermezar bikin, lê rastî mudaxileya polîsan hatin. Polîsan, di saetên serê sibê de bi gelek maşîneyên zirxî derdora avahiya partiyê dorpêç kirin û ketina avahiya partiyê girtin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, hevşaredar û gelek kes li gel vê yekê jî li avahiya partiyê kom bûn. HDP’iyan xwestin li ber avahiya partiyê daxuyanî bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara “qedexeya” walîtiyê destûr neda.
HDP’iyan di daxuyanî dayînê de israr kirin. Lê polîsan dîsa destûr nedan wan. Di vê navberê de polîsan derketina ji avahiya asteng kirin û gelek kes derp kirin. Polîsên ku rêveber û endamên HDP’ê derkirin gelek kes bi lêdanê binçav kirin.
Wekîla HDP’ê li ser vê yekê, li derve dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan jî derdora Îmîr girtin.