MÊRDÎN - Hat diyar kirin ku di pevçûna dijwar a li Taxa Şenyurt a Navçeya Qoser a li ser sînor rû da de, 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan rakirin nexweşxaneya navçeyê û nexweşxane li sîvîlan girtin.
Piştî êrîşa leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê li bajarok Dirbêsiyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê ya li ser sînor belav bû, dewam dike. Komên OSO yên bi pere û leşkerên li bajarokê cihê bûn, ji 4 sed metreyî dûrî sînor qadên sivîlan bi çekên giran bombebaran dikin. Hêzên QSD’ê ku parastina herêmên xwe dikin, bi avêtina hewan û roketa bersiv didin.
NEXWEŞXANEYA QOSERÊ LI SÎVÎLAN GIRTIN
Li herêma ku hemû ketin û derketina taxan dibin kontrola leşkeran de ne, liv û tevgera ambûlan heye. Wesayîtên cenaze yên aîdê Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê ketin herêmê. Hat diyar kirin ku ambûlansên ji taxên bajorêkê derketin, 5 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Piştî liv û tevgera heyî, nexweşxane li sîvîlan hat girtin û polîsan derdora nexweşxanê girtin.
LI NEXWEŞXANEYA TAYBET JÎ TEVGERA AMBÛLANSÊ
Di nava du rojên dawî de, gelek ambûlans ketin nexweşxaneyek taybet a Qoserê û jê derketin. Polîsên hêzên taybet bi ambûlansan re tên û diçin û destûrê nadin ku kes nêzî ambûlansan bibin. Rêveberiya nexweşxanê ku nexwest derbarê bûyerê de agahî bide, diyar kir ku li benda daxuyaniyên Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Walîtiya Mêrdînê bin.
Di heman demê de endamên OSO yên bi pere, bi wesayîtên serwîsên dibîstanê sewqî xeta ser sînor tên kirin.