RIHA – Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê ket. Ji ber topê 2 kes jiyana xwe ji dest dan.
Operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Îro, topeke hewanê li Taxa Mehser a Pirsûsa Rihayê key. Top, li malekê ket. Ji ber topa hewanê kesê bi navê Halîl Yagmûr û karkerekî îneşatê jiyana xwe ji dest dan.
Şêniyekî taxê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, derpêş kir ku top ji gundê Cengokê ku 8 kîlometre dûrî taxa wan e hatiye.