Çîçek: Stratejiya me ya Îtîfaqa Demokrasiyê wê gelê Tirkiyeyê bi ser bixe

  • rojane
  • 13:12 22 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Stenbolê Prz. Cengîz Çîcek, peyama Ocalan nirwxand û got: "Em bi her awayî li dijî nijadperestî, cudakarî û berberiyê rêya 3'emîn diparêzin. HDP û KCD wê li gorî perspektifa neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk li hemû erdhîgariyê û cîhanê ava bikin." 

 
Buroya Huqîqê ya Sedsalê têkildarî hevditina çaremîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku di 18'ê Hezîranê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê kirin, agahî dan. Parêzeran di daxuyaniyê de gotin: “Birêz Ocalan got divê HDP feraseta îtîfaqa demokratîk ku di xwe de ava kiriye, neke niqaşên hilbijartina rojane û nebe aliyê niqaşên rojane. Ocalan bal kişand lihevkirina civakî û xwest nebe xwê û îsota berberî û dubendiyê.  Ocalan destnîşan kir ku siyaseta berberiyê û gotinên heqaretê ya bi rêya demagojiyê, siyaseta pevçûn û şer e û xwest HDP rêya xwe biparêze. Xwest em van xisûsan bi HDP'ê re parve bikin û bê niqaşkirin. Dîsa diyar kir ku HDP ku partiyek siyasî ye, ew bi xwe xebatên xwe dike û ew bi xwe biryarên xwe dide û wê HDP biryarên xwe bide." 
 
Beriya Baro daxuyani bide Ajansa Anadolu der barê hevdîtina bi parêzeran re ku ji bo HDP’ê peyam şandibû, bi raya giştî re parve kir û rê li pêş manipulasyonê vekir. Wekî ku Ocalan xwestibe di hilbijartina Stenbolê de HDP bê alî bimîne nîşan da. Medya AKP'ê ev mijar zêde kir meseleya niqaşê û belav kir. Lê van niqaşan zêde dewam nekir rastî derket holê. Têkildarî mijarê û peyama Ocalan  Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Stenbolê Prz. Cengîz Çîcek, peyama Ocalan nirwxand û got: "Em bi her awayî li dijî nijadperestî, cudakarî û berberiyê rêya 3'emîn diparêzin. HDP û KCD wê li gorî perspektifa neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk li hemû erdhîgariyê û cîhanê ava bikin." 
 
Çîçek, anî ziman ku Ocalan tiştekî nû negotiye û berdewamiya gotina wî ya dîrokî heye û wiha got: "Brêz Ocalan ne tenê di pêvajoya Îmraliyê de, ji salên 90'an de bal dikişîne ser pirsgirêka Kurd a li Tirkiye û rêya çareseriya demokratîk. Ji bo meseleya Demokratîk a Tirkiye bi çavekî felsefî, dîrokî, û civakî û kûrahî digire dest. Beriya arîfeya hilbijartina Stenbolê îktîdar vê daxuyaniyê dike rojev. Bi rêya organên medyaya xwe dike mirara niqaşên Dixwazin bikin amûra devşirme ya îktîdar û serdestiyê. Ev bi serê xwe pirsgirêkek pir mezin e. Ji ber ku birêz Ocalan di serî de ji bo meseleya Kurd, ji bo pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiye perspektifên girîng dide. Bi siyaseta rojane nêzikbûna demokratîkbûna Tirikye çareseriyê seqet dike. Siyaseta ku li ser bingeha bê alî ango bi alî, bi nêt ango bê nêt, bi giştî li ser bingeha siyaseta rojane nêzîkî daxuyaniya Birêz Ocalan bibe, nikare astengiya li pêş demokratîkbûna Tirkiye ji holê rake. Ji ber vê yekê ev niqaşên bi rêya medya îktîdarê tên kirin, lîstikên spekulatif in. Ne tenê li Tirkiye, li Rojhilata Navîn û Cîhanê krîza siyasî û aborî heye. Ji ber vê yekê di lehê gelan de pirsgirêka demokratîkbûnê heye. Ji ber vê yekê di rewşa krîzê de pêdivî bi demokratîkbûnê heye. Tirkiye rêya lêgerina çareseriyê winda kiriye. Brêz Ocalan bi vê daxuyaniyê rê dide û Tirkiye arasteyî çaseriyê dike. Ger ku hemû beşên civakî yên li Tirkiye dixwazin ji vê krîzê derkevin divê vê daxuyaniya Birêz Ocalan wekî formulê îtîfaqa demokratîk a çareseriyê bigirin dest. "
 
'JI HEMÛ DERDORÊN SIYASÎ Û RÊXİSTÎNÎ RE DIBÊJE' 
 
Çîçek, da zanîn ku dema li hevdîtinên Ocalan ên dawî ku bi parêzerên xwe re kiriye dinere, dibine ku peyamên wî ji perspektifên ku hev temam dike pêk tên û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan di van daxuyaniyan de tu carî qala hilbijartina Stenbolê û siyaseta rojane nekir. Gelek caran diyar kir ku ev mesele siyaseta rojane derbas dike. Demokratîkbûna Tirkiye meseleya siyaseta rojane derbas dike. Gotina wî ya Lihevkirina Civakî, dixwaze ji hemû siyaseta berberî, cudakariyê dûr bikeve. Li vir tenê ji bo HDP’'ê nabêje. Ji bo hemû derdorên siyaset û rêxistinî dibêje." 
 
'NIRXANDINA OCALAN A ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ NE NÛ YE' 
 
Çîçek, da zanîn nirxandina Ocalan a "Îtîfaqa Demokrasiyê" ne nû ye û wiha pêde çû: "Wekî ku nû ev pênase anîye ziman digirin dest. Wekî ku partiya me ji vê gotinê re nû ye hiyekî didin avakirin. Ev niqaş berhemên siyaseta lawaz e. Ev rewsa siyasetê nîşan dide. Ji pêvajoya ku HDP hatiye avakirin heta niha, herî zêde HDP li ser pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiye bi awayekî kûr û fireh radewiste û li çareseriyê digere. Ji bo me Îtêfaqa Demokrasiyê li dijî feraseta îktîdarperestî, serdestî û dewletperestiyê, hemû nasname, reng, rû û fikrên siyasî û baweriyên cuda dixe nava xwe. Ne bekaya dewletê bekaya civakê esas digire. Ji xwe HDP partiya Îtîfaqa Demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê partiya Tirkiyeyê ye. Brêz Ocalan balê dikişîne ser lihevkirina demokratîk û veguhertina civakê. Diyar dike ku civaka bê guhertin wê siyasetê jî biguhere. Guhertina civakê û guhertina siyaseta civakî bi hev girê dide. Ji ber vê yekê guhertina civakî û guhertina siyasî bi hev girê dide. Ji ber vê bi salan qîmetek mezin dide Rêxistinbûna Civaka Demokratîk." 
 
'LÎSTIK Û SPEKÜLASYONA ÎKTİDARÊ YE' 
 
Çîçek, nûçeya ku bi rêya AA  pêşkêş kirin jî rexne kir û wiha axivî: "Piştî parêzerên Birêz Ocalan li Îmraliyê hevdîtin kirin û şûnde, hêj encama hevdîtinê di çarçoveya mahremiyeta wekîl û muwekil de bi raya giştî û civakê re nehatibû parvekirin, bi rêya ajansa dewletê Ajansa Anodul wekî fîlmê casusiyê bi raya giştî re parve kirin. Ev nîşan dide ku ji bo me pirsgirêka Kurd û demokratîkbuna Tirkiye çiqas zor e. Tişta ku Ajansa Anadolu dike ne nûçegîhanî û rojnamegerî ye. Em li gorî hiquqê bifikirin jî hiqûq dibêje 'Têkiliya wekil-muwekkîl mahrem e. Bêyî riza muvekkil, wekîl nikare daxuyanî bide û agahiyan parve bike. Yên ku nameyan dibin û tînin diyar in. Parêzer, dozgeriya girtîgehê û rêveberiya girtîgehê ye. Di milê hiqûqî de ku dewlet berpirsiyar tê dîtin, bi destê ajansekê ev petn beriya hilbijartinê tê belav kirin. Ev beriya hilbijartinê lîstik û spekülasyona îktidarê ye. Pêşwazîkiran Birêz Ocalan dikin rant û berjewendiyên xwe yên hilbijartinê. Ev di heman demê de heqareta li Birêz Ocalan, gelê Kurd, têkoşyîna demokratîk a gelê Kurd û têkoşîna gelê Tirkiye ya demokratîk hatiye kirin. Li vir îxanet heye. Ev nûçeya AA  nîşan dide ku siyaseta çipas derketiye dervê hiqûq û sinc. Ev li dijî heq, hiqûq, sinc û siyasetê ye. Ev li dijî sinc û polîtika çapemeniyê ye. Divê ev yek baş lê lêpirsîn."  
 
'RASTIYA ÎMRALIYÊ DERKET HOLÊ'
 
Çîçek, anî ziman ku bi vê nûçeyê rastiyek din ji derket holê û wiha pêde çû: "Nûçeya ku AA' serwîs kir, nîşan dide ku Pergala Îmraliyê 20 salin pergala tecrîd û îşkenceyê ye. Biryara 6'ê Gulanê ya YSK'ê pir hat niqaşkirin. Gotinek me ji rewşenbir, nivîskar û hemû kesên alîgirê azadiya Tirkiyeyê re hebû. Nûçeya AA pergala îşkence ya 20 salan a Îmraliyê aşkere kir. Dîsa nîşan da ku îktîdar pîvan u rêgezên hiqûqê çiqas binpê kiriye û berovajî kiriye û li gorî berjewendiyen xwe bikar tîne. Mafê Brêz Ocalan ê parastinê ji destê wî girtine, mafê wî yê gotinê ji destê wî girtiye, Şensa wî ku fikrên xwe parve bike ji destê wî girtine. Li gel vê yekê li ser gotinên Ocalan ew qas spekulasyonan ava dikin. Ev rast û dijwariya tecrîdkirina li Îmraliyê û îşkenceya li wir nîşan dide. Dive hemû kesên li hemberî demokrasiyê hestiyar, piştî nûçeya AA û keyfîyeta îktîdarê ya li Îmraliyê têkoşîna demokrasî û hiqûqê bilind bikin. 
Heta ku rê û rêgezên ku Brêz Ocalan fikrên xwe bi civakê re parve bike bên girtin, wê mesele her dem bi vî rengi bê spekule kirin. Ger ku îktîdar dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê berî her tiştî hemû astengiyên li pêş Brêz Oclaan rake."
 
'PIRSGIRÊKA DEMOKRATÎKBÛNÊ LI SER PARTIYAN E'
 
Çîçek, herî dawî da zanîn ku pirsgirêka Demokratîkbûna Tirkiye di ser partiyan re ye û wiha got: "Sekna Brêz Ocalan di ser partiyan re ye. Ji ber vê yekê  sekna Brêz Ocalan partiyan derbas dike. Zorê li partiyan, dewletê û civakên demokratik dike ku demokrasiyê pêş bixin. Birêz Ocalan mîmarê damezirandina fikra HDP'ê ye. Em dibînin ku bêyî HDP'ê HDP'ê û bêyî Ocalan Ocalan niqaş dikin. Ev seranserî û lawaziya wan nîşan dide. Li Tirkiye pirsgirêka Demokratîkbûna Tirkiye ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. pirsgirêka gelên Derya Reş, Ege û hemû partiyên Tirkiye ye. Ne tenê pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka hemû gelê Tirkiye ye. Brêz Ocalan bi salan e balê dikişîne ser vê meseleyê. 
 
MA / Yasin Kobulan – Sadiye Eser
 

Sernavên din

22/06/2019
15:35 Komîsyona Jinê ya Navenda ÎHD'ê: Li Xelfetê îşkenceya zayendî hat belgekirin
15:34 Koçyîgît: Stratejiya HDP'ê fêrbûnan guhert
15:33 ‘Divê girtiyê nexweş Abdulazîz Ozdemîr li nexweşxanê bê dermankirin’
14:59 Duyemin Serokê TTB'ê Çerkezoglu: Şer îro jî pirsgireka tenduristiya civakî ye
14:43 Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ahmet Ustun pirsîn
14:36 ‘Walî bi qedexeyan nikare ser rastiyan bigire'
13:46 70'yemîn Kongreya TTB'ê dest pê kir
13:43 Kaftancioglû: Tifaqa Stenbolê dê qezenc bike
13:25 Hevserokên HDP’ê dê dengên xwe li Stenbolê bidin
13:12 Çîçek: Stratejiya me ya Îtîfaqa Demokrasiyê wê gelê Tirkiyeyê bi ser bixe
12:32 Polisan li Mêrdînê 4 cîwan binçav kir
12:24 Parêzerê navbênkarî kir kuştin
12:23 Qaymeqamiya Derikê bernameya îmzekirinê ya Nivîskar Mehdî Perînçek qedexe kir
12:07 Hejmara kesên li Sîwereg hatin binçavkirin derket 6’an
12:07 ‘Biryara ji bo Abdullah Altûn, ji bo mexdûrên DGM'ê emsal e '
11:11 10'emîn Kongreya Pena Kurd dest pê kir
10:51 Pêşengên eşîrên Reqa: Banga Ocalan çareseriya Tirkiye û Sûriyeyê ye
10:42 Malbata Layik: ÎGA dixwaze sûcê xwe bincil bike
10:41 Koca ya MÎT’ê gef lê xwar: Emê bi piştevahiya jinan van êrîşan têk bibin
10:15 Xalê min di mizgeftê de kuştin
09:38 250 parêz dê ji Îzmîrê ji bo ewlekariya hilbijartinê biçin Stenbolê
09:35 Li Dersimê 'Zinare Ko Bermenî' cezb dikin
09:23 Bijîşk henekê xwe bi girtiyê çavên wî kor bûn, kir: Bi şev li stêrkan mêze bike!
09:13 Ji 10 keyayên ji peywirê hatibûn girtin 6 jê vegeriyan ser karê xwe
09:12 'Divê ser skandala tecawizî ya li Agiriyê neyê girtin'
09:12 Dema şelengoyan dest pê kir
09:11 Dest ji Stenbolê berdan hatin Westanê: Divê jin dest ji axê bernedin
09:11 Nivîskar Îlhamî Çinar di greva birçîbûnê de romanek nivîsand
09:10 Êşa xwe bi çêkirina berhemên hunerî re dixeritîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:38 4 penaber li Stenbolê şewitîn û mirin
21/06/2019
17:00 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
16:59 Taş: Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê
16:09 Baroya Amedê komkujiya Sîweregê şermezar kir
14:52 Hat angaştkirin ku Zulfîkar Îzol li Meclisê bi parlamenterên AKP'ê re hevdîtin kiriye
14:28 Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çûn Qendîlê
14:25 Li Amedê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
14:03 Li Enqereyê 5 ESP'î hatin binçavkirin
14:01 HDP: Daxuyaniya Ocalan û siyaseta HDP'ê hev temam dikin, di stratejiya hilbijartinê de jî guhertin nîne
13:59 Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne
13:25 Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be
12:51 Operasyona li Xakurkê bi ser neket!
12:24 ÎGA’yê ji bo Layik daxuyanî da: Me wî ji kar dernexistiye
12:23 Li Tirkiye pirsgirêka penaberan: Em li ser bombeyê rûniştine
12:12 Cenazeyê du kesên ber lehiyê ketin hat dîtin
12:11 'Her Mal Dibistanek' xelat girt
11:23 Dîlan Îzol dike hawar û qîrîn: Gefên li ser me dewam dikin
10:59 Dema dixwestin biçin Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
10:35 Taşçier bangî Barzanî kir: Divê em li dijî ‘Bira kujiyê’ rawestin
10:34 Koçbera Şêx Mexsûd: Me jiyana xwe li pey xwe hişt û hatin
10:07 Ocalan: Divê HDP rêya xwe biparêze
09:50 Doza "biçûkxistina Serokkomar" li berdevkê OGÎ'yê Boltan hat vekirin
09:36 Parêzerê birayên Yildirim: Dema bersûc polîs û leşker bin berteka dewletê diguhere
09:27 Omer Ocalan: Dewlet ji nû ve eşîrparêziyê gûr dike
09:26 Endama Parlementoya Ewropayê Ward: Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe
09:25 Komeleya jinan girtin, lê deyn negirtin
09:24 Daneyên dawî yên Lêkolîna Avrasya: hilbijêrên AKP'î kêm dibin, ferq dê mezin be
09:23 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Zext û zoriyên li ser rojnamevanên kurd zêdetir in
09:21 Ligel bertekan dîsa li ser hewzeya Ava Asiyê Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çêdikin
09:15 Ji ber krîzê êdî mirov ji bo dawetan zêran kirê dikin!
09:14 Bi 100 dolarî wan dişînin şerê Îdlibê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
20/06/2019
18:12 Ji Sêweregê bang kir: Dewlet û peywirdarên wê li kuderê ne?
16:38 TJA: Pirsgirêk bi bombebaranê û binavkirinê çareser nabe
16:37 Şaredariya Hewagê jî dest bi rakirina lewheyên Kurdî kirin
16:36 Dozger xwest rojnameger Akin bê cezakirin
15:39 Gunay: Hûnê têkildarî kuştina 2 sivîlên li Hezexê daxuyanî bidin?
15:30 Dayika Ekîn Wan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin
15:18 Partiyên kurd operasyona Xakûrkê şermezar kirin: Siyaseta eskerî çareseriyê li pêş naxe
15:02 Boraya Wanê: Sînorê Îran û Wanê bûye gora penaberan
15:02 UNHCR: 70 milyon û 800 hezar mirov bêwar in
14:15 Ji Baroya Dersimê daxuyaniya 'ekîba profesyonel'
14:01 Personelê ewlekariyê Îbrahîm Layik hat definkirin
13:57 Mijara êrîşa zayendî ya Muftiyê Hezro birin meclîsê
13:42 Ji ÎHD’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Divê hemû dewlet çareseriyê hilberînin
13:41 HDP’ê banga ‘dengê stratejîk’ li hilbijêrên xwe kir
13:29 Li Siwêregê hejmara girtiyan derket 5'an
13:08 Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne
13:02 Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike
12:39 'Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?'
11:56 Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin
11:43 Derbarê serokê TÎP'ê Baş de fezleke hat amadekirin
11:21 Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan
10:32 Li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon: 7 binçav kirin
09:59 Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan
09:58 Bavê birayên Yildirim: Sûcdar hatin xelatkirin
09:51 Di roja penaberan de gelê Dîlokê û penaberên Sûriye hev hembêz kirin
09:29 Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin
09:12 Genç: Kurd dê li Stenbolê li vîna xwe xwedî derkevin
09:12 Ji kuçeyên dîrokî yên Sûrê heta nava dîwaran çîroka azadîxwazekî: Zulkuf Gezen
09:12 'Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe'
09:11 DMME'yê di doza KCK'ê de Tirkiye mehkûm kir
09:10 Koçeran berê xwe dan zozanên Serhedê
09:10 Melayên Kurd ji bo hilbijartina Stenbolê dixebitin
09:09 Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN
19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn