Çîçek: Stratejiya me ya Îtîfaqa Demokrasiyê wê gelê Tirkiyeyê bi ser bixe 2019-06-22 13:12:06 STENBOL - Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Stenbolê Prz. Cengîz Çîcek, peyama Ocalan nirwxand û got: "Em bi her awayî li dijî nijadperestî, cudakarî û berberiyê rêya 3'emîn diparêzin. HDP û KCD wê li gorî perspektifa neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk li hemû erdhîgariyê û cîhanê ava bikin."    Buroya Huqîqê ya Sedsalê têkildarî hevditina çaremîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku di 18'ê Hezîranê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê kirin, agahî dan. Parêzeran di daxuyaniyê de gotin: “Birêz Ocalan got divê HDP feraseta îtîfaqa demokratîk ku di xwe de ava kiriye, neke niqaşên hilbijartina rojane û nebe aliyê niqaşên rojane. Ocalan bal kişand lihevkirina civakî û xwest nebe xwê û îsota berberî û dubendiyê.  Ocalan destnîşan kir ku siyaseta berberiyê û gotinên heqaretê ya bi rêya demagojiyê, siyaseta pevçûn û şer e û xwest HDP rêya xwe biparêze. Xwest em van xisûsan bi HDP'ê re parve bikin û bê niqaşkirin. Dîsa diyar kir ku HDP ku partiyek siyasî ye, ew bi xwe xebatên xwe dike û ew bi xwe biryarên xwe dide û wê HDP biryarên xwe bide."    Beriya Baro daxuyani bide Ajansa Anadolu der barê hevdîtina bi parêzeran re ku ji bo HDP’ê peyam şandibû, bi raya giştî re parve kir û rê li pêş manipulasyonê vekir. Wekî ku Ocalan xwestibe di hilbijartina Stenbolê de HDP bê alî bimîne nîşan da. Medya AKP'ê ev mijar zêde kir meseleya niqaşê û belav kir. Lê van niqaşan zêde dewam nekir rastî derket holê. Têkildarî mijarê û peyama Ocalan  Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Stenbolê Prz. Cengîz Çîcek, peyama Ocalan nirwxand û got: "Em bi her awayî li dijî nijadperestî, cudakarî û berberiyê rêya 3'emîn diparêzin. HDP û KCD wê li gorî perspektifa neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk li hemû erdhîgariyê û cîhanê ava bikin."    Çîçek, anî ziman ku Ocalan tiştekî nû negotiye û berdewamiya gotina wî ya dîrokî heye û wiha got: "Brêz Ocalan ne tenê di pêvajoya Îmraliyê de, ji salên 90'an de bal dikişîne ser pirsgirêka Kurd a li Tirkiye û rêya çareseriya demokratîk. Ji bo meseleya Demokratîk a Tirkiye bi çavekî felsefî, dîrokî, û civakî û kûrahî digire dest. Beriya arîfeya hilbijartina Stenbolê îktîdar vê daxuyaniyê dike rojev. Bi rêya organên medyaya xwe dike mirara niqaşên Dixwazin bikin amûra devşirme ya îktîdar û serdestiyê. Ev bi serê xwe pirsgirêkek pir mezin e. Ji ber ku birêz Ocalan di serî de ji bo meseleya Kurd, ji bo pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiye perspektifên girîng dide. Bi siyaseta rojane nêzikbûna demokratîkbûna Tirikye çareseriyê seqet dike. Siyaseta ku li ser bingeha bê alî ango bi alî, bi nêt ango bê nêt, bi giştî li ser bingeha siyaseta rojane nêzîkî daxuyaniya Birêz Ocalan bibe, nikare astengiya li pêş demokratîkbûna Tirkiye ji holê rake. Ji ber vê yekê ev niqaşên bi rêya medya îktîdarê tên kirin, lîstikên spekulatif in. Ne tenê li Tirkiye, li Rojhilata Navîn û Cîhanê krîza siyasî û aborî heye. Ji ber vê yekê di lehê gelan de pirsgirêka demokratîkbûnê heye. Ji ber vê yekê di rewşa krîzê de pêdivî bi demokratîkbûnê heye. Tirkiye rêya lêgerina çareseriyê winda kiriye. Brêz Ocalan bi vê daxuyaniyê rê dide û Tirkiye arasteyî çaseriyê dike. Ger ku hemû beşên civakî yên li Tirkiye dixwazin ji vê krîzê derkevin divê vê daxuyaniya Birêz Ocalan wekî formulê îtîfaqa demokratîk a çareseriyê bigirin dest. "   'JI HEMÛ DERDORÊN SIYASÎ Û RÊXİSTÎNÎ RE DIBÊJE'    Çîçek, da zanîn ku dema li hevdîtinên Ocalan ên dawî ku bi parêzerên xwe re kiriye dinere, dibine ku peyamên wî ji perspektifên ku hev temam dike pêk tên û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan di van daxuyaniyan de tu carî qala hilbijartina Stenbolê û siyaseta rojane nekir. Gelek caran diyar kir ku ev mesele siyaseta rojane derbas dike. Demokratîkbûna Tirkiye meseleya siyaseta rojane derbas dike. Gotina wî ya Lihevkirina Civakî, dixwaze ji hemû siyaseta berberî, cudakariyê dûr bikeve. Li vir tenê ji bo HDP’'ê nabêje. Ji bo hemû derdorên siyaset û rêxistinî dibêje."    'NIRXANDINA OCALAN A ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ NE NÛ YE'    Çîçek, da zanîn nirxandina Ocalan a "Îtîfaqa Demokrasiyê" ne nû ye û wiha pêde çû: "Wekî ku nû ev pênase anîye ziman digirin dest. Wekî ku partiya me ji vê gotinê re nû ye hiyekî didin avakirin. Ev niqaş berhemên siyaseta lawaz e. Ev rewsa siyasetê nîşan dide. Ji pêvajoya ku HDP hatiye avakirin heta niha, herî zêde HDP li ser pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiye bi awayekî kûr û fireh radewiste û li çareseriyê digere. Ji bo me Îtêfaqa Demokrasiyê li dijî feraseta îktîdarperestî, serdestî û dewletperestiyê, hemû nasname, reng, rû û fikrên siyasî û baweriyên cuda dixe nava xwe. Ne bekaya dewletê bekaya civakê esas digire. Ji xwe HDP partiya Îtîfaqa Demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê partiya Tirkiyeyê ye. Brêz Ocalan balê dikişîne ser lihevkirina demokratîk û veguhertina civakê. Diyar dike ku civaka bê guhertin wê siyasetê jî biguhere. Guhertina civakê û guhertina siyaseta civakî bi hev girê dide. Ji ber vê yekê guhertina civakî û guhertina siyasî bi hev girê dide. Ji ber vê bi salan qîmetek mezin dide Rêxistinbûna Civaka Demokratîk."    'LÎSTIK Û SPEKÜLASYONA ÎKTİDARÊ YE'    Çîçek, nûçeya ku bi rêya AA  pêşkêş kirin jî rexne kir û wiha axivî: "Piştî parêzerên Birêz Ocalan li Îmraliyê hevdîtin kirin û şûnde, hêj encama hevdîtinê di çarçoveya mahremiyeta wekîl û muwekil de bi raya giştî û civakê re nehatibû parvekirin, bi rêya ajansa dewletê Ajansa Anodul wekî fîlmê casusiyê bi raya giştî re parve kirin. Ev nîşan dide ku ji bo me pirsgirêka Kurd û demokratîkbuna Tirkiye çiqas zor e. Tişta ku Ajansa Anadolu dike ne nûçegîhanî û rojnamegerî ye. Em li gorî hiquqê bifikirin jî hiqûq dibêje 'Têkiliya wekil-muwekkîl mahrem e. Bêyî riza muvekkil, wekîl nikare daxuyanî bide û agahiyan parve bike. Yên ku nameyan dibin û tînin diyar in. Parêzer, dozgeriya girtîgehê û rêveberiya girtîgehê ye. Di milê hiqûqî de ku dewlet berpirsiyar tê dîtin, bi destê ajansekê ev petn beriya hilbijartinê tê belav kirin. Ev beriya hilbijartinê lîstik û spekülasyona îktidarê ye. Pêşwazîkiran Birêz Ocalan dikin rant û berjewendiyên xwe yên hilbijartinê. Ev di heman demê de heqareta li Birêz Ocalan, gelê Kurd, têkoşyîna demokratîk a gelê Kurd û têkoşîna gelê Tirkiye ya demokratîk hatiye kirin. Li vir îxanet heye. Ev nûçeya AA  nîşan dide ku siyaseta çipas derketiye dervê hiqûq û sinc. Ev li dijî heq, hiqûq, sinc û siyasetê ye. Ev li dijî sinc û polîtika çapemeniyê ye. Divê ev yek baş lê lêpirsîn."     'RASTIYA ÎMRALIYÊ DERKET HOLÊ'   Çîçek, anî ziman ku bi vê nûçeyê rastiyek din ji derket holê û wiha pêde çû: "Nûçeya ku AA' serwîs kir, nîşan dide ku Pergala Îmraliyê 20 salin pergala tecrîd û îşkenceyê ye. Biryara 6'ê Gulanê ya YSK'ê pir hat niqaşkirin. Gotinek me ji rewşenbir, nivîskar û hemû kesên alîgirê azadiya Tirkiyeyê re hebû. Nûçeya AA pergala îşkence ya 20 salan a Îmraliyê aşkere kir. Dîsa nîşan da ku îktîdar pîvan u rêgezên hiqûqê çiqas binpê kiriye û berovajî kiriye û li gorî berjewendiyen xwe bikar tîne. Mafê Brêz Ocalan ê parastinê ji destê wî girtine, mafê wî yê gotinê ji destê wî girtiye, Şensa wî ku fikrên xwe parve bike ji destê wî girtine. Li gel vê yekê li ser gotinên Ocalan ew qas spekulasyonan ava dikin. Ev rast û dijwariya tecrîdkirina li Îmraliyê û îşkenceya li wir nîşan dide. Dive hemû kesên li hemberî demokrasiyê hestiyar, piştî nûçeya AA û keyfîyeta îktîdarê ya li Îmraliyê têkoşîna demokrasî û hiqûqê bilind bikin.  Heta ku rê û rêgezên ku Brêz Ocalan fikrên xwe bi civakê re parve bike bên girtin, wê mesele her dem bi vî rengi bê spekule kirin. Ger ku îktîdar dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê berî her tiştî hemû astengiyên li pêş Brêz Oclaan rake."   'PIRSGIRÊKA DEMOKRATÎKBÛNÊ LI SER PARTIYAN E'   Çîçek, herî dawî da zanîn ku pirsgirêka Demokratîkbûna Tirkiye di ser partiyan re ye û wiha got: "Sekna Brêz Ocalan di ser partiyan re ye. Ji ber vê yekê  sekna Brêz Ocalan partiyan derbas dike. Zorê li partiyan, dewletê û civakên demokratik dike ku demokrasiyê pêş bixin. Birêz Ocalan mîmarê damezirandina fikra HDP'ê ye. Em dibînin ku bêyî HDP'ê HDP'ê û bêyî Ocalan Ocalan niqaş dikin. Ev seranserî û lawaziya wan nîşan dide. Li Tirkiye pirsgirêka Demokratîkbûna Tirkiye ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. pirsgirêka gelên Derya Reş, Ege û hemû partiyên Tirkiye ye. Ne tenê pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka hemû gelê Tirkiye ye. Brêz Ocalan bi salan e balê dikişîne ser vê meseleyê.    MA / Yasin Kobulan – Sadiye Eser