XARPÊT - Danişîna doza Volkan Kaplan ku Dîlara Gunana qetil kiribû, taloqî 5’ê Mijdarê hate kirin. Platforma Jinan a Xarpêtê got ku dê ji bo edaletê têkoşîna xwe bidomînin.
Dîlara Gunana (25), di 4’ê Gulana 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 8 roj piştre li gundê Sedeftepeyê girêdayî navenda Xarpêtê bi awayekî definkirî hate dîtin. Danişîna duyemîn a qetilkirina Dîlara Gunanayê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê hat lidarxistin. Di dozê de Volkan Kaplan ji ber sûcê “kuştina biqesdî” weke faîlê girtî û dayik û bavên wî jî ji ber sûcê “şirîkatiya sûc” negirtî tên darizandin. Faîl Kaplan û dayik û bavên wî, dayika û bavên Dîlara Gunanayê û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Platforma Jinan a Xarpêtê jî weke temaşevan beşdarî danişînê bû.
Piştî tespîtkirina nasnameyan, bavê Dîlara Gunanayê Fevzî Gunana axivî û got ku keça wî bêyî winda bibe bi wî re axiviye û jê re gotiye ku bi malbata Volkan Kaplan re ye. Gunana, diyar kir ku faîl nikare bi tena serê xwe vê cînayetê bike û xwest berpirsyar bên cezakirin. Dayik Zeycan Gunanaê jî got ku faîl tevî malbata xwe keça wê qetil kiriye û xwest berpirsyar bên cezakirin.
‘CÎNAYET BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ HAT KIRIN’
Parêzerên malbata Gunanayê jî di parastinên xwe de diyar kirin ku ew îfadeyên şahidan qebûl nakin û xwestin endamên malbatê yên negirtî tên darizandin jî bi awayekî girtî bên darizandin.
Danişîna dozê, ji bo guhdarîkirina şahidan taloqî 5’ê Mijdarê hate kirin.
PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HATE DAYIN
Platforma Jinan a Xarpêtê piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo Dîlarayê edalet”, “Neparêze, bidarizîne, 6284’ê cîbicî bike”, “Cînayetên jinan polîtîk in” û “Ne jiyana me bila patrîarkal hilweşe” hatin hilgirtin û dirûşmên “Cînayetên jinan polîtîk in” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” berz kirin. Parêzer Kader Arat di daxuyaniyê de got ku ew ê heta dawiyê dozê bişopînin.
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Berdevka Platformê Esîn Coşkun jî got ku tiştên bi serê Dîlarayê hatin meseleya wan tevan e û got: “Dema edalet pêk nehat û cezayên giran nehatin dayin, mêr dîsa tundî û sûc diafirînin. Cînayetên jinan polîtîk in. Em ji bo hemû jinên hatine qetilkirin edaletê dixwazin. Tekane tişta em ji bo Dîlarayê dixwazin edalet e. Em jin, xwedî li jiyan, xeyal û lêgerîna edaletê ya hev derdikevin. Dîlarayê û têkoşîna wê ji bîr nekin. Em ê nedin jibîrkirin. Em ji bo mafê hemû jinan edaletê dixwazin.”
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.