Taş ê di greva birçîbûnê de bang li dayikên tirk kir: Pêşeroj di dest te de ye

img

STENBOL - Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê, Îsmet Taş 120 roj in di greva birçîbûnê de ye. Taş ji dayika xwe Hazal Taş ku 26 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digire re nameyek şand. Taş, di nameya xwe de bang li dayikên tirk kir û got: "Bi dayikên li Gebzeyê li ber xwe didin re bibin yek. Baş bifikire, pêşeroj di dest te de ye. Tenê, divê tu biryar bidî ku wî destî çawa û dirêjî kê bikî." 

 
Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekridagê Îsmet Taş ku ji 5'ê Çileyê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, ji dayika xwe Hazal Taş ku 26 roj in li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di nobetê de ye re nameyek şand. 
 
‘BERXWEDANA WE YA LI GEBZEYÊ MORALÊ ME BAŞTIR DIKE' 
 
Taş, dayikên li ber girtîgehan li ber xwe didin silav kir û got: "Ew berxwedana we ya bêhempa wêrekî, moral û heyecanê li me peyda dike û me têr dike. Em baş hay ji mezinahiya berxwedana we hene. Berxwedana we baweriya me xurtir dike. Dewleta ceberût jî hay ji vê heye, loma bi awayekî hovane êrîş dike. Dibê belkî bi van êrîşan em dev ji berxwedana xwe berdin, lê soz û peyamn ji bo dayikên me wê roj were em ê vê zilma wan bi bîra wan bixin. Tu zivistan ne heta hetayê ye. Tava havînê nêzîk e û wê her zilimkar axirê di zilma xwe de bifetise. Wê ev jî bifetisin. Ev pir nêzîk e. Lê divê dayikên Kurdistan û Tirkiyeyê li dor berxwedana we ya li Gebzeyê bibin xelek." 
 
‘WE ÇIRÛSK PÊXIST' 
 
Taş, destnîşan kir ku wê berxwedana li girtîgehan û derve bi ser bikeve û got: "Em zarokên we me bi derengî dest bi meşa azadiyê kir. Lê em baş dizanin em ê tevîw e dayikan bi ser bikevin. Leyla Guven delîla vê yekê ye. Her dayikek me ber bi Leylayê ve dimeşe. We li Gebzeyê ev çirûsk pêxist û hindik maye veguhere agir. Wê ev agir zilimkaran û zilman wan bişewitîne û bike xwelî." 
 
‘EW QÎRÎN PÊŞEROJA ZAROKÊN WE YE' 
 
Taş, destnîşan kir ku dayikên kurd tişta ji destê wan tê dikin û ji bo pêşeroja zarokên xwe bedena xwe dikin sîper û li ber xwe didin. Taş, got: "Lê belê li vir tişta sereke dikeve ser milê dayikên tirk. Bibin dengê dayikên kurd ku bi jopan li wan didin. Çimkî ew deng, ew qîrîn pêşeroja zarokên we ye. Zarokên xwe nekin qurbana fantaziyên jirêderketî yên extiyarekî." Taş, di berdewamiya nameya xwe de got: "Bila pêşeroja zarokên we tarî nebe. Eger hûn naxwazin pêşeroja zarokên we tarî bibe û zarokên we nebin qurban û xwîn nerije, divê hûn bi dayikên li Gebzeyê re bibin yek û bi vî awayî hûn dikarin pêşeroja zarokên xwe xelas bikin. Çimkî ev zilamê extiyar bêrehme, me zilma wî li Geziyê dît. Bêyî bêje ev kurd e, ev tirk e ciwan kuştin." 
 
'PÊŞEROJ DI DEST TE DE YE' 
 
Taş, diyar kir ku îktîdar bi derewa "ev dixwazin welat perçe bikin" her kesî dixapîne û got: "Bawer nekin. Ên welat perçe dikin û parsêl bi parsêl difiroşin ew bi xwe ne. Ew bi gotinê hez ji welat dikin, lê di pratîkê de jî difiroşin. Em dixwazin em, hûn û zarokên we bi hev re bi awayekî adilane û azad bijîn. Daxwaza me ev e. Hûn bawer dikin û nakin jî hûn dizanin. Ez ne siyasetmdera im û wekî din ne li benda tu berjewendiyekê me jî. Ji bo azadiya gelan, ji bo hiqûqeke wek hev bi rojan e min bedena xwe daye ber mirinê. Bawer bikin her ku jop li dayikên kurd dikevin, her ku ciwanên kurd birçî dimînin û dimirin ne tu, bêrîka zilamê extiyar û alîgirên wî tije dibe. Ez, tu, 82 milyon mirov winda dikin. Baş bifikire, pêşeroj di dest te de ye. Tenê, divê tu biryar bidî ku wî destî çawa û dirêjî kê bikî."

Sernavên din

04/05/2019
15:06 HDP: Divê lêborîn bixwazin, Tuncelî bikin Dersîm û arşîvan vekin
14:35 Xizmên Windayan: Şideta li dayikan tê kirin bêhurmetiye
14:32 Nuçegîhanê MA Bariş Polat hêj li TEM'ê tê girtin
14:02 'Li welatekî ku dengê dayikan tê astengkirin mirov nikare behsa edaletê bike’
13:33 Belgefîlmên ‘Nûjîn’ û ‘Bîr’ hêjayî xelatan hatin dîtin
13:19 Dayikên girtiyan bi meşê dorpêça polîsan şikandin
12:46 Bavê şivanê kuştî: Li Colemêrgê şivanek bê kuştin ne xema kesî ye
12:30 Girtiyan ji ber heqê nan û avê kontrola bijîşkan red kir
11:43 Rewşa nivîskar Turk û girtiyên din nebaş bûye
11:32 'Daxuyaniyên waliyan kûjeran bêceza dihêle’
11:31 Polisan deriyê avahiya HDP'a Amedê dorpêç kir
11:20 Bekaroglu: Divê tecrîdkirina Ocalan rakin
10:15 Bavê girtî: Wê berxwedana zarokên me bi ser bikeve
10:14 Hunermenda opera: Dema ez bi kurdî distrêm wekî roj li min hilê
09:48 Qeyûm deyn ranezand, DEDAŞ’ê ceryan birî: Ava Mêrdînê qût bû
09:32 Leyla Guven 178 roj in li ber xwe dide
09:31 Saman: Ji ber zimanê perwerdehiyê qedexe ye, ziman asîmîle dibe
09:30 Hayme ku li girtîgehê refeqatvaniya çalakgerên gerva birçîbûnê dikir: Li ber çavên me dihelin
09:29 Hatîmogûllari: Berî ku cihêkarî kûrtir bibe gavina bavêjin
09:28 Malbata Çeşme ya di rojiya mirinê de: Li ku berxwedan hebe em li wir in
09:26 Bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike
09:26 Ji bo piştgiriya kurê xwe ket grevê
09:25 Remezan hat, lê...
09:24 Çalakgerê rojiya mirinê Ozagar: Wijdanê me çalakî daye pêş me
09:24 'Em bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin'
09:22 Taş ê di greva birçîbûnê de bang li dayikên tirk kir: Pêşeroj di dest te de ye
09:21 'Bila qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2019'AN
03/05/2019
18:11 Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê: Jiyana girtiyan di asteke pir xetere de ye
17:12 Nûçegihanê me Polat li dadgehê hat binçavkirin
16:30 Dayika Di nobetê de ye: Divê dawî li bêwîjdaniyê bînin
16:19 Cezayê hepsê dan bijîşkan
16:06 Baroya Amedê der barê tundiya polîsan de serlêdana sûc kir
15:46 ÎHD li dijî tundiya polîsan serlêdana sûc dike
15:40 Dayikên girtiyan: 24 saetan em ê li kolanan bin
15:35 Li Edeneyê dayik ji bo zarokên xwe ketin greva birçîbûnê
15:14 Platforma Ked û Demokrasiyê ji Wezareta Dadê re faks şand
15:03 Li Gebzê, polîsan bi zorê malbat li wesayîtan sîwar kirin û ji qadê dûr kirin
15:01 Polîsan li Bakirkoyê li malbatên girtiyan dan
14:03 Şaredariya Amedê 4 konên fitarê vedide
13:47 ÎHD: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: 142 rojnameger girtî ne
13:41 ÎRA: Îro 3’yê Gulanê ye lê em li Tirkiyeyê rewşek berevajî dijîn
13:28 Li Kerboranê mirina bi guman a jinekê
13:11 Polîsan destûr nedan blokên betonê yên derdora Şaredariya Pirsûsê bên rakirin
12:46 Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê: 14 rojnamegerên jin di hepsê de ne
12:42 Jinên di greva birçîbunê de sirgûnî girtîgeha 670 kilometre dûr kirin
12:37 Li Cizîrê kesek mirî hat dîtin
12:35 Şaredariya Sûrê peymana 146 kesên qeyûm girtibûn kar betal kir
12:18 Li Cîlo amadekariya operasyonê leşkerî
11:53 Dayika kurê wê girtî ya polîsan lêda: Ez li benda mirina kurê xwe nesekinim
11:16 Li Zanîngeha Dîlokê li şûna ala Sûriye ala OSO hildan
10:28 Malbata Ferhat Turgay: Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin
10:21 Ahmet Topkaya yê di rojiya mirinê de: Êdî tu qîmeta gotinê tuneye
10:05 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Ger em lêdanê bixwin bila em bi hevre bixwin
09:35 Şivanê bi guleya leşkeran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
09:34 Leyla Guven 177 roj in li ber xwe dide
09:33 Nasir Yagiz: Rojiya Mirinê rexneyek li hemberî bêdengiyê ye
09:32 ‘Eger em xwedî dernekevin, wê dewlet gav navêje'
09:31 'Dema min bi destê wî girt wekî qeşayê cemidî bûn'
09:31 Sarisaç: Gotin qediyaye, dem dema çalakiyê ye
09:25 Girtiyê di grev birçîbûnê de: Berî bi derengî bikeve vê bêdengiyê bişikînin
09:24 Piştî 11 mehan malbata Şenyaşar vegeriya mala xwe
09:23 Li Rihayê tenê du hosteyên vî karî mane
09:23 Kesê ku çapemeniyê ji bo wî got 'dizê ku kincên polîsa li xwe kiriye', polîs derket
09:22 Girtiyê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bi me ser bilind bin
09:21 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Têkoşîn hebe hêvî jî heye
09:21 'Zebze difiroşim lê nikarim zebze bibim mala xwe'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2019'AN
02/05/2019
16:57 Doza belgefîlma ‘Bakur’ hat taloqkirin
16:38 Çalakiya rûniştina li Amedê ya îro bi dawî bû
16:15 Dayikên girtiyan: Ji bo zarokên me êdî deqîqe jî girîng in
16:04 Serokê Baroyê: Divê bi qasî nan û av edalet bê xwestin
15:36 ÎHD: Li Wanê di demsalek dawî de Hezar û 35 mafên mirovan binpê bûn
15:33 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga lezgîn kir: Bila Hikumet gav biavêje
15:23 Ji Odeya Bijîşkan û SES’ê hişyariya greva birçîbûnê: Sibê dibe ku derengî be
14:53 Li Gebzeyê mudaxele: 4 kes binçav kirin
14:49 Polîsan daxuyaniya li ber Girtîgeha Şirnexê asteng kir
14:39 Çalakgerê piştgirî da greva birçîbûnê beraet kir
14:13 Bi hêceta ‘wergêr nîne’ pirtûka wî nedanê
13:54 Partiyên îtîfaqa kurd çûn serdana Hevşaredar Ahmet Turk
13:29 AYM’ê serlêdana ji bo rojnameger Ataman red kir
12:54 Rêbaza salên 1990’an: Gundî kom kirin, heqaret, îşkence, şewitandin û binçav kirin
12:43 Polîsan li Stenbol û Amedê mudaxaleyî dayikan kir û gelek çalakger binçav kirin
12:32 Doza Panzêrê hat dîtin: Polîsê bersûc dîsa dest bi wezîfeyê kiriye
11:42 Li Aydinê welatiyek bêkar întîxar kir
11:34 Lîstika qala jiyana Zabel Yesayan dike li Amedê hat pêşandan
11:18 Partiyên îtîfaqa kurd, Hevşaredar Mizrakli ziyaret kirin
10:54 Parêzerên Ocalan cara 811’emîn serî li dozgeriyê dan
10:35 Temel bertek nîşanî bêdengiyê da: Êdî ne roj, saet 15 kesan nêzî mirinê dike
10:16 Rojnamegerê dersînor kirin: Pirsa tu li hember gelê kurd çi hîs dikî kirin
09:35 Li Hatayê 6 kes hatin berdan
09:24 Arslan: Eger gotinek hebe, divê ew jî xwedîderketina li rojiya mirinê be
09:19 Du hevalên hev ê zarokatiyê bi hev re di greva birçîbûnê de ne
09:18 Malbata Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Bêdeng nemînin, bila daxwaza wan bê qebûlkirin
09:17 Penaberên li mizgeftê hêwirîne ji bo debara xwe bikin li ber xwe didin
09:03 Qeydên şaredariyê 'bertîlê' piştrast kir
09:00 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila dewlet li gor qanûnên xwe tevbigere
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2019'AN
08:23 Leyla Guven 176 roj in li ber xwe dide
01/05/2019
22:49 'Em ê her roj li vê qadê bin'