Li Qada Îstasyonê banga ‘seferberiyê’ dubare kirin

img

AMED – Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne li Qada Îstasyonê di mitînga 1’ê Gulanê de banga “seferberiyê” nû kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got: “Em wek KCD’ê banga seferberiyê wek wezîfeyê dizanin. Divê her kes bersiv bide banga seferberiyê ya dayikan.” 

 
KESK, DÎSK, TMMBO û Odeya Bijîşkan a Amedê bi dirûşma “Wê jiyanek bextewar aj bide” li Qada Îstasyona Amedê mitînga 1’ê Gulanê li dar xistin. Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi laçikên xwe yên spî li gel bi hezaran kedkar û karker di mitîngê de cih girtin. 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Musa Farisogullari, Saliha Aydenîz, Remziye Tosun, Huseyîn Kaçmaz û Nuran Îmîr, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî mitîngê bûn. 
 
DAYIKÊN GIRTIYAN BANGA SEFERBERIYÊ DUBARE KIRIN 
 
Dayik û xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiyê mirinê “zincîra mirovan” li qada mitîngê çêkirin. Dayikan duh banga “seferberiyê” li raya giştî kiribûn û dayikan îro banga xwe ya seferberiyê li qada mitîngê dubare kirin. 
 
‘EM WELATEK KU ÎNSAN DIMIRIN NAXWAZIN’ 
 
Endamê Komîteya Navenda Odeya Bijîşkan Dr. Halîs Yerlîkaya axivî û got: “Em welatek ne ku lê dimirin, em welatek ku dikaribin lê bijîn dixwazin. Em welatek ku dewlet rêgez û hiqûq û qanûnên xwe pêk bîne dixwazin bijîn. Em welatek bi tundî naxwazin. Em welatek aram û aştî dixwazin.” 
 
‘QÎRÎNA DAYIKAN BIBIHÎZIN’ 
 
Sekreterê TMMOB’a Amedê Dogan Hatun jî axivî û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got: “Em bi israr li dijî yên ku qîrîna dayikên me nabihîzin aştiyê dixwazin û laçikên spî dadileqînin.”
 
‘SEMBOLA AŞTIYÊ YE’ 
 
Mehmet Salîh Dogrul jî li ser navê DÎSK’ê axivî û got “Laçikên spî semobal aştiyê ye. Bêyî ku li girtîgehan mirin biqewime em her kesî vedixwînin berpirsiyariyê.” 
 
OZTURK: EV BERXWEDANA DÎROKÎ YE 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û got: “Em kedkar û dayikan pîroz û silav dikin. Îro bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Li her deverê berxwedan mezin dibe. Ev berxwedanek dîrokî ye. Faşîzma yek hişmendî ev demeke dirêj e êrîşên xwe kûr kiriye. Têkçûna aboriyê jî ya li vî welatî encama feraseta faşîst e. Em çiqas bêdeng bin wê faşîzm ewqas mezin bibe. Birêz Ocalan îradeya bi milyonan e. Vê îradeya bi milyonan tecrîd dikin. Tevahiya welat hatiye tecrîdkirin. Em wek KCD’ê banga seferberiyê wek wezîfeyê dizanin. Divê her kes bersiv bide banga seferberiyê ya dayikan.” 
 
‘NIKARIBÛN ME TESLÎM BIGIRIN’ 
 
Hevşaredarê Rezanê Zeyat Ceylan ê bi hêceta îxracbûye mazbataya wî nedanê li ser navê karmendên hatine îxrackirin derket ser dikê û axivî û got: “Me îxrac kirin, zext li me kirin û xwestin me birçî bihêlin û îradeya me teslîm bigirin, lê ne dikaribûn me teslîm bigirin û birçî bihêlin.” 
 
Mitîng bi konsera hunermend Şerzad ê Navenda Çanda Biharê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

02/05/2019
09:03 Qeydên şaredariyê 'bertîlê' piştrast kir
09:00 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila dewlet li gor qanûnên xwe tevbigere
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2019'AN
08:23 Leyla Guven 176 roj in li ber xwe dide
01/05/2019
22:49 'Em ê her roj li vê qadê bin'
17:30 Bi sedhezaran kes qîr kir: Ne tecrîd em jiyanê diparêz in
16:53 Li Wanê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin: Girtî bang li wîjdanên mirovahiyê dikin
16:49 Çalakiyên nobetê yên li Wêranşar û Pirsûsê dewa dikin
16:39 Li Qada Îstasyonê banga ‘seferberiyê’ dubare kirin
16:11 Meşa dayikên laçik spî hat astengkirin
16:00 ‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’
15:45 Bîlgen: Azadî tune be, ked jî tuneye
15:27 Li gelek navendan pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Tecrîdê bi dawî bikin bila zarokên me bijîn
15:12 7 ciwanên HDP’î li ewlekariya Êlihê tên girtin
14:47 Dayikên bi laçikên spî astengî nas nekir û li qadê cih girtin
14:46 Mîtînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê destpê kir: Laçik spiyan ‘ji tecrîdê re na’ gotin
14:16 Walîtiya Amedê laçikên spî qedexe kir!
13:41 Bi deh hezaran kes li Qada Tandoganê ne
13:30 Girtiyên hatin sewqkirin di qawîşên bi kamera de bicih kirine
13:07 Bi ‘laçikên xwe yên spî’ di merasîma 1’ê Gulanê de cih girtin
12:39 Çalakiya li ber Girtîgeha Bakirkoyê didome
12:39 Qeyûm şaredariya bêdeyn xist bin 115 milyon TL deyn
12:20 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
12:15 Polîsan li Gebzeyê carek din muaxeleyî malbatan kir
12:14 Trûmp ji bo ‘girtiyên DAIŞ’î’ bertek nîşanî welatên Ewropa da
11:42 152 mîlyon TL deynê qeyûm li paş xwe hişt bi Şarederiya Sûrê ve hat daliqandin
11:41 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê bibîr anîn
11:08 Girtiyên siyasî yên jin sewqî Girtîgeha Tîpa D kirin
10:43 Karkerên diçûn pîrozbahiya 1’ê Gulanê qeza kirin: 5 kes mirin
10:39 ‘Bi israr, têkoşîn û berxwedan şanoya kurdî li ser dikan temsîl dikin’
10:16 17 kesên xwestin biçin Taksimî hatin binçavkirin
09:56 Dayika kurê wê di rojiya mirinê de: Berî ku mirin pêk bên qanûnan bi cih bînin
09:05 Urundu ku îmze danîbû bin daxwaznameya 'muxbîrtiyê': Min nexwendiye, nizanim, nayê bîra min
09:05 Hevseroka HDP'î ya hat berdan: Çav û guhê çalakgeran li derve ye
09:05 Hassan ê filîstînî: Guven ji bo tecrîd bi dawî bibe bedena xwe daniye holê
09:04 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Me tu edaleta vê dewletê nedîtiye
09:04 ‘Bibin deng û guhê me'
09:04 Heta niha 4 caran ketiye greva birçîbûnê
09:03 Tenê daxwazek wan heye: Bila tecrîd bi dawî bibe û aştî çêbibe
09:03 Havjîn: Xeyala AKP’ê ya tecrîdkirina Ocalan xewn e
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2019'AN
08:23 Leyla Guven 175 rojin li ber xwe dide
30/04/2019
19:24 Çalakiya HDP'iyan a li Meclîsê bi dawî bû
18:24 Malbatên li Gebzeyê: Rê li ber mirinê bigirin
17:30 Operasyona li Cûdiyê berfireh dibe
16:28 Ji bo dayika li ser gora kurê xwe axivî 7 sal û nîv cezayê girtîgehê birîn
16:16 Malbatên girtiyan û HDP'ê daxuyaniya rojiya mirinê dan: Bila hikumet demildest gav biavêje
15:40 Polîsan mudaxileyî xizmên girtiyan kirin: 38 binçav kirin
15:29 Malbatên girtiyan: Em gelên Tirkiyeyê vedixwînin seferberiyê
15:29 KCD'ê ji bo 'rojiya mirinê' banga lezgîn kir
15:12 Parêzeran bang li hikumetê kirin: Daxwazên girtin qebûl bikin
15:12 HDP’iyan li ber Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:02 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya malbatan didome
14:54 Hejmara nû ya kovara Jineolojî derket
14:45 Temellî bal kişand ser rojiya mirinê: Dema me tuneye
13:48 Di doza Aladag de îşaret bi ‘Binesaziyek birêxistin kirî’ kirin
13:15 Dinava kesên Kaya kuştin de çawîşê pispor û cerdevanê gund jî hene
11:40 ‘Rewşa jinên di grevê de gehiştiye asta mirinê’
11:12 Parêzerên Ocalan cara 810’emîn serî li dozgeriyê da
11:12 Li Çiyayê Cudî operasyona eskerî hat destpêkirin
11:05 Li Cizîrê 1’ê Gulanê hat qedexekirin
11:03 Hunermend Dîlber Ay jiyana xwe ji dest da
10:51 Li dijî tecrîdê dest bi ‘rojiya mirinê’ kirin
10:50 ‘Zargotin Zêrgotin e’ pirr kenand û şanohezan kêfxweş kir
10:33 ‘Kerr, kor û lal mane’
10:16 ‘Tekane bendewarî heye ew jî berxwedan e’
10:14 Walîtiya Wanê mîtînga 1’ê Gulanê qedexe kir
10:03 24 kes li Edenê hatin binçavkirin
09:48 Tenê av û şekir didin girtiyên di greva birçîbûnê dene
09:47 Berxwedêrê rojiya mirinê yê berê: Ne ji bo mirinê çalakî li dar dixin
09:30 Daxwaznameyên 3 rojnameyên ‘sîxurî’ kirine derketin holê
09:30 ‘Ji bo tecrîd bi dawî bibe wê dakevin qadan'
09:29 Bi Mîhrîcana Şanoya Amedê bêhna bajêr derket
09:28 Ji bo Berfîn a ku kezav avêtin ser çavê wê kampanya
09:28 Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê: Em her kesî vedixwînin qadên 1'ê Gulanê
09:27 Wê berê xwe bidin qada Taksîmê
09:26 Li Amedê amadekariyên 1'ê Gulanê temam bûn: Rojeva sereke grevên birçîbûnê ye
09:26 Bîlîcî: Divê CHP û SP biçin serdana parlementerên di greva birçîbûnê de
09:25 Amadekariyên 1'ê Gulanê li Wane temam bûn
09:24 Wê jinên kedkar li dijî kedxwariyê dakevin qadan
09:23 Çalakgerên 19 salî: Em ji bo her bedêlê amade ne
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2019'AN
08:27 3 kesê li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:26 Leyla Guven 174 rojin li ber xwe dide
Girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin
29/04/2019
16:42 Di nava sê rojan de 2 jin hatin kuştin
16:26 Dayikan ji Wezîrê Dadê re name şandin
15:50 Li Edene û Îzmîrê binçav kirin
15:47 HDP’ê ji bo rojiya mirinê bang li hemû aliyan kir: Me bi tenê nehêlin
15:36 Dayikên di nobetê dene: Me bikujin jî emê xwedî zarokên xwe derkevin
15:15 Girtiyê nexweş li dijî teklîfa sîxuriyê dest bi grevê kir
15:03 Kûrtûlan ‘rojiya mirinê’ nirxand: Wezareta Dadê û Serokê Meclîsê divê çareserî bibînin
14:58 Li Wanê koma 7'emîn çalakiyê dewr girt
14:52 Li Gebzeyê parêzer hat derbkirin: Em ê serê xwe netewînin
14:22 Mamosteyê îstîsmarî 6 xwendekaran kir hat binçavkirin
14:10 Parêzvanên maf: Rojiya mirinê qîrîna li dijî bêdengiya civakê ye
13:36 Zumrut ji Beyoglu yê AKP’î re got: Tu qeyûmê YSK’ê yî
13:33 Ji bo 7 hezar girtiyan dê bi 7 hezar laçikên spî li Bakirkoyê bin
13:09 Li Colemêrgê qeza rû da: 3 kes birîndar bûn
12:18 OHD’ê ji bo ‘rojiya mirinê’ bang kir: Divê hikûmet demildest gav bavêje
10:43 Ocalan ji Nesrîn Akgul a ku dikeve rojiya mirinê re name şandibû