Temellî: Ev gêzika HDP'ê ye wê qeyûman paqij bikin
Buldan bang li wezaretê kir: Hûnê heta kengi çavê xwe li mirinan bigirin

img

WAN / AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Bêgirê ya Wanê tev li mîtinga hilbijartinê bû û got: "Em ê qeyûman paqij bikin. Ev gêzika HDP'ê ye. Ger ku carekê paqij bike aştî û demokrasî pêş dixe." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî li navçeya Pîranê ya Amedê tev li mîtîngê bû û bal kişand ser çalakiya Ayten Beçet a li diji tecridê û got: “Ez bang li wezareta dadê û hikûmetê dikin. Hûn dê heta kengî çavên xwe ji birinê re bigirin û di tecrîdê de israr bikin?”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Bêgirê ya Wanê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re hat cem hev. Bi dehan maşîne tev li karwana Temellî û heyeta pêre bû û derbasî Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê bûn. Bi hezaran welatiyên li pêş buroya hilbijartinê kom bûn bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" Temellî û heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Aligrên AKP'ê yên li buroya AKP'ê kom bûbûn jî bi baltarî girseya HDP'ê temaşe kir. 
 
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, anî ziman ku ew dê di 31'ê Adarê de qeyûman bişînin Enqere û wiha got: "Yên ku me înkar dikin em dê di 31'ê Adarê de dersek baş bidin wan. Namzetên HDP'ê yên Bêgirê Yılmaz Şalan û Leyla Balkan, Namzetên HDP'ê yên Wanê Bedia Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci jî gel silav kirin. Namzet Bedîa Ozgokçe, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya grevê ya di pêşengiya Heveroka KCD'ê Leyla Güven de belavdibe silav kir. 
 
TEMELLÎ: EM DÊ DI 31'Ê ADARÊ DE BERSÎVEK XWEŞIK BIDIN
 
Temelli, jî gel ilav kir û wiha got: "Yên ji mere dibêjin bicehimin, em dê di 31'ê Adarê de bersîvek xweşik bidin wan. Leyla Guven 136 rojin di greva birçîbûnê de ye. Em bibin qêrîna dengê wan. Bi hezaran girtî li girtîgehan di grevê de ne. Tenê daxwazek wan heye. Ew jî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Diyar dikin ku heta edalet bê vî welatî dê aştiyê bixwazin û biparêzin. Li vî welatî bê hiqûqî heye. Ji ber ku 4 salin tecrîda girankirî heye. Her dera welat bûye agir. Me pir zilm û zordarî dîtiye, lê me tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û em bernadin."  Temellî, anî ziman ku dixwazin wan perçe bikin, lê bi hezaran salin bi hevre dijîn û êdî kes nikare wan ji hev qut bike û wiha lê zêde kir: "Yên ji HDP'ê ditirsin her roj êrîş dikin. Peykerê Ehmedê Xanî hildiweşînin. Piştre dibêjin birayên me yên kurd. Em vê yekê qebûl nakin. Tirkiye êdî li cihanê bê qîmet bûye. 5 milyon mirov ji ber şerê li Sûriye koçber bûn. Şer li Idlibê didome. Divê em hemû ji sucê mirovahiyê xwe rizgar bikin. Siyaseta wan li ser derewan e. Li aliyekî S-400 dikirin. Wê 25 milyon dolar bidin S-400'yan. Lê bi vî 25 milyon dolaran dikarin hemû pirsgirêkên Wanê çareser bikin. Li şûna pereyan li çareseiyê xerç bikin li şer xerç dikin. Krîza aborî her diçe kûr dibe. Sewalkarî û çandini êdî qedandine. Fabrîqeyên şerir ên li vir tev girtin. Hemû polîtîkayên wan li ser derewan hatiye avakirin. Bi derewan hatin ê bi derewan biçin." 
 
Temellî, anî ziman ku êdî dema aştî, demokrasiyê hatiye û wiha bi dawî kir: "Dem dema rêveberiyên herêmî bi demokrasî û aştiyê xwe bi rêve bibe. Em dê qeyûman paqij bikin. Ev gêzîk gezikên HDP'ê ne. Gezikên HDP'ê qeyûm paqij dike û li şûna wê demokrasî, aştî u azadiyê tîne. Em bang li hemu hilbijêran dikin ku biçin teqez dengê xwe bikar bînin. Divê teqez di 31'ê Adarê de her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bavêjin û li sindoqan xwedi derkevin." 
 
AMED
 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Gêl û Pîranê bi gel re hat cem hev. Buldan, li gel namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli û namzetên Gelê Gulistan Ensarîoglu û Mustafa Akkul ewil li navçeya Gelê gel silav kir. Buldan bu otobusa hilbijartinê li nava Gelê geriya û gel silav kir. Piştre bi meş derbasî navenda navçeyê bûn. Buldan û heyeat pêre piştî bi esnaf û welatiyan re hat cem hev û welatî silav kirin derbasi navçeya Pîranê bûn. Heyeta HDP'ê di ketina Pîranê de bi def û zurneyan hat pêşwazîkirin. Namzetên Pîranê Yasemin Uçer û Felat Aygoren bi karwanek mezin Buldan pêşwazî kir. Piştre bi karwanek mezin derbasi cihê hevdîtnê bûn. Gel bêyî li astengiya polîsan guhdar bikin bi hezaran herikîn qada hevdîtinê. Jin û ciwan li ber def û zirneyan govend gerandin. 
 
Piştî namzetan gel silavkir Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervîn Buldan, bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat pêşwazikirin. 
 
‘DE SERQEYUMÊ FÎLM ERDOGAN BE' 
 
Buldan, anî ziman ku ew bi gelê xwe bawer dibin ku wiha got: "Em bi gelê xwe û gelê Pîranê bawer in. Em bawer dikin ku em ê encamek herî baş ji vir bistînin. Qeyûm hemû sazî xezp kir. Hemû nixên gel xezp kir. 8 roj man. 8 roj şûnde em dê qeyûman bişînin Enqere. 96 qeyûm hene. Dikarin tevan bikin filmek. Serqeyûmê fîlm jî wê Recep Tayyip Erdogan be. Dengê hûn di 31'ê Adarê de bidin di heman demê de ji bo îtîfıaqa gelê kurd û gelan e. Wan tu caran nexwist ku gelê kurd bibin yek. Lê em hatin cem hev. Di 31'ê Adarê de di serî de pîran, em me li her derê îtîfaq ava kir. Hemû cîhan wê zanibe ku dê Kurd li tu cihî winda nekin. Cihê ku we dixwazin kurd lê winda bikin, yekîtî û tifaqa kurd wê bi ser bikeve."  
 
‘BILA BI LEZ OCALAN BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTIN BIKE'
 
Buldan, bal kişand ser girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebze  li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da  wiha bi dawî kir: "Em carek din li vir bang li Wezareta Dadê u hikûmetî dikin. Hûn dê heta kengî çavê xwe ji mirinê re bigirin. Hûn dê heta kengî di tecrîdê de israr bikin. Girtiyan bedena xwe danîne holê û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em carek din dibêjin tecrîdê rakin. Bila parêzer û malbat bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Mafê Ocalan ê herî hiqûqî ye ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Em bang li Wezareta dadê dikin ku bi lez dawî li tecrîdê bînin." 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2019
14:27 Cenazeyê Çinar nadin malbatê: Polîsan mudaxileyî koma li ber morgê kir
14:26 Rêxistinên civakî yên Amedê: Hişyariya ‘dibe ku sibê dereng be’ kirin
14:09 Arslan: Kurd wê bersîvê bidin zilmkaran
13:35 Li Şemzînan qeza: 12 kes birîndar bûn
13:04 HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da
12:55 Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin
12:42 Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin
12:41 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye
12:18 Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
11:55 Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin
11:55 ÎHD û TÎHV: Greva birçîbûnê di rewşa krîtîk de tecrîdê rakin
11:49 Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî
11:15 Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin
10:32 Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma
10:20 'Nebin hevkarê vî sûcî, deng bidin dengê me’
10:05 Leyla Guven 138 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:24 Girtiyan: Heta daxwaza 7 hezar girtiyan neyê qebûl kirin emê çalakiya xwe bidomînin
09:23 6'emîn danişina doza Rojnameger Ataman ê di grevê de sibê ye
09:23 Hevala kawîşê ya Beçet: Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok
09:12 ‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’
09:11 Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn
09:11 Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo?
09:10 ‘Yên wecîbeyên olî asteng dikin ji Îslamê dûr bûne’
09:05 Li Girtîgeha Alanyayê 25 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:05 Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e
09:02 Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:23 Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:47 Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên eskeran de defin kirin
24/03/2019
21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin
15:56 Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: Em berxwedana zîndanan girsettir bikin
15:45 Leyla Guven bang li girtiyan kir: Em ne mirinê, jiyanê bixin pêşiya xwe
15:16 Barîkat li ser barîkatê derbas kirin û mala sersaxiyê ziyaret kirin
15:13 ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin’
15:12 Xebatkara Yenî Yaşamê Sirnaç hat binçavkirin
14:11 Malbatên girtiyan Agirê Newroza geş kir: Stenbol li dijî tecrîdê bû yek deng
13:50 Nameya Ayten Beçet di Newrozê de xwendin: Yekem care ez xwe wisan azad hîs dikim
13:18 Temellî: Ev îktîdar mafê definkirinê jî xezp dike
13:17 Li Mûşê ji bo mîtînga fînalê bang hat kirin
13:15 Girtiyek din jî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
12:53 Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek mir
12:32 Bi deh hezaran Stenbolî diherike qada Newrozê: Leyla Guven rûmeta me ye
11:53 3 kes li Edenê hatin girtin
11:33 Sabri Beçet: Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me
11:29 Bi çekan êrîşî Partiya Saadetê kirin
11:27 Çalakgerê greva birçîbûnê Malgî: Dawî dê mûhteşem be
11:22 Pîrozbahiya Newroza Bakirkoyê zû dest pê kir
10:47 Hevala Beçet a girtîgehê: Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû
10:47 YSK'ê li ser daxwaza cendirmeyan cihê sindoq guhert
10:24 Trûmp, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz kirin
10:09 Promiyera lîstika ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ a Melayê Cizîrî hat pêşandan
10:06 Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:48 Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin
09:45 Namzetê Dihê: Emê li gelek qadan kooperatîfan ava bikin
09:22 Namzetên Êlihê: Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe
09:20 Ciwanê ku polîsan nehişt têkeve qada Newrozê: Hatim derbkirin
09:17 Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Şen a 19 salî: Kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin
09:15 Helbestkar Dûman ê 25 sal in girtî: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
09:13 Namzetên Dara Hênê: Em ê bixebitin, hilberînin û li hev par bikin
09:11 Parêzer: Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye
09:08 Girtîgehê amûrên girtiyên di grevê de desteser kir
09:06 Namzetê CHP'ê yê Yuregîrê: Divê gel firsendê nede kesên civakê perçe dike
09:04 Keskîn: di cinayeta Sakçi de em behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin
09:03 Bi hinceta 'ragihana bişîfre' rojnameyê nadin girtiyan
09:01 ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN
08:34 Cenazeyê Ayten Beçet di bin dorpêça eskeran de defin kirin
23/03/2019
22:20 Polîsan ji bo cenazeyê Becetê şert danî: Herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîmê bibin
20:44 Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet
18:50 Bi sedan kes ji bo Ayten Becet meşiyan
18:13 Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijîn
Ebd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn
17:43 Malbat wê cenazeyê keça xwe Ayten Beçet li Dîlokê defin bikin
17:12 Temellî: Dema mirovek winda bû, wê demê mirovahî dimire
17:11 KCD, TJA, ÎHD, TUHAYDER, HDP: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
16:40 Polîsan mudaxileyî girseaya ji bo Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir
16:25 Li Osmaniyê pîrozbahiya Newrozê: Em tecrîdê rakin
16:21 QSD’ê bi sirûda ‘Ey Raqîb’ xelaskirina DAIŞ’ê îlan kir
15:49 Dayika Ayten Beçet: Rabin ser piyan bêjin ‘êdî bese’
15:32 Temellî: Ev gêzika HDP'ê ye wê qeyûman paqij bikin
Buldan bang li wezaretê kir: Hûnê heta kengi çavê xwe li mirinan bigirin
15:07 Malbata Erden ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:59 32 kesên di Newroza Êlihê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:51 ÎHD: Selamî Keleş serbest berdin
14:43 Xizmên windayan: Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin
14:38 ÎHD’a Îzmîrê: Faîlên Hasan Ocak pirsî
14:07 Parêzerên OHD li Girtîgeha Mereşê hevdîtin bi girtiyan kir
14:03 Li Heqil Umerê kêliyên dîrokî
13:47 Emine Ocak: Em windayên xwe û Qada Galatasarayê dixwazin
13:34 Malbata Ayten Beçet a dawî li jiyana xwe anî ber bi Stenbolê ketin rê
12:50 'Em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin'
12:13 Polîsan li Cizîrê gelek siyasetmedar binçav kirin
12:07 Komîteya Amadekar a Newrozê: Sed hezaran ji bo çareseriyê Îmralî nişan da
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e