NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa deryayî ya Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Kûrewî ku ber bi Xezeyê ve diçû kir û 201 kes binçav kir.
Artêşa Îsraîlê, bi ser Fîloya Sumudê ya Kûrewî de girt. Artêşa Îsraîlê bi zêdetirî 20 keştiyan bi ser fîloyê de girt. 28 jê Tirkiyeyêı bi giştî 201 aktîvîst hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên binçavkirî birine Îsraîlê. Fîloyê ragihand ku heta niha 17 keştî hatine desteserkirin.