RIHA - Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk ku di dema qedexeya derketina kolanan de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî bi wesayîteke zirxî hatibû girêdan û li erdê hatibû kaşkirin, cezayê hefsê dan Hatîce Çîftçî Goktepeyê.
Haci Lokman Bîrlîk, di 3’yê Cotmeha 2015’an de li Şirnexê dema qedexeya derketina kolanan de hate qetilkirin û cenazeyê wî bi wesayîteke zirxî hate girêdan û li erdê hate kaşkirin. Welatiya bi navê Hatîce Çîftçî Goktepe jî bi boneya salvegera qetilkirina Bîrlîk, li ser hesabê xwe ya X’ê ev peyam parve kir: “Ya ku li erdê hatiye kaşkirin ne bedena Haci Lokman Bîrlîk lê mirovahî bû! Me ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin. #HacıLokmanBirlik”. Ji ber vê parvekirinê, der heqê Hatîce Çîftçî Goktepeyê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.
Danişîna 2’yan a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Hatîce Çîftçî Goketepe û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan, dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir. Hatîce Çîftçî Goktepeyê li dijî mutalaayê got: “Ez mutalaaya dozger qebûl nakim. Min parvekirineke însanî kiriye û girêdana vê ya bi terorê re li dijîa azadiya xweîfadekirinê ye. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”
Parêzera Hatîce Çîftçî Goktepeyê Meral Halatê jî got ku mafê hêzên ewlekariyê nîne ku hesabên medyaya dijîtal lêkolîn bikin, tu bangekî tundiyê ya miwekîla wê di parvekirinê de nîne û divê ne miwekîla wê lê hêzên ewlekariyê bên darizandin.
Parêzer Ahmet Taş jî daxwaza beraetê kir.
Şandeya Dadgehê, salek û 6 meh cezayê hefsê da, ev ceza daxist salek û 3 mehan û taloq kir.