Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye

img

AMED – Hevserok Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Çinarê di hevdîtina bi gel re axivî û got: “Li Amed, Wan û gellek bajaran bi milyonan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bû. Daxwazên gelê me yên duh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane.” 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Cîgirê Serokê Giştî yê DDKD’ê Veysî Askar, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Semra Guzel, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli û yên li gel wan di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecîhî de li Navçeya Çinarê ya Amedê hevdîtina gel pêk anîn. 
 
Buldan û heyeta pê re di têketina Çinarê de ji aliyê Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya û gel ve hatin pêşwazîkirin. Pişt re heyet bi karwanê wesayîtan çû qada hevdîtinê û li vir gel silav kirin. Li ber def û zirnê govend hat gerandin û welatiyan ji HDP’ê re kêfxweşiya xwe dan nîşandan. 
 
Piştî Namzetên Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya gel silav kirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî derket ser otobusê û axivî. Buldan gel silav kir û ji ber beşdariya jinan tevlîbûna şahiyê kêfxweşiya xwe anî ziman. 
 
‘WÊ DU ÇINAR BI HEV RE BI SER BIKEVIN’ 
 
Buldan da zanîn ku wan li Çinarê îtîfaqek girîng pêk anîne û got: “Em ji vê îtîfaqê gellek bextewarin. Digotin kurd nikarin werin cem hev û îtîfaqê li dar bixin. Va em li gel hev in. Çinar mînaka vê yekê a xweşik e. Niha du çinar hene, Yek Çinara Amedê û yek jî çinara HDP’ê. Wê ev her du çinar bi hev re bi ser bikevin.” 
 
‘GEL ÇEKÊ NIVÎSANDIYE WÊ DI 31’Ê ADARÊ DE BIDINÊ’ 
 
Buldan destnîşan kir ku ew nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî partiyên kurd dizanin û domand: “Tayyîp beg duh gotiye em ê di 31’ê Adarê de dewranê biguherînin. Rat gotiye. Wê di 31’ê Adarê de dewrana te biqede. Ne bi zanebûn be jî carna gotinên rast dibêje. Helbet wê ev dewran biguhere. Gel çeka te nivîsandiye. Wê di 31’ê Adarê de vê çekî bide te.” 
 
‘BI MILYONAN ÎNSAN NEDÎTIN’ 
 
Buldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên duh hatin lidarxistin û wiha got: “Di Newroza Amedê nêzî milyonek însan hat gel hev. Li ber geşkirina agirê Newrozê îradeya gelê kurd bilind bû. Ancak medya alîger li ser fermana Tayyîp beg duh cih neda pîrozbahiyên Newrozê. Wan milyonan nedîtin. Daxwaza milyonan nedîtin. Heke milyonek morî jî bihatina gel wê hêjayî nûçe çêkirinê bûya. Lê milyonek însan tê gel hev hewcehî pê nabînin ku bikin nûçe û ragihînin. Çimkî ew wêrekiya wan ku ragihînin nîne. Çimkî wan digot ‘kurd qediyan, HDP qediya, êdî nikarin bînin gel hev.’ Ancak duh li Amed, Wan, Îzmîr, Êlih, Mêrdîn û gellek navendên din bi milyonan însan hat gel hev. Daxwazên xwe yên aştî û azadiyê carek din anî nziman. Daxwazên gelê me yên duh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane. Daxwazên em tecrîdê naxwazin, azadî, aştî û edaletê derketin pêş.” 
 
‘DAXWAZAN QEBÛL BIKIN’ 
 
Buldan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Daxwaza Leylayê û çalakgerên din bi milyonan qîr kir û anîn ziman. Em carek din dibêjin mafê birêz Ocalan jî heye ku wek her girtiyek dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Astengkirina vê yekê sûc e. Daxwazan qebûl bikin.” 
 
‘DIVÊ DERSA HERÎ BAŞ ÇINAR BIDE WAN’ 
 
Buldan bertek nîşanî gef û gotinên li dijî partiya wan, wekîl û namzetên wan û wiha got: “Tenê tiştek di destê wan de maye ew jî hedef nîşandina HDP’ê ye. Wadek nedane Tirkiyeyê, tenê wadê ‘HDP terorîst e’ didin Tirkiyeyê. Tenê tiştek di destê wan de maye partiya me reş dikin. Îro zîhniyetek ku gelên Tirkiyeyê li hember kirine dijmin heye. Bawer bikin heke ji destê wan were dê masiyên Çemê Dîcleyê jî li hember hev bikin dijmin. Lê em ji bo bi biratî li vî welatî bijîn di nava hewldanan de ne. Her tim me milê xwe xistiye bin bar û em ê bixin bin vî barî. Dîroka 31’ê Adarê roja dersdayîna AKP’ê ye. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Divê em li Çinarê rêjeyek bilind bistînin. Pêwîste dersa herî baş em li Çinarê bidin wan.”
 
Buldan û heyeta pê re piştî Çinarê derbasî navçeya Erxenî ya Amedê bûn. 

Sernavên din

23/03/2019
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir
10:21 Dê projeyên nîvco mane temam bikin
10:21 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wexta kurê min dikuxe xwîn ji deva tê
10:20 Namzetên HDP'ê yên Avkevirê: Em ê xizmeta her kesî bikin
10:14 Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e
09:57 ‘Gelê Cizîrê peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da’
09:13 'Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye'
09:13 HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe
09:12 Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
09:09 Careke din çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat qedexekirin
09:05 '31'ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e'
09:03 Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN
08:35 Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:24 Dadgehê 7 kesên li Semsûrê hatin binçavkirin serbest berdan
22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide