Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sed hezaran kesên ku li qadên Newroza Wan, Şirnex, Gever, Cizîr û Çewlikê kom bûn bi coşek mezin Nerwroz pîroz kirin. Gelê Botanê li Şirnex, Qiyeban, Hezex û Sîlopiyê bi coşek mezin Newroz pîroz kir û diyar kirin ku ev der warê Hecî bîrlîk e. Bi sed hezaran gelê Wanê jî bi yek dengi got "Em ê tecrîdê bişkînin." 
 
ŞIRNEX 
 
Li navenda  Şirnexê bi tevlêbûna zêdeyî 10 hezar kesan bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Piştî agirê Newrozê geş kirin coşa gel derket asta herî jor. Siyasetmedaran di pirozbahiyê de tecrid şermezar kirin û diyar kirin ku aştî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e. Siyasetmedaran Zulkuf Gezen bibîr anî û diyar kir ku têkoşin u berxwedana gelê kurd ruyê faşîzê ronî kiriye. Siyasetmedaran anîn ziman ku bi şikandina tecridê faşîzm jî dê bişkê. Gelê Şirnexê dirûşme berz kirin û diyar kirin ku ev der warê Hacî Bîrlîk e. 
 
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî gel Newoz bi coşek mezin piroz kir. Gelê li dora agir kom bûn bi kras û fîstan û şal û şapikan li dora agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin. 
Li navçeya Hezexê jî gel bi tevlêbûna hezaran Newroz pîroz kir. Gel bi cilên xwe yên sipî ku aştiye temsîl dike daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Bi hezaran girseya ku li dora agir govend gerand tecrîd şermezar kir û piştgirî dan greva birçîbûnê ya hezaran.
 
CIZÎR 
 
Li Navçeya Cezîrê ya Şirnexê jî bi bi deh hezaran li taxa Konakê bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran bi cilen xwe yên rengin barikat rakirin û derbasî qadê bûn. Gel bê navber dirûşmeyên girêdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin. Gel piştî rêzgirtinê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizirê Mehmet Tunç û Asya Yuksel bibîr anîn. Gel li ber muzîkê govend gerandin. Ciwanên ku cilên leşkerî li xwe kirin û xwestin têkevin qadê ewil rastî astengiyan hatin û piştre astengiyên li pêş xwe rakirin û tevî cilên leşkerî ketin qadê. Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li dervê welat û Parlamenterê Şirnexê yê girtî Ferhat Encu jî peyam ji Newroza Cizîrê re şandin. Pîrozbahî bi stranên Koma Dengbêjên Botanê, Hozan Hediye û Şiyar Bervari bi dawi bû. 
 
WAN 
 
Gelê Wanê bi tevlêbûna sed hezaran Newroza Dîrokî pîroz kirin. Bi sed hezaran welatiyên Wanê yên li tenişta Keleha Wanê kom bûn bi yek dengî dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin" berz kirin û bertekên xweyên li dijî tecrîdê anîn ziman. Gelê  Wanê ku bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin" pîroz kirin Newroza herî bi coş û heybet pîroz kirin. Gel tevî hemû astengiyan alên PKK û KCK'ê daxistin qadê û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Leyla ye", "Bijî berxwedana zindana", "Bê Serok jiyan na be" berz  kirin. 
 
GEVER 
 
Gelê Geverê jî bi tevlêbûna deh hezaran li qada Stadyûmê ya Geverê Newroz pîroz kirin. Bi hezaran welatî ji tax û kolanan berê xwe  dan qada Newrozê û bi cilên xwe yên herêmî qada Newrozê rengandin. Bi hezaran gelê Geverê yên li Qada Newrozê kom bûn tecrîd şermezaer kirin û piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de. Gel bê navber dirûşmeyên "Zulküf Gezen nemir e", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Ji 7 salî heta 70 salî tevî hewaya sar û rêyên herî dîsa berê meşiyan qada Newrozê û bi coşek mezin bêyî astengiya polîsan nas nikin ketin qadê û Newroz pîroz kirin. 
 
ÇEWLÎK 
 
Li Çewlîk û Qereqoçanê jî gel bi tevlêbûna hezaran Newroz pîroz kir. Li Çewlikê Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemir û Namzetên Hevşaredariya Çewlikê beşdarî pirozbahiyan bûn û tecrîd şermezar kirin. Bi hezaran kesên li Kolana Saglik a Taxa Sarayê kom bûn bê navber diruşmeyên “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin" û “Zulkuf Gezen namirin", “Leyla Guven rûmetea me ye" û “Jin, Jiyan, azadî” berz kirin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemir, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Çewlikê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy gel silav kirin û bal kişandin ser çalikyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan. 
Piştî axaftinan Mizgin Tahir û hunermendên herêmî derketin ser dikê û stran gotin. Piştî stranan Newroz bi dawî bû. 
 
QEREQOÇAN 
 
Li navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê jî bi hezaran welatî li qada Otogarê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Gelê Qereqoçanê cilên xwe yên herêmî li xwe kirin û Newroz pîroz kirin. Gelê li qadê kom bûn bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye", “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Pîrozbahî bi stranên Mervan Tan û govendê bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/03/2019
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir
10:21 Dê projeyên nîvco mane temam bikin
10:21 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wexta kurê min dikuxe xwîn ji deva tê
10:20 Namzetên HDP'ê yên Avkevirê: Em ê xizmeta her kesî bikin
10:14 Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e
09:57 ‘Gelê Cizîrê peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da’
09:13 'Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye'
09:13 HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe
09:12 Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
09:09 Careke din çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat qedexekirin
09:05 '31'ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e'
09:03 Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN
08:35 Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:24 Dadgehê 7 kesên li Semsûrê hatin binçavkirin serbest berdan
22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide