Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye

img
AMED – Rojnamegerê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu 25 sal berê dema çû nûçeyê hat binçavkirin û 25 salin agahî jê nayê girtin. Birayê Nazim Babaoglu yê Îrfan Babaoglu, diyar kir ku îktîdar dixwaze rastiyê bide ji bîr kirin û hafizayê tune bike û wiha got: “Yên hatin windakirin tune nebûn. Ger ku winda bibin tune dibin. Ji ber vê yekê hafiza amûra hêza mezin a berxwedanê ye."  
 
Nazim Babaoglu, dema li Rihayê nûçegihaniya rojnameya Ozgur Gundemê dikir, di 12'ê Adara 1994'an de li ser telefonkirina îstîxbarata nûçeyekê berê xwe da navçeya Siwêregê ya Rihayê. Babaoglu, di kontrola nasnameyê de hat binçavkirin û ji wê rojê heta niha agahî jê nehatiye girtin. Tevî ku 25 sal bi ser windakirina Babaoglu re derbas bûn hêj faîlê wî nehatine dîtin. Babaoglu piştî ji lîseyê mezûn bû, hêj 19 salî bû dest bi rojnamegeriyê kir. Di 12’ê Adara 1994’an de çûye nûçeyê carek din venegeriya. Hat diyar kirin ku Nûçegîhanê Ajansa Anadolu  Murat Yogunlu li buroyê geriya ye û li ser vê yekê Rojnameger Nazim Babaoglu çûye Sîweregê. Lê Yogunlu ev yek red kir. Birayê Karsaz Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993'an de li Sîweregê hat revandin, Aziz Taşkaya diyar kir ku wî Nazim li mala Sedat Bucak ditiye. Lê bi şopa wê hetin encam jê negirtin. Di 2011'an de girtiyê li Girtîgeha Erziromê Aydin Sevinç, faksek ji Serokatiya Baroya Rihayê re şand û diyar kir ku di sala 1993'an de li JÎTEM'a Rihayê de kar dikir û wiha got: "Di sala 1994'an de Nazim Babaoglu hat revandin û pitre kuştin û defin kirin. Sevînç, anî ziman ku ewlehiya canê wî tune û ger ku ewlehiya wî bê parastin dikare agahiyan parve bike. Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê, bi armanca bi Sevinç re hevdîtin bikin çûn Erziromê. Lê encam negirtin. 
 
‘LI GORÎ DEWLETÊ NAZIM NEÇÛ SÎWEREGÊ'
 
Birayê Nazim Îrfan Babaoglu, diyar kir ku ji bo aqûbeta birayê xwe fêr bibin serî li hemû saziyen fermî dan, lê tu agahî bi wan re nehat parvekirin. Babaoglu, anî ziman ku ji destpêkê heta niha tekoşina hiqûqî dan û wiha got: "Rayedarên dewletê destûr nedan ku em encam bistînin. Li gorî rayedarên dewletê Nazim neçûye Sîweregê û kesî ew li Sîweregê nedîtiye. Piştî Nazim hat revandin berpirsiyarê Rojnameyê û malbat bi şopa wî ketin. Nûnerê rojnameyê yê wê demê serî li Walîtiyê dan. Bi  Cîgirê Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Metîn Yasaksoy re hevdîtin kirin. Li gel bavê min çûn Midûriyeta Sîweregê ya Rihayê. Xwe gîhandin Ahmet Bucak. Mezinên Bûcakan diyar kirin ku wan Nazim nebirine, dewletê Nazim biriye. Lê brokratên dewletê xwe ker, kor û lal kirin. Yên wê demê li Rihayê erkdar bûn piştre tev rutbeyên wan mezin kirin û xelatkirin. Waliyê Rihayê yê wê demê Ziyaeddin Akbulut piştre 3 serdeman bû parlamenterê AKP’ê." 
 
Îrfan Babaoglu, da zanîn ku sala ku Nazim revandin, xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê li her derê rastî gefan hatin û wiha got: “Di sala 1993’an de parlamenterê DYP'ê yê Rihayê Sedat Bucak pêşengî ji Eşîra Bucakan re dikir. Malbata Bucak bi daxwaza Mehmet Agar bûn cerdevan. Wê demê ji ber rojnameya Ozgur Gundemê tacîz û tecawiza endamên Eşîra Bûcakan ên li dijî xwendekaran kirin nûçe, xebatkarên rojnameyê tehdit dikirin. Doz bê encam ma. Serdozerê Komarê yê Rihayê li gorî dihat xwestin lêpirsîn nekir. Bi salan tu lêpirsîn nekir. Rayedarên berpirsiyarê bûyerê ji bûyerê beraet kir. Me doz bir Dadgeha Qanûna Bingehîn. Lê li vir jî me encam negirt. Em dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê." 
 
‘GER WINDA BÊN JI BÎR KIRIN TUNE DIBIN'
 
Babaoglu, anî ziman ku wî di 2004'an de pirtûka "Dibêjin tu winda ye" ya çîroka Nazim vedibêje nivîsand û wiha got: "Ji bo çawa duyemin xebatê dikim. Ez pir qîmetê didim vê pirtûkê. Şop û berhemên der barê windayan de destûr didin ku ew her dem di nava me de bijîn. Dewlet berî her tiştî dixwaze berhem û bermahiyên kesan ji holê rake. Di dîroka Tirkiye de her dem dixwaze tişta anîye serê kurdan bidin ji bîr kirin û delîl û agahiyan tune bikin. Dewlet her tem polîtîkaya ji bîr kirinê pêş dixe. Dixwaze hafiza û arşîve tune bike. Ji ber ku yên hatin windakirin tune nebûn dixwaze bide ji bîr kirin. Ger ku mirov tiştekî ji bîr bike tune dibe. Ji ber vê yekê hafiza amûra herî mezin a hêza berxwedanê ye." 
 
MA / Lezgin Akdenîz
 
 

Sernavên din

14/03/2019
17:15 HDP’ê bi sê zaravayên kurdî strana hilbijartinê amade kir
17:00 HDP'ê ji bo komkirina afîşên 'Li Dijî Şer Aştî' îtîraz kir
16:59 Seroka ESP’ê Oltu: Daxwaza Guven daxwaza me ye
16:35 Li Wanê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:17 Cara duyemîn bi ser mala HDP’iyê dibin çavan de girtin
15:57 Gelê Cihanbeylî bi coşek mezin Temelî peşwazî kirin
15:56 Rewşa girtî giran bû û nikare nefesê bistîne
15:32 Namzetên HDP'ê di qezenckirina şaredariyan de bi israrin
15:15 Xizmên girtiyan ên Dersîmê: Divê her kes bibin dengê girtiyên di grevê de
15:00 Şik ê HDP’î: Qeyûm dê pêşberî darazê hesap bidin
14:36 Di doza Şahîn Oner de daxwaza ‘şert û mercên hewayê’
14:23 Polîsan 114 rojin avahiya HDP'a Amedê dorpêç kirine
Bi sedan polîsan 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin
14:10 Cejna Tibê: Bi berxwedanê têkbirina tarîtiyê mimkin e
13:52 HDP’ê li Qersê projeyên xwe vegotin: Emê bi gel re Qersê veguherînin
13:36 2 bersûcên din jî yên cînayeta Dînk hatin berdan
13:28 Qeyûm beriya hilbijartinê zexîre belav dike
13:27 Zuleyha Gulum: Em dikarin li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin
13:23 Omer Ocalan ji Wezareta Dadê xwest hemû qedexeyên li ser Ocalan rakin
13:14 Li Edenê HDP'î bi çapemeniyê re civiyan
12:40 ‘Meletî dê serê sibeha 1’ê Nîsanê bi feraseta rêveberiyek nû şiyar bibe’
12:40 Bi pirtûka ‘Çîroka Şoreşek Winda’ birayê xwe yê winda vegot
12:19 Birayê namzetê AKP-MHP'ê Takva Şemsettin Takva: Em bi HDP'ê re ne
12:01 Rûken a polîsan li Sîlopî bi maşîna zirxî birîndar kir şandin malê
11:57 Parêzerê Ekrem: Bi vê zagona ewlehiyê polîs dikuje û daraz çav lê digire
11:56 ‘Biryara girtina çalakgerên greva birçîbûnê tenê ne aîdî dozger û dadgeran e’
11:20 Dadgehê bi biryara Skandal afîşa HDP'ê kom kir
11:16 Namzetên Elkê: Dengên di axûran de nikarin îradeya gel diyar bikin
11:04 Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin
10:35 Gelê Elihê li benda roja hesab pirsînê ye
09:57 Raperîna dayikek girtî: Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye?
09:56 Bavê leşker Safter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand: Ji br têkçûyîn û qedandina DAIŞ'ê em kêfxweş in
09:55 Namzetên HDP'ê yên Panosê: Em ê reqorê bişikînin
09:54 ‘Ji destê kê çi tê divê bike, hevhemêzkirin pir nêzîk e'
09:54 Jinan bersiva Erdogan da: Em zêde dibin û tên
09:53 ‘Ma wexta zarok birçî be, dayik dikare tiştekî bixwe?'
09:52 'Wê Artemêtan bibe navenda spor û turîzmê'
09:52 Girtiyê 31 roj in di greva birçîbûnê de: Aştî û demokrasî tê tecrîdkirin
09:51 Her du birayên mala wan hat rûxandin niha di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê me
09:50 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: Em ê bajêr veguherînin qada jiyanê
09:50 ‘Bila kes meraq neke serketin a me ye’
09:50 Tenê ji bo blokên betonî yên li dora şaredariyê milyon û 640 hezar TL hat xerckirin!
09:49 Jinên karker: Tekane rêya çareseriyê bi rêxistinbûyîn e
09:49 Namzetên Wêranşarê: Emê biçin deriyê gel
09:48 Soylu 3 sal berê got: Êdî dê kes navê PKK'ê bilêv neke
Soylu di 853 rojan de herî kêm 189 caran qala PKK'ê kir
09:46 4 milyon TL pereyê Cizîriyan dizîn
09:46 Gelê Amedê bersîv da Erdogan: Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan
09:42 Dayika 4 girtiyan: Tecrîd hebe em ê çawa xwarinê bixwin?
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 127'emîn de ye
13/03/2019
18:49 Gelê Wanê ji bo Leyla daketin kolanê
16:30 Buldan ji Qeymeqamê Gogsiyê re got: Tu zanî niha Qeymeqamê Bêşebapê li ku ye?
16:18 Leyla Guven ji parlementerên di greva birçîbûnê dene re peyam şand
16:16 Li Tirkiye herî zêde li Riha dayik bi welidînê dimirin
15:54 Asayişa Silêmanî piştî bertekan mohra deriyê Tevgera Azadî û RJAK'ê rakir
15:42 Zaroka ku polîsan bi maşîna zirxî lê qelibandin platîn xistin piyê wê
14:48 Jinên Hewreman ji Leyla Guven re name şandin
14:39 Sê roj in li marketên Amedê pîvaz tune ne!
14:21 Şik: Dema ku reqabet tune be, kelecana hilbijartinê jî tune ye
14:20 Buldan: Qanûnên xwe pêk bînin û dawî li bêhiqûqiyê bînin
14:10 Namzetên HDP'ê yên Amedê danezana hilbijartinê aşkere kirin: Em ê xizmeta pir zimanî esas bigirin
13:45 Xebatên hilbijartinê bênavber didomin
13:07 Temellî: Em ê bi demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin
12:52 Ji ber strana HDP'ê binçav kirin
12:14 Li ber girtîgehê bang kir: Berî dereng bikeve tecrîdê rakin
12:09 Heyeta başûr diyariya Leyla Guven radestî Nazir Yagiz kir
12:03 Aktîvîsta TJA’yê Tok hat tahliyekirin
11:22 Asayişa Silêmanî Navendên Tevgera Azadî û RJAK mohr kir
11:07 Hebûna DAIŞ’ê gav bi gav tê qedandin
11:06 Îtifaqên Kurd deklerasyona Newrozê aşkere kirin
11:00 Belgîn Kanat a 86 rojin di greva birçîbûnê deye, daketiye bin 39 kîloyan
10:40 Polîsan hem got ‘sûc nîne’ hem jî dest danî ser maşîneya HDP’ê
10:31 Fabrîqeya ku mal îxracî 70 welati dike îflas kir
10:28 Li Dîdem Soydan a Dayikên Şemiyê parve kir lêpirsîn vekirin
10:01 Jinên Îdirê: Ev berxwedan ji bo me hemûyan e
09:56 Maçîn: Gelê Kurdistanê dê bersiva pêwîst bide
09:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 126'emîn de ye
09:25 Namzeta jin li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe
09:24 Hejmarên Yenî Yaşamê yên derneketine jî hatin sansûrkirin
09:23 Yîgît ê 68 rojin di greva birçîbûnê deye: Emê dest ji berxwedanê bernedin
09:23 ‘Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin'
09:22 Hunermendan ji bo greva birçîbûnê bang li hikûmetê kirin: Gavan bavêjin
09:21 Namzetên HDP'ê yên Akdenîzê: Em ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin
09:21 Ji 4 zarokên ên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne: "Wê ev berxwedan nîvco nemîne
09:20 Fîrmaya anketê ji Kayserî û ya konê fitariyê jî ji Xarpêtê!
09:20 Namzetên HDP'ê yên Hawêlê: Em ê tevî gel navçeyê pêşve bibin
09:19 Ev ne çopgeh e, Cobarê Bedlîsê ye!
09:18 Sirri Sureyya Onder: Divê Leyla Guven bijî
09:18 'Ji bo êdî kes nemire di greva birçîbûnê de me'
09:01 ROJEVA 13'Ê ADARA 2019'AN
12/03/2019
20:26 Deh hezaran Êlihî Temellî pêşwazî kir
Temellî: Hûn sindoqan bibin ku emê jî biçin wir
19:49 Ji çalakgerên greva birçîbûnê 4 jê hatin girtin
19:21 Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiyan
18:57 Bi hezaran gelên Qamişlo, raperîna 12’ê Adarê bibîr anî
18:36 Buldan: Gelê Erziromê gora Şex Seîd dipirse
17:34 Ahmet Şik Roboskî ziyaret kir: Delîla qetilkirinê ev goristan e
16:55 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 797’emîn hat redkirin
16:41 Eleqeya ji bo namzetên HDP’ê zêde ye
16:38 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê: Guhdarkirina qêrîna girtiyan erka mirovî ye
16:11 Heyeta Herêma Kurdistana Federe Guven ziyaret kir
Guven: Bila ev çalakî bibe wesileya yekîtiya kurd
15:59 Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 12 jin ev 12 rojin di greva birçîbûnê dene