STENBOL - Biryara kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedarên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dihatin darizandin, hate rakirin.
Danişîna doza rojnameger û siyasetmedarên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji hêla Dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, “tev li çalakiya derqanûnî bûne û tevî hişyariyê belav nebûne” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” tên darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, edîtora ETHA’yê Pinar Gayip, nûçegihana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Hacî Ugîş û Îmam Şenol û tev li danişînê nebûn. Parêzerên wan tev li bûn.
Dadgehê biryar da ku biryara kontrola edlî wera kirin û danişîn taloqî 3’yê Mijdarê kir.