Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye 2019-03-12 11:09:52   AMED – Rojnamegerê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu 25 sal berê dema çû nûçeyê hat binçavkirin û 25 salin agahî jê nayê girtin. Birayê Nazim Babaoglu yê Îrfan Babaoglu, diyar kir ku îktîdar dixwaze rastiyê bide ji bîr kirin û hafizayê tune bike û wiha got: “Yên hatin windakirin tune nebûn. Ger ku winda bibin tune dibin. Ji ber vê yekê hafiza amûra hêza mezin a berxwedanê ye."     Nazim Babaoglu, dema li Rihayê nûçegihaniya rojnameya Ozgur Gundemê dikir, di 12'ê Adara 1994'an de li ser telefonkirina îstîxbarata nûçeyekê berê xwe da navçeya Siwêregê ya Rihayê. Babaoglu, di kontrola nasnameyê de hat binçavkirin û ji wê rojê heta niha agahî jê nehatiye girtin. Tevî ku 25 sal bi ser windakirina Babaoglu re derbas bûn hêj faîlê wî nehatine dîtin. Babaoglu piştî ji lîseyê mezûn bû, hêj 19 salî bû dest bi rojnamegeriyê kir. Di 12’ê Adara 1994’an de çûye nûçeyê carek din venegeriya. Hat diyar kirin ku Nûçegîhanê Ajansa Anadolu  Murat Yogunlu li buroyê geriya ye û li ser vê yekê Rojnameger Nazim Babaoglu çûye Sîweregê. Lê Yogunlu ev yek red kir. Birayê Karsaz Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993'an de li Sîweregê hat revandin, Aziz Taşkaya diyar kir ku wî Nazim li mala Sedat Bucak ditiye. Lê bi şopa wê hetin encam jê negirtin. Di 2011'an de girtiyê li Girtîgeha Erziromê Aydin Sevinç, faksek ji Serokatiya Baroya Rihayê re şand û diyar kir ku di sala 1993'an de li JÎTEM'a Rihayê de kar dikir û wiha got: "Di sala 1994'an de Nazim Babaoglu hat revandin û pitre kuştin û defin kirin. Sevînç, anî ziman ku ewlehiya canê wî tune û ger ku ewlehiya wî bê parastin dikare agahiyan parve bike. Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê, bi armanca bi Sevinç re hevdîtin bikin çûn Erziromê. Lê encam negirtin.    ‘LI GORÎ DEWLETÊ NAZIM NEÇÛ SÎWEREGÊ'   Birayê Nazim Îrfan Babaoglu, diyar kir ku ji bo aqûbeta birayê xwe fêr bibin serî li hemû saziyen fermî dan, lê tu agahî bi wan re nehat parvekirin. Babaoglu, anî ziman ku ji destpêkê heta niha tekoşina hiqûqî dan û wiha got: "Rayedarên dewletê destûr nedan ku em encam bistînin. Li gorî rayedarên dewletê Nazim neçûye Sîweregê û kesî ew li Sîweregê nedîtiye. Piştî Nazim hat revandin berpirsiyarê Rojnameyê û malbat bi şopa wî ketin. Nûnerê rojnameyê yê wê demê serî li Walîtiyê dan. Bi  Cîgirê Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Metîn Yasaksoy re hevdîtin kirin. Li gel bavê min çûn Midûriyeta Sîweregê ya Rihayê. Xwe gîhandin Ahmet Bucak. Mezinên Bûcakan diyar kirin ku wan Nazim nebirine, dewletê Nazim biriye. Lê brokratên dewletê xwe ker, kor û lal kirin. Yên wê demê li Rihayê erkdar bûn piştre tev rutbeyên wan mezin kirin û xelatkirin. Waliyê Rihayê yê wê demê Ziyaeddin Akbulut piştre 3 serdeman bû parlamenterê AKP’ê."    Îrfan Babaoglu, da zanîn ku sala ku Nazim revandin, xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê li her derê rastî gefan hatin û wiha got: “Di sala 1993’an de parlamenterê DYP'ê yê Rihayê Sedat Bucak pêşengî ji Eşîra Bucakan re dikir. Malbata Bucak bi daxwaza Mehmet Agar bûn cerdevan. Wê demê ji ber rojnameya Ozgur Gundemê tacîz û tecawiza endamên Eşîra Bûcakan ên li dijî xwendekaran kirin nûçe, xebatkarên rojnameyê tehdit dikirin. Doz bê encam ma. Serdozerê Komarê yê Rihayê li gorî dihat xwestin lêpirsîn nekir. Bi salan tu lêpirsîn nekir. Rayedarên berpirsiyarê bûyerê ji bûyerê beraet kir. Me doz bir Dadgeha Qanûna Bingehîn. Lê li vir jî me encam negirt. Em dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."    ‘GER WINDA BÊN JI BÎR KIRIN TUNE DIBIN'   Babaoglu, anî ziman ku wî di 2004'an de pirtûka "Dibêjin tu winda ye" ya çîroka Nazim vedibêje nivîsand û wiha got: "Ji bo çawa duyemin xebatê dikim. Ez pir qîmetê didim vê pirtûkê. Şop û berhemên der barê windayan de destûr didin ku ew her dem di nava me de bijîn. Dewlet berî her tiştî dixwaze berhem û bermahiyên kesan ji holê rake. Di dîroka Tirkiye de her dem dixwaze tişta anîye serê kurdan bidin ji bîr kirin û delîl û agahiyan tune bikin. Dewlet her tem polîtîkaya ji bîr kirinê pêş dixe. Dixwaze hafiza û arşîve tune bike. Ji ber ku yên hatin windakirin tune nebûn dixwaze bide ji bîr kirin. Ger ku mirov tiştekî ji bîr bike tune dibe. Ji ber vê yekê hafiza amûra herî mezin a hêza berxwedanê ye."    MA / Lezgin Akdenîz