Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be

  • rojane
  • 09:07 22 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmûş nerazîbûn nîşanî giştînameya dawî ya der barê karta çapemeniyê ya zer da û got: "Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be." 
 
Esas û usûlên der barê kartên çapemeniyê de, di 14'ê Kanûnê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Di biryara hat weşandin de şert û mercên betalkirina kartan hat diyarkirin û li gor şertên hatine diyarkirin betalkirina kartan hatiye hêsankirin. Di van şertan de ji bo betalkirina kartên çapemeniyê hincetên wekî lêpirsînên der barê xebatkarên çapemeniyê de an jî cezayên di çarçoveya "Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê (TMK)" hatine nîşandan. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş der barê vê yekê de axivî. 
 
‘JI BO KARTÊ NEDIN' 
 
Dûrmûş, bi bîr xist heta niha ji bo guherandina karta çapemeniyê ya zer 15 caran guherandina hatine kirin, lê belê guherandina dawî ya herî xirab e. Dûrmûş, bilêv kir ku berê jî dem bi dem guherandin dihatin kirin, lê belê bi guherandina ndawî re pergaleke ji bo kartê nedin hatiye kirin. 
 
Dûrmûş, anî ziman ku ji ber lêprisînên ewlehiyê kartên çapemeniyê yên zer ên gelek endamên wan û yên ne endamên wan hatine betalkirin û got: "Di guherandina dawî de tiştekî erênî tune ye. Di vê rêziknameyê de du mijarên sereke hene. Di yekê de; hejmara komîsyona karta çapemeniyê ji 15'an daxistin 9'an. Bi vê re rêjeya hejmara rêxistinên pîşeyî ji 6'an daxistin 3'yan. Niha wê tenê ji cemiyeteke li tevahiya Tirkiyeyê rêxistinbûyînê dike kesek, ji sendîkayê kesek û ji cemiyetên herêmî jî kesek tev li komîsyonê bibe." Dûrmûş, diyar kir ku karê komîsyonê ew bû ku tenê serlêdanên rojnamevanan lêkolîn bike, lê belê di pergala niha de rojnamevan peywira xwe bi cih bîne jî dibe ku ev yek bi paş ve bê şandin. Dûrmûş, diyar kir ku talûkeya dudoyan jî ew e ku berê tenê muşavîrên çapemeniyê yên wezaretan dikaribûn kartên zer wergirin, lê bi vê rêziknameyê wezaret kîjan personelî guncav bibîne dikare karta zer bidê. Dûrmûş got: "Yanî sînor û pîvaneke vê tune ye. Niha karta zer ên xebatkarên wezaretan hene, lê sîgortaya wan a çapemeniyê nayê arzandin. Wê ev xebatkar para mehandinê bistîne yan na? Ev jî nakokiyeke din e." 
 
‘DILÊ WAN KÊ BIXWAZE WÊ BIDIN WAN' 
 
Dûrmûş, bi bîr xist berê kesên di çarçoveya TMK'ê de 5 sal ceza xwaribûna nikaribûn karta zer bistînin, lê belê niha ev têgîn berfirehtir kirine û got: "Niha şertê parastina sûc û sûcdar, têkoşîna li hemberî terorê, sîxurî, aşkerekirina razên dewletê jî lê zêde kirin. Niha 144 rojnamevan di girtîgehê de ne. Kartên hemûyan hatine betalkirin. Li derve jî bi sedan rojnamevan tên darizandin. Ev nayê wateya darizandina muxalefetê tenê. Ger ji be rnûçeyekê jî doz hatibe vekirin hûn ê nikaribin karta zer bigrin an jî wê karta we betal bibe. Bi kurt û kurmancî, dilê wan kî bixwaze wê kartê bidin wan û dilê wan kî nexwaze jî wê nedin wan." 
 
‘ROJNAMEVANÎ NE KARTEK E KU DI BÊRÎKÊ DE BE' 
 
Dûrmûş, bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji 40 hezar rojnamevanî tenê karta zer a 15 hezar rojnamevanî heye û got: "Îjar ên li derveyî van 15 hezar kesî ne rojnamevan in? Li Tirkiyeyê tu îktîdar ji rojnamevaniyê hez nake, çimkî peywira rojnamevan fêdeya ji bo raya giştî ye. Ne ji bo siyasetmedaran e. Ji roja ku AKP bûye îktîdar zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêdetir bûye û polîtîkaya wê di vê çarçoveyê de ye. Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be. Yanî mecbûriyeteke vê yekê tune ye. Rêgeza rojnamevaniyê ne ev e. Wisa xuyaye wê di pêş de kartên rojnamevanên ji bo raya giştî tev digerin bên betalkirin." 
 
Dûrmûş, diyar kir ku ji bo betalkirina vê yekê ew ê wek sendîka serlêdanê pêk bînin. 
 

Sernavên din

24/12/2018
16:05 Prof. Fîncanci: Tu kes ji me bi qasî Cizîrê sûcek mezin nekir
15:47 TUAYDAR’a Çûkûrova: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:25 HDP'ê peyama Noelê da
15:24 Ji bo girtiyên jin kart şandin
15:18 Akpinar û Gezen hatin berdan
14:58 Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike
14:49 ESP’ê ji bo tevlîbûnên dozên Guven û Otlu bang kir
14:46 'Madem em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin?'
14:24 Endamên KESK’ê êrîşa nijadperest a li Sakarya şermezar kirin
13:41 Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne
13:13 Dengbêjên Botanê daketin Kolana Îstîklalê
12:47 Endama Dîwana KCD'ê Birtane şandin Girtîgeha Xarpêtê
12:38 KCD: Biryara DYA divê Kurdan ji bo ‘Yekitiya Neteweyî’ bixe nava tevgerê
12:34 Çalakiya reşkirina lembeyan û deng dest pê dike
12:17 ÎHD: Divê desthilatarî dev ji polîtîkayên nijadperestiyê berde
11:56 Helbestvan Tellî: Gelekan ez nas nedikirim xuya bû di kontrola polîsan de hatin
11:35 3 karkerên endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin
11:17 Di serdegirtinên malan ên çoltera Lîcê de 3 binçavkirin
11:08 Hunermend Akpinar û Gezen hatin binçavkirin
10:22 Jina hate şewitandin jiyana xwe ji dest da
10:10 ‘Doza Panzerê’ ya li Sîlopiyê ber bi dawî ve diçe
09:46 Prof. Dr. Fîncanci: Çi ji destê min bê ezê bikim têkoşîna min didome
09:22 Yenî Yaşam bi manşeta 'Erê em kurd in!' derket
09:06 Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin
09:05 Ji ber afîşê edaletê hat binçavkirin
09:05 Hezar û 58 tax û mezra di 2018’an de bi qedexeyan derbas kirin
09:04 ‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’
09:04 Sînemîllîoglu: Operasyona li dijî Rojava dê rêya parçekirinê veke
09:03 Wênesaz Bîlge: Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN
23/12/2018
18:38 Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan
17:42 Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e
15:56 Xebatkarê Rûdawê jiyana xwe ji dest da
14:34 Serokê DÎTAM’ê: Divê neteweya Kurd û mafê kesayetiyê bên naskirin
14:11 Di niqaşên butçeyê de 'Pirsgirêka kurd' derket pêş
13:55 HDP'ê xwest xezpa heq bê lekolînkirin
13:54 HDP’ê: Tifaqa AKP-MHP’ê zemînê jiyana hevpar dînamît dike
13:35 Walîtiya Sakaryayê têkildarî kuştina Sakçi daxuyanî da û êrîşkar parast
13:16 DAKP hevdîtina ‘Jin bi hevre bi hêzên” li dar xist
11:03 Tsûnamî li Endonezya rabû: 168 kes mirin 700 kes birîndar bûn
11:00 Sadak: Ergenekon û FETO aşkere bûn dê ev ekîb jî aşkere bibe
10:17 Welatiyan dibistan û ocaxa tenduristiyê xwest, qeyûm avahî û erazî firot
10:10 Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Kuzu: Bi fermana dewletê dosyeyan digirin
09:27 3 kurdên Avusturyayî 2 mehin li Navenda Paşveşandinê dîl hatine girtin
09:22 Lêgerîna tazî li rojnamevana hat binçavkirin ferz kirin
09:21 Rewşa esnafên Bazara Rûsê jî nebaş e
09:20 Derhêner Oz: Wexta gelê kurd azad bibe wê sînema jî azad bibe
09:19 Li Dersimê çanda sedan salan: Kofî
09:19 Pîlotê şer ê berê: Divê em biryara DYA'yê ji dêvla firsendê veguherînin piştevaniyê
09:18 Ji bo danişîna rojnamevan Sayilgan bang li saziyên çapemeniyê kirin
09:17 Kizilayê nehişt berasteng xwînê bide
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2018'AN
08:43 Li Amedê bandora mijê
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke