Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be 2018-12-22 09:07:21   STENBOL - Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmûş nerazîbûn nîşanî giştînameya dawî ya der barê karta çapemeniyê ya zer da û got: "Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be."    Esas û usûlên der barê kartên çapemeniyê de, di 14'ê Kanûnê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Di biryara hat weşandin de şert û mercên betalkirina kartan hat diyarkirin û li gor şertên hatine diyarkirin betalkirina kartan hatiye hêsankirin. Di van şertan de ji bo betalkirina kartên çapemeniyê hincetên wekî lêpirsînên der barê xebatkarên çapemeniyê de an jî cezayên di çarçoveya "Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê (TMK)" hatine nîşandan.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş der barê vê yekê de axivî.    ‘JI BO KARTÊ NEDIN'    Dûrmûş, bi bîr xist heta niha ji bo guherandina karta çapemeniyê ya zer 15 caran guherandina hatine kirin, lê belê guherandina dawî ya herî xirab e. Dûrmûş, bilêv kir ku berê jî dem bi dem guherandin dihatin kirin, lê belê bi guherandina ndawî re pergaleke ji bo kartê nedin hatiye kirin.    Dûrmûş, anî ziman ku ji ber lêprisînên ewlehiyê kartên çapemeniyê yên zer ên gelek endamên wan û yên ne endamên wan hatine betalkirin û got: "Di guherandina dawî de tiştekî erênî tune ye. Di vê rêziknameyê de du mijarên sereke hene. Di yekê de; hejmara komîsyona karta çapemeniyê ji 15'an daxistin 9'an. Bi vê re rêjeya hejmara rêxistinên pîşeyî ji 6'an daxistin 3'yan. Niha wê tenê ji cemiyeteke li tevahiya Tirkiyeyê rêxistinbûyînê dike kesek, ji sendîkayê kesek û ji cemiyetên herêmî jî kesek tev li komîsyonê bibe." Dûrmûş, diyar kir ku karê komîsyonê ew bû ku tenê serlêdanên rojnamevanan lêkolîn bike, lê belê di pergala niha de rojnamevan peywira xwe bi cih bîne jî dibe ku ev yek bi paş ve bê şandin. Dûrmûş, diyar kir ku talûkeya dudoyan jî ew e ku berê tenê muşavîrên çapemeniyê yên wezaretan dikaribûn kartên zer wergirin, lê bi vê rêziknameyê wezaret kîjan personelî guncav bibîne dikare karta zer bidê. Dûrmûş got: "Yanî sînor û pîvaneke vê tune ye. Niha karta zer ên xebatkarên wezaretan hene, lê sîgortaya wan a çapemeniyê nayê arzandin. Wê ev xebatkar para mehandinê bistîne yan na? Ev jî nakokiyeke din e."    ‘DILÊ WAN KÊ BIXWAZE WÊ BIDIN WAN'    Dûrmûş, bi bîr xist berê kesên di çarçoveya TMK'ê de 5 sal ceza xwaribûna nikaribûn karta zer bistînin, lê belê niha ev têgîn berfirehtir kirine û got: "Niha şertê parastina sûc û sûcdar, têkoşîna li hemberî terorê, sîxurî, aşkerekirina razên dewletê jî lê zêde kirin. Niha 144 rojnamevan di girtîgehê de ne. Kartên hemûyan hatine betalkirin. Li derve jî bi sedan rojnamevan tên darizandin. Ev nayê wateya darizandina muxalefetê tenê. Ger ji be rnûçeyekê jî doz hatibe vekirin hûn ê nikaribin karta zer bigrin an jî wê karta we betal bibe. Bi kurt û kurmancî, dilê wan kî bixwaze wê kartê bidin wan û dilê wan kî nexwaze jî wê nedin wan."    ‘ROJNAMEVANÎ NE KARTEK E KU DI BÊRÎKÊ DE BE'    Dûrmûş, bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji 40 hezar rojnamevanî tenê karta zer a 15 hezar rojnamevanî heye û got: "Îjar ên li derveyî van 15 hezar kesî ne rojnamevan in? Li Tirkiyeyê tu îktîdar ji rojnamevaniyê hez nake, çimkî peywira rojnamevan fêdeya ji bo raya giştî ye. Ne ji bo siyasetmedaran e. Ji roja ku AKP bûye îktîdar zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêdetir bûye û polîtîkaya wê di vê çarçoveyê de ye. Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be. Yanî mecbûriyeteke vê yekê tune ye. Rêgeza rojnamevaniyê ne ev e. Wisa xuyaye wê di pêş de kartên rojnamevanên ji bo raya giştî tev digerin bên betalkirin."    Dûrmûş, diyar kir ku ji bo betalkirina vê yekê ew ê wek sendîka serlêdanê pêk bînin.