NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê “Roja Me” stranekî nû bi klîb hat weşandin.
Strana bi navê “Roja Me” ku gotin û muzîka wê ya hunermend Rotînda ye û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, ji aliyê hunermenda Kurd a Qazaxistanê Berfîn Memedova ve hat stirîn. Klîba stranê ya ku ji aliyê Tarik Demîr ji Med Production ve hatî kişandin, vê êvara li ser hesabê Youtube ya Med Hunerê hat weşandin.
Peyvên strana "Roja Me" wiha ye:
"Temirandin agirê jînê
Tarî xistin ser jiyanê
Kole bimîne jin wek berê
Te dûr xistin ji civakê
Birîn reng û dengê gelan
Ditirsin ji felsefa te
Ditirsin ji hebûna te
Ditirsin ji sekna te
Gel bi te şiyar bû
Milyonan da du te
Nûha cihan te nasdike
La la labo jiyanek azad
La la jin li pêş têdikoşe
La la serkeve hêza me
La la la
Hêzên tarî tev bûne yek
Dikin şerê ronahiyê
Tirsa wan hêza gelane
Lê gel bi te bawere
Li cîhanê belav bû dengê te
Azade mejûyê te
Azade fikrê te
Azade cîhana te
Nûha cihan te nasdike
Dixwîne felsefa te"
