Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû 2025-12-30 22:24:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê “Roja Me” stranekî nû bi klîb hat weşandin.   Strana bi navê “Roja Me” ku gotin û muzîka wê ya hunermend Rotînda ye û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, ji aliyê hunermenda Kurd a Qazaxistanê Berfîn Memedova ve hat stirîn. Klîba stranê ya ku ji aliyê Tarik Demîr ji Med Production ve hatî kişandin, vê êvara li ser hesabê Youtube ya Med Hunerê hat weşandin.   Peyvên strana "Roja Me" wiha ye:   "Temirandin agirê jînê    Tarî xistin ser jiyanê    Kole bimîne jin wek berê    Te dûr xistin ji civakê    Birîn reng û dengê gelan    Ditirsin ji felsefa te    Ditirsin ji hebûna te    Ditirsin ji sekna te    Gel bi te şiyar bû    Milyonan da du te    Nûha cihan te nasdike    La la labo jiyanek azad    La la jin li pêş têdikoşe    La la serkeve hêza me    La la la    Hêzên tarî tev bûne yek    Dikin şerê ronahiyê    Tirsa wan hêza gelane    Lê gel bi te bawere    Li cîhanê belav bû dengê te    Azade mejûyê te    Azade fikrê te    Azade cîhana te    Nûha cihan te nasdike    Dixwîne felsefa te"