RIHA - Rezervên neft û gaza xwezayî yên li Sûriyeyê û rezervên nû yên di Behra Spî de hatine tesbîtkirin, îşaret bi sedema esasî ya şerê navxweyî dikin.
Di Adara sala 2011’an de li Sûriyeyê di bin navê “Bihara Ereb” de şerê navxweyî derket û her çend rejîma Baasê hatibe hilweşandin jî, wêranî, talan û pevçûn hêj berdewam in. Li gelek herêmên welêt hêj trajediyên mirovî rû didin û polîtîkayên enerjiyê yên hêzên navxweyî û derve yên li ser welêt, aloziya li welêt roj bi roj zêdetir dike. Hêzên ku dixwazin çavkaniyên neftê û gaza xwezayî ya Sûriyeyê kontrol bikin, aktorên sereke yên aloziya heyî ne.
LI SÛRIYEYÊ PETROL
Navendên lêkolînê yên Amerîkî, beriya şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn, di Behra Spî ya li nêzî Sûriye û Lubnanê 122 trîlyon metrekup gaza xwezayî û rezerva nefta xam ku 107 milyar varêl in tesbît kirin. Li gorî lêkolînên li Sûriyeyê hatine kirin, li welêt herî kêm 2 milyar û nîv nefta varêlê û rezerva gaza xwezayî ya 240 milyar metrekup heye. Li gorî lêkolîna di sala 2015’an de ji bo Kongreya DYA’yê hatiye kirin, beriya şerê navxweyî, rojane 400 hezar varêlên neftê li Sûriyeyê dihatin hilberandin û ji sedî 95’ê îxrackirinê jî li ser Behra Spî ji welatên Ewropayê re dihat kirin. Yekitiya Ewropayê (YE), piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di Mijdara 2011’an de ambargo danî ser nefta Sûriyeyê û kirîna wê qedexe kir. Li gorî daneyên Wezareta Neftê ya Sûriyeyê yên beriya biryara ambargoya neftê ya YE’yê, ji Hollandayê Shell, ji Fransayê Total, ji Hindistan û Çînê Birgomo, ji Kanadayê PetroCanada, ji Xirvatistanê INA, li herêma Dêra Zorê Tan Petrol a aydê Rûsyayê, ji DYA’yê şîrketên IPI’yê û ji welatên weke Qeter û Mîrnişên Yekbûyî yên Ereb jî di nav de 11 şîrketên neteweyî û yên biyanî li Sûriyeyê hebûn. Li gel vê, şîrketa England Golf Sands û Seyoz Petrol a Rûsyayê jî ji bo lêgerîna neftê li herêmê dixebitîn.
Li gorî daxuyaniya ji hêla meqamên fermî ve hatiye kirin, di sala 1995’an de rojane 600 hezar varêlên neftê dihat hilberandin, di sala 2010’an de ev reqam daket 380 hezar varêlan. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA’yê jî ragihand ku di çaryeka ewil a sala 2011’an de hilberandina neftê daket 34 hezar û 828 varêlan. Di heman serdemê de hat ragihandni ku rezerva gaza xwezayî 2 milyar û nîv metrekup e û rojane 29,6 milyon metrekup tê hilberandin.
DI DEMEKE ÎXRAC DIKIRIN DE KETIN REWŞA ÎTHALKIRINÊ
Di rêza welatên neftê hildiberînin de Sûriye di rêza 49’an de ye. Sûriye, vê nefta xwe ji bo sotemeniya wesayîtan, germkirinê û bi şerê navxweyî re ji bo ceyranê bi kar tîne. Li gorî lêkolînan, rojane 300 hezar varêlên nefta safîkirî li Sûriyeyê tên bikaranîn û niha yek li Humsê û ya din jî li Banyasê, du rafîneriyên neftê li Sûriyeyê hatine avakirin. Kapasîteya van rafîneriyan jî rojane dora 250 hezar varêlan e. Sûriye, pêwîstiya xwe ya bi nefta safîkirî di serî de Rûsya, ji welatên Çîn, Îran û Venezuelayê pêşwazî dike. Rojane nêzî 60 hezar varêlên neftê îthal dike û beriya şerê navxweyî jî Sûriyeyê 15 hezar varêlên neftê îxrac dikir.
REWŞA SÛRIYEYÊ YA PIŞTÎ SALA 2011’AN
Li gorî rapora Ajansa Enerjiyê ya Amerîkayê ya sala 2012’an, hilberîna neftê ya li Sûriyeyê biqasî 2,9 milyar dolar zirar gihiştê û mixdara hilberandina neftê jî nîvî bi nîvî ket. Piştî ketina rêjeya hilberandina neftê, di serî de Îran, Iraq, Rûsya û Venezuela, ji gelek welatan neftê îthal dike.
HERÊMA KURDAN
Di halê hazir de îro li Sûriyeyê li du herêmên neftê serwerî heye. Ji van ya herî girîng, Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, bajarên behsa xeberê ketin bi serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li Sûriyeyê yek ji herêma neftê ya herî girîng Dêrik e (El-Malikiye) û Rêveberiya Xweser di 21’ê Tîrmeha 2012’an de girt. Di heman demê de li Dêrikê febrîqeyeke rojane 7 hezar tupên gazê hildiberîne heye. Piştî Tebaxa 2012’an, febrîqe kete bin rêveberiya Rêveberiya Xweser û HSD ewlehiya wê diparêze. Di sala 2013’an de jî navenda vguhestina neftê ya Gir Zîro ya li rojhilatê Rimêlanê ku petrola li herêmê tê derxistin li vir tê komkirin jî kete bin serweriya Rêveberiya Xweser. Di Nîsana 2013’an de wezîrên karên derve yên YE’yê ku yên Ingilistan, Fransa, Îtalya û Almanyayê jî di nav de bûn, diyar kirin ku ambargoya qedexeya kirîna neftê ya li ser Sûriyeyê dikare hinek were sivikkirin û ji şîrketên petrolê re gotin ku dikarin neftê ji muxalefetê bikirin. Li ser vê yekê, hinek komên girêdayî El Qaîdeyê û OSO’yê di meha Tîrmehê de hewl dan têkevin van herêman lêbelê YPG’ê ev herêm parast û destûr neda.
HERÊMA HTŞ’Ê
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, rêxistinên weke OSO, El Nusra û hin eşîrên Ereban çek rakirin û dest bi kontrolkirina qadên petrolê kir. Ji ber pevçûnên li van herêman qewimîn, zirarekî mezin gihişt bîrên petrolan. Li gelek herêman jî alav-amûrên ji bo derxistina petrolê dihatin bikaranîn hatin dizîn û di serî de Tirkiye, firotin welatên derve. Piştî rageşiya salên dirêj û ketina rejîma Esad, herêm kete bin kontrola HTŞ’ê.
Ji ber pevçûn û diziyên li herêma Dêra Zorê yên di bin kontrola HTŞ’ê de, hilberandina petrolê ya rojane gelek ket. Beriya sala 2011’an li vê herêmê dora 150 hezar varêlên petrolê dihat derxistin lê niha dora 40 hezar varêl tên hilberandin. Her wiha qadên din ên di bin serweriya HTŞ’ê de jî qadên neftê yên li çola Tedmûrê ne. Rêgeha vÊ herêmê ji Humsê heta Iraqê dirêj dibe. Lewma jî xwedî cihekî stratejîk e.
LI SÛRIYEYÊ GAZA XWEZAYÎ
Sûriye ji hêla gaza xwezayî ve yek ji welatên herî dewlemend e. Bi rêjeya 240,7 milyar metrekupên gaza xwezayî ve li cîhanê di rêza 41’an de cih digire. Bi rêjeya hilberandinê ya 6 milyar 200 milyon metrekupan re li dinyayê di rêza 53’yan de cih digire. Salane 4 milyar û 300 milyon metrekupên gaza xwezayî dimezêxe û di vê mijarê de li cîhanê di rêza 153’yan de ye. Her sal milyarek û 900 milyon metrekupên gaza xwezayî lê zêde dibin. Li gorî rêjeya bikaranîna gaza xwezayî, rezerva li welat bi têrî 64 salan dike. Bi taybet jî piştî tesbîtkirina rezerva li Behra Spî re dê Sûriye piştî Rûsya û Qeterê bibe yek ji mezintirîn welatê ku gaza xwezayî îxrac dike.
Beşa herî girîng a gaza xwezayî ya li Sûriyeyê, ji Dêrikê (el-Malikiye), Dêra Zor û ji çolên Humsê tê derxistin.
Ji ber ku parzemînên Rojhilata Navîn, Behra Spî, Asya, Ewropa û Efrîqayê girêdayî hev dike, ji hêla jeostratejîk ve cihekî girîng e. Her wiha nêzî Qenala Suveyşê, Tengava Stenbolê û Tengava Cebelîtarik e jî ji hêla jeopolîtîk ve hêj girîngtir dibe. Sûriye ku sînorê wê bi Behra Spî re heye, ji ber vê rewşa xwe bûye hedefa hêzên hegemonîk. Bi taybet jî piştî tesbîtkirina gaza xwezayî ya di Behra Spî de, tê plankirin ku li dijî gaza Rûs weke alternatîf li welatên Ewropayê were îxrackirin. Ev yek jî bandora welatên Behra Spî ya li ser herêm û qada navneteweyî zêde dike.
GAZA BEHRA SPÎ Û NELIHEVKIRINÊN DDIOMIN
Nelihevkirina ser qada behrê ya ku rêveberiya Filistînê di sala 1999’an de bi British Gasê re peymana keşfê mohr kiribû, didomin. Ev şîrket li Essinayê ye û aydê hikûmeta Filistînê ye. Di heman demê de British Gasê di sala 2000’an di qadekî behrê de 1,4 trîlyon metrekupên gaza xwezayî keşf kir. Lêbelê heta niha jî Îsraîlê destûr nedaye ku filistînî li ser qada behrê xebatan bimeşînin û ji nefta Behra Spî parê bigirin.
LUBNAN-ÎSRAÎL
Lubnan û Qibrisê di sala 2007’an de sînorên xwe diyar kirin. Sûriye, sînorên xwe yên bi Lubnanê re qebûl nake û Qibrisê jî bi Îsraîlê re lihev kir.
SÛRIYE-LUBNAN
Sûriyeyê, beriya niha sînorê xwe yê bi Lubnanê re nas nekiribû. Sûriyeyê Peymana Behrê ya Azakê ya NY’ê îmze nekir û nebû alî.
TIRKIYE-MISR-YEWNANISTAN
Di sala 2019’an de li Misrê bi beşdariya welatên enerjiyê hildiberînin, dimezêxin û welatên sînorê wan bi Behra Spî re heye platforma enerjiyê li dar xist. Tirkiye û Rûsya tev li hebûn û platform bi beşdariya Misr, Filistîn, Urdun, Îsraîl, Qibris, Yewnanistan û Îtalyayê civiya. Di heman demê de bi piştevaniya DYA’yê di vê platformê de du proje dihatin texmînkirin. Ya yekemîn; dê gaza Misr, Qibris û Îsraîlê bi awayekî hevpar ji Ewropayê re bihata şandin. Ya duyemîn jî dê ji bo bazara EWropayê Misr, Qibris û Yewnanistan li ser Îtalyayê gazê veguhêzîne û xeta boruyê ya gaza xwezayî ya li ser behrên vekirî bihata avakirin. Lêbelê Tirkiyeyê ev qebûl nekir û bi Lîbyayê re kete nava rikeberiya sînorê behrê. Li ser muxalefeta li Lîbyayê ku piştgirî didayê re peymanek mohr kir û xwest dakeve Behra Spî. Ev rewş jî di navbera Misr û Tirkiyeyê û Tirkiye û Yewnanistanê veguherî pirsgirêkê.
DI PIYASAYA NAVXWEYÎ YA SÛRIYEYÊ DE REWŞA DAWÎ
Di bazara navxweyî ya Sûriyeyê de peydakirina nefta hatiye rafînerîkirin pir zehmet e. Dewlet, nikare nefta rafînerîkirî ji herêmên kontrola wê winda kiriye re bişîne. Dewlet, bi şertê ku pereyê wê pêşîn bidin, li nêzî Banyasê ji kesên dixwazin re bi pereyekê zêde neftê dide (lîtreya neftê bi dolarekê.) Lêbelê ji ber ku li ser rêyê noqteyên kontrolê yên bi dehan komên çekdarî hene û her yek ji van jî bac û komîsyonê dixwazin, veguhestina neftê ya li herêmên dûr hem zehmet e hem jî gelek mesrefa wê heye. Carnan jî tankerên neftê tevî xwediyên wan tên revandin û êdî agahî jê nayên girtin.
Li herêmên derveyî kontrola HTŞ’ê jî neft di bazara navxweyî de tê firotin. Li van herêman nêzî 12 cureyên neftê hene û mirov li gorî rengê wê ji hev cuda dikin. Bihayê her rengekî cuda ye û nefta ji her rengî rastî kirariyên cuda yên makîneyê tên. Weke mînak, ya herî erzan a bi rengê reş e û ji bo germkirinê tê bikaranîn. Varêlê wê dora 20 dolaran e. Nefta xam a bi rengê zer jî ji bo jeneratoran tê bikaranîn û ya rengê wê kesk jî ji bo benzînê tê bikaranîn.
MA / Erdogan Altan
