AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, got: “Niha jî AKP bi rapora ku dê pêşkêşî Meclisê bike, ji çareserkirina meseleyeke cidî direve û gavên bibiryar û wêrek naavêje û ji vê dûr disekine.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, diyar kir ku rapora ku AKP dê pêşkeşî Komîsyona Meclisê bike, ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Bayindir, têkildarî rapora AKP’ê ku bi awayekî bi raya giştî re hatiye parvekirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Keskîn Bayindir, diyar kir ku rapora AKP’ê xizmeta çareseriyê nake û da zanîn ku bi qasî ku li ser çapemeniyê wî jî dîtiye, rapora dê AKP pêşkêşî Serokatiya Meclisê bike ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Bayindir, got: “Mirov dixwaze bawer bike ku armanca rapora AKP’ê ya dê roja duşemê pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin, ne ev e. Ji ber ku ev rapora belavkirî bi vî halê xwe geşedanên saleke dawî ji nedîtî ve tê. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo desthilata AKP’ê gavan neavêje serî li hin rêbaz û hincetên cuda dide.”
‘KEVOKA AŞTIYÊ BI BASKEKÎ NIKARE BIFIRE’
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê ji bo çareseriyeke demokratîk û mayînde ya pirsgirêka Kurd gavek dîrokî avêtiye. Rêxistinê bersiva vê bangê daye û PKK’ê xwe fesix kiriye. Piştî xwefesixkirinê çekdanîn anku çek hatin îmhakirin û rêxistinê mîsoger kir ku dê êdî li dijî Tirkiyeyê çekan bikar neyîne. Her wiha demek beriya niha rêxistin ji bo selametiya pêvajoyê niyetek baş pêk anî û hêzên xwe ji Zapê vekişand. Ev gavên ku hatin avêtin ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin. Lê belê pir zelal e ku bi gavên yekalî kevoka aştiyê nikare bifire. Ev rastiya firîna kevoka aştiyê jî herî baş Dewlet Bahçelî anîbû ziman.”
BERTEK NÎŞANÎ NÊZIKATIYA AKP’Ê DA
Di berdewamê de Bayindir diyar kir ku tevî gavên yekalî yên hatin avêtin jî di serî de gelê Kurd, hemû civaka Tirkiyeyê li bendê ye ku desthilat gavan biavêje û ev tişt anî ziman: “Lê belê AKP dixwaze gavan neavêje. Niha jî AKP bi rapora ku dê pêşkêşî Meclisê bike, ji çareserkirina meseleyeke cidî direve û gavên bibiryar û wêrek naavêje û ji vê dûr disekine. Tişta ku xuya dike AKP dixwaze berevajî pêvajoyê xwe dîzayn bike û pêvajoyê li gorî xwe saz bike. Em vêya qebûl nakin û ne mimkûn e ku em qebûl jî bikin.”
‘TIRKIYE LI SÛRIYEYÊ DI NEÇARESERIYÊ DE ISRAR DIKE’
Keskîn Bayindir bal kişand ser gengeşiyên li Sûriyeyê jî û axaftina xwe wiha domand: “Li Sûriyeyê zemîna çarseriyeke demokratîk ji bo gelên Sûriyeyê heye, lê mixabin dîsa Tirkiye dixwaze di neçareserkirinê de israr bike. Divê Tirkiye ewilî ne bi Şara re biaxive, divê bi Mazlum Ebdî re biaxive. Me ev yek her tim got. Neçareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê, ji ber israr û rika Tirkiyeyê ye. Divê dewlet nêrîna xwe ya li meseleyê biguherîne û ji bo çareseriyeke rasteqîn bikeve nava hewldanan.”
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ YE’
Di berdewa axaftina xwe de Bayindir bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêke ku were vehêlandin e û hewceye AKP micid nêzî pêvajoyê bibe. Bayindir, destnîşan kir ku ew qala çareseriya pirsgirêkeke sed salî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çareseriya pirsgirêkê dê sedsala siberoja Tirkiyeyê ronî bike. Lê belê bi qasî me li ser çapemeniyê dît, rapora AKP’ê xizmetê ji çareseriyê re nake. Dê ev xizmetê ji neçareseriyê re bike. Ev rapor dişibe danezaneke hilbijartinê ku dê pêşî li pêvajoyê bigire. Ev rapor ji bendewarî û hêviya gel re bersiv nîne. Wek mînak, rapor 1928’an referansê dide û ev rapor dibêje dê nêzîkatiyeke wek a Ataturk bê nîşandan. Diyar e ku desthilata AKP’ê naxwaze gavan biavêje û nêzîkatiya wê nîşan dide ku nabe alîgirê aştiyeke mayînde. Şert û merc guherîne, pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Heke ev rastî ji nedîtî ve were, ne mimkûn e ku aştî jî mayînde bibe. Di heman demê de di roja me ya îro de desthilata AKP’ê ji avêtina gavên wêrek direve û ditirse. Ji bo sedsaleke nû ya demokratîkbûna Tirkiyeyê gav hatine avêtin, deriyên xêrê hatine vekirin. Heke tu vê yekê referans ji xwe re negirî, wê nêzîkatiya xwe ji pêvajoyê dûr bide nîşandan.”
‘RAPOR LI DIJÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’
Di dirêjiya axaftina xwe de Bayindir îşaret bi gotinên Serokkomar Erdogan ku dibêje “Em di pêvajoyê de bibiryar in” kir û got: “Lê em dibînin ku partiya wî bi vê raporê berevajî ruhê pêvajoyê tevdigere. Pirsgirêkeke micid a nêzîkatiyê li holê heye. Ev nêzîkatiya AKP’ê, rê li ber mekanîka darbeyê vedike. AKP bi vî awayî rê li ber xitimandina pêvajoyê vedike û zemîna provokasyonan amade dike. Ya herî girîng jî ew e ku gelê Kurd bi awayekî pênebawer li pêvajoyê temaşe dike û heke ev rapor wisa be dê bandoreke cidî li ser hestên pêbaweriyê yê gel bike. Ev ax ji xwînê têr bûye û di nava xizanî û feqîriyê de maye. Li şûna ku pêvajo ber bi welatekî demokratîk ve bê birêvebirin, AKP bi vê rapora xwe dixwaze baweriyê bişkîne û dê ev rapor rê li ber şikestineke mezin a civakî veke.”
‘UÇUM ZIRARÊ DIDE PÊVAJOYÊ’
Keskîn Bayindir, da zanîn ku daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum zirarê didin pêvajoyê û got: “Uçum îdia dike ku ji xwe dewletê di serî de ev pêvajo mîna çareseriya pirsgirêka Kurd negirtiye dest. Bi van gotinan hewl dide derbê li pêvajoyê bixe. Ew bi xwe jî dizane ku pêvajo hatiye merhaleya duyemîn û tenê bi avêtina gavên demokratîk ên dewletê dikare pêş bikeve. Gavên dewlet dê biavêje jî ne tawîz in, gavên mecbûrî yên bi armanca avakirina jiyaneke azad û wekhev in. Civak bi vê sedemê piştgiriyê dide pêvajoyê. Uçum divê berî her tiştî pirsgirêka Kurd ne wekî pirsgirêka ‘terorê’, wekî pirsgirêka demokrasiyê bibîne. Ku ev hişmendî neguhere pêşketina pêvajoyê jî ne pêkan e. Mehmet Uçum bi daxuyaniyên xwe pêvajoyê sabote dike û bi van daxuyaniyên xwe wek kesekî dijberî demokrasiyê tê dîtin. Ez car din dubare dikim ku hemû kesên alîgirên aştiyê divê di vê pêvajoyê de zimanekî aştiyane bikar bînin, daxuyaniyên pozîtîf ku xizmeta çareseriyê bike, bide. Girêdayî vê yekê, dûrketina ji kibra serdestan ne tercîh e, neçariyek e. Divê berî her tiştî Uçum dest ji daxuyaniyên ku xizmeta derdorên dijberî aştiyê dikin, dûr bikeve.”
QANÛNA AŞTIYÊ Û GAVÊN DIKARIN BÊN AVÊTIN
Di berdewama axaftina xwe de Bayindir bal kişand ser qanûna aştiyê ku Abdullah Ocalan pêşniyaz dike û ev nirxandin kir: “Bêyî ku gavên qanûnî bên avêtin, qanûnên aştî û azadiyê bên derxistin mafê tu kesê tune ye li benda rêxistineke xwe fesixkirî û hêzên bi temamî vekişandî, çekên xwe radest bike. Danîna vî şertê li pêşiya derxistina qanûnan bi serê xwe tê vê wateyê, ‘Ez di vê pêvajoyê de bi biryar nîn im û naxwazim pêvajoyê bimeşînim.’ Ev nêzîkatiyeke ji rasteqînbûnê dûr e. Hemû endamên rêxistinê daxuyandin ku amade ne di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin. Ligel vê yekê krîmînalîzekirina pêvajoyê ji valaderxistin û sabotekirina pêvajoyê bêtir nayê tu wateyê. Qanûnên aştî û azadiyê ku divê Parlamento derbixe dê bibin temînata jiyana hevpar. Dernexistina van qanûnan tê wateya berdewamkirina polîtîkayên heyî.
Her wiha bêyî qanûn derkevin jî gelek gavên ku pêvajoyê pêş ve bibin, hene. Me bi caran ev tişt gotin lê heta niha ev gav nehatin avêtin. Ji bo rakirina rejîma qeyûm, bi cihanîna qanûnên DMME’yê û berdana girtiyên nexweş pêwistî bi derxistina qanûneke nû nîne. Bi qanûnên heyî ev yek bi hêsanî dikare bê kirin. Ji xwe nekirina wê derveyî qanûnê ye.”
BANGA JI BO PARTIYÊN SIYASÎ
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axaftina xwe wiha qedand: “Rapora AKP heke ev be, dê alîkariyeke pozîtîf li pêvajoyê neke. Em di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk de ne. Firseta çareseriyê ya li pêşiya me sed salan carekê encax bi dest dikeve. Raporên partiyan ên ku dê pêşkêşî Komîsyona Meclisê bên kirin, divê xizmeta ji pêvajoyê re bikin. Ev rapor dê bibin bingeha qanûna ku TBMM dê derbixe, dê bibe bingeha qanûnên aştî û azadiyê. Di serî de partiya desthilatê divê hemû partî vê hestiyariyê nîşan bidin.”
