AMED - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Licê dê li dijî fuhûş, tiryak û polîtîkayên şerê taybet, meşeke girseyî bê lidarxistin.
Piştî nûçeya ajanşa me ya li ser çeteya fuhûşê ya li navçeya Licê ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi rojan e li navçeyê tax bi tax, kolan bi kolan xebatan dimeşîne. TJA, dê di 14’ê Kanûnê de li dijî polîtîkayên şerê taybet, fuhûş û tiryakê li navçeyê meşeke girseyî li dar bixe.
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçarê jî beşdarî meşa bi dirûşma “Em li dijî tiryak, fuhûş û polîtîkayên şerê taybet dimeşin” tê lidarxistin, bibe.
Meşa ku tê plankirin dê saet di 13.00’an de ji destpeka navçeyê dest pê bike û dê li navenda navçeyê bi dawî bibe.
