NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn, di çalakiya Cenevreyê de axivî û got: "Rêya aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di azadiya Rêber Apo re derbas dibe."
Nobeta Azadiyê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê bi daxwaziya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di hefteya 255’an de ye. Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevre ya Swîsreyê bang li saziyên navneteweyî dikin ku erka xwe ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bînin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn axivî. Osman Tekîn bal kişand ser hevdîtina komîsyona Meclisê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pêk aniye. Tekîn anî ziman ku li şûna ku tevahiya girtekên hevdîtinê bi raya giştî re bihata parvekirin, lê desthilata AKP’ê nivîsên girtekê kurt kir û kurteya wê parve kir.
Tekîn ev tişt anî ziman: “Daxwaza me zelal e: Divê tevahiya girtekê were parvekirin. Ev nivîs ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn perspektîfeke çareseriyê ye."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sal û nîvek bi ser pêvajoyê re derbas bûye û wiha domand: "Her çiqasî şert û mercên li Îmraliyê bi qismî hatiye baştirkirin tê nîşandan jî, azadiya Rêber Apo ji bo çareseriyek rastîn şert e. Dema ku pêvajo dest pê kir ev mijar li ser maseyê bû. Lê hîn jî Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Îmraliyê dîl tê girtin."
Osman Tekîn bal kişand ser Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê ku yek ji parêzvanên herî mezin ên mafên mirovan e tê meşandin, pêvajo bêwate nîşan dide.
BERSIVA GEFÊN LI DIJÎ ROJAVA
Tekîn li ser salvegera guhertina rejîma Sûriyeyê rawestiya û got: "Di demeke ku her kes li herêmê li benda aramî û aştiyê bû de ‘Esadê bişaşik’ kete şûna Esad. Dewleta Tirk piştgirê herî mezin ê vê rejîma nû ye. Dirûşme û gefên 'em ê bi şûr werin' yên li ser gelên Sûriyeyê û Rojava nîşan dide ku bê gelên Rojava bi xeteriyeke çawa re rû bi rû ye. Dîsa dewleta Tirk li pişt van gefan e."
Tekîn anî ziman ku Şoreşa Rojava li ser îradeya gel hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava ne şoreşek ji jor ve hatiye avakirin; ew şoreşe di nava gel de bilind bûye û li ser bingehên saxlem hatiye avakirin. Yên ku digotin qey wê bi gef û şer encamanê bi dest bixin, di nava xeletiyeke mezin de ne.”
Osman Tekîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em careke din banga xwe dubare dikin: Divê rêberê me demildest were berdan. Rêya aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di azadiya Rêber Apo re derbas dibe."
