ENQERE - Koma Yenî Yolê, ji destpêka pêvajoyê heta niha di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de peyamên erênî dida lê biryar da ku dê neçe Îmraliyê. Hat îdiakirin ku komê, ji ber zext û mudaxileyan ji biryara xwe vegeriyaye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan bi sala ye têkildarî rola hegemonîk a Îsraîlê ya li Rojhilata Navîn dinirxîne. Ev rola Îsraîlê, nîqaşên têkildarî pêvajoya çareseriyê ya li Îmraliyê teşe digire jî kûr dike. Demekî kin piştî biryara CHP’ê ku got dê nûnerên xwe neşînin hevdîtina Îmraliyê, Partiya DEVA’yê, Partiya Saadetê û Partiya Gelecekê ku weke Koma Yenî Yolê tên zanîn jî biryar dan ku nûnerên xwe neşînin. Piştî vê gava Koma Yenî Yolê, di kulîsan de hat îdiakirin ku “li dijî wan operasyon hatiye kirin.” Li gorî agahiyên çavkaniyeke me ya burokrasiya dewletê ji nêz ve dişopîne; îktîdar naxwaze CHP û partiyên muxalefetê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, dixwazin hevdîtinê bi AKP û MHP’ê bisînor bigirin û muxalefet jî ketiye vê xefikê. Çavkaniyê, da zanîn ku piştî CHP’ê tişta îktîdarê dixwest kirî, derdorên di nav îktîdar û burokrasiyê de cih digirin û dijberiya pêvajoyê dikin, li dijî Koma Yenî Yolê mudaxile kirine û kirin ku ji biryara çûna Îmraliyê vegerin.
GELO MUDAXILE LI KOMA YENÎ YOLÊ HATE KIRIN?
Çavkaniya behsa xeberê; avadaniya ku nehişt CHP tev li serdana Îmraliyê bibe, mudaxileyî Koma Yenî Yolê jî kir û biryara endamdayîna şandeya Îmraliyê asteng kir. Li gorî îdiaya din jî, kesên di burokrasiyê de payebilind yekser zext li vê komê kiriye ku wekîlên xwe neşînin Îmraliyê.
TORUN Ê PARTIYA GELECEKÊ: GOTIBÛ EZ JÎ DÊ BIÇIM ÎMRALIYÊ
Wekîlê Partiya Gelecekê yê Bursayê Kanî Torun, piştgirî dabû gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û gotibû: “Heke pêwîstî pê bibe ez jî dikarim bi birêz Bahçelî re biçim Îmraliyê.” Di demeke nîqaşên li ser gotina Torun didomin de her kes pirsa “Çi bû ku Yenî Yolê biryara neçûna Îmraliyê da?” dike.
GELO HEMAN ZEXT LI PARTIYA DEVAYÊ JÎ TÊ KIRIN?
Partiya DEVA’yê, ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta niha erênî nêzî pêvajoyê dibe û dixwest pirsgirêka Kurd li Meclisê çareser bibe. Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan jî gotibû: “Çareseriya pirsgirêka hemwelatiyên me yên Kurd, li Meclisê ye.” Tevî vê jî Partiya DEVA’yê di kêliya dawî de biryara neşandina nûnerê xwe da. Partiya Babacan ê ku dixwaze çareserî li Meclisê be, got dê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê û vê jî rê li ber pirsan vekir.
PARTIYA SAADETÊ: EM MECBÛRIN IN BI HEV RE ÇARESER BIKIN
Partiya Saadetê jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî seknekî erênî bû. Serokê wê yê giştî Bulent Kaya çendek roj berê ji MA’yê re axivî. Kaya, serdanên ji bo Îmraliyê tên kirin bi bîr xistibû û gotibû dema mijara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdulallah Ocalan re hate komîsyonê dê mijarê binirxînin. Kaya, gotibû: “Em mecbûr in Tirkiyeyeke demokrasî, azadî û hiqûq ji bo her kesî cîbicî bûye ava bikin.”
GELO DÎROK XWE DUBARE DIKE?
Di sala 1993’yan de bi hewldanên Eşref Bîtlîs, “Komîteya Aştî, Xwişk-Biratî û Piştevaniyê” hatibû avakirin. Lêbelê hin derdor li dijî wê derketibûn. Li gorî çavkaniyan, wê demê gladyo ketibû dewrê û sabote kiribû. Çavkanî dibêjin ku di roja me jî heman hewldan hene.
Di heman demê de geşedanên diqewimin, nîşan didin ku dê pêvajoya pêş, hevsengiyên di navbera partiyan de bi mudaxileyên klîkên tarî hêj tevlihevtir bibin.
MA / Selman Guzelyuz
