HESEKÊ - Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku di mijarên leşkerî de bi Şamê re mitabaqetek heye lêbelê heta meseleyên esasî neyên çareserkirin dê peymaneke giştî jî çênebe. Ebdî, got: "Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne herêmê."
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber cihê xwe yê stratejîk, çavkaniyên binerd û demografyaya xwe yek ji cihên girîng ên Rojhilata Navîn e, hem li hundir hem jî li derveyî welat yek ji rojevên sereke ya siyasetê ye. Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara, di 10'ê Mijdarê de civiyan û yek ji mijara sereke jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û tevlibûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nava vê pêvajoya entegrasyonê de, yek ji mijarên sereke ya civînê bû.
Li gel vê, pêwendiyên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî di rojevê de ye. Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, herî dawî li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê tev li 6'emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû. Di forumê de têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û yekitiya neteweyî ya Kurd daxuyaniyên girîng da.
Mazlum Ebdî, têkildarî geşedanên li herêmê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
Di beşda ewil a hevpeyvînê de me cih da hevdîtinên li Dihokê, hevdîtina Trump-Şara, hevdîtinên Rêveberiya Xweser-Şamê, pêvajoya entegrasyonê û Peymana 10'ê Adarê.
Beriya geşedanên rojane yên li herêmê diqewimin, dixwazim serdana we ya li başûrê Kurdistanê bipirsim. Bi Îlham Ehmed re hûn jî li Dihokê beşdarî Foruma Ewlehî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn bûn. Hûn çawa hatin pêşwazikirin, we nêzikatiya li hemberî xwe çawa dît?
Ew dawetî ji bo foruma Dihokê bû, beriya niha xwestibûn em tev li bibin. Em jî vê serdanê girîng dibînin. Wekî destpêkê pêvajoyeke nû dibînin. Di vê demê de li Dihokê formeke bi vî awayî amadebûn helbet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng bû. Em bawer dikin ev dê di têkiliyên me yên Başûr re bibe destpêkeke nû û pêşketin dê bê çêkirin. Pêşwazî germ bû. Têkiliyên me yên birayên me yên başûrê Kurdistanê şêwazek xwezayî dibînin.
We di heman demê de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin kir. Ev hevdîtin tenê di çarçoveya ziyaretekê de çêbû yan li ser esasên nîqaşkirina hin mijaran bû?
Bi giştî mijarên diyalog û aştiyê de, tiştê Rojava eleqedar dikin û Bakurê Sûriyeyê eleqedar dikin, Kurdan giştî eleqedar dikin em li ser hemûyan axivîn. Encamên giştî erênî bû.
Ev ne cara yekeme em bi rayadarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin. Dewamiya ziyaretên berê bû. Gelek mijarên aktuel hebûn me li ser nîqaş kir. Mijarên hevbeş her du terefan eleqedar dikin hebûn. Bi giştî jî yekitiya netewî di rojeva me de ye. Li ser van mijaran danûstandinên me çêbûn. Dîsa mijarên danûstandinên bi Şamê re em li ser sekinîn. Nêrînên hevdu girtin. Alîkariya başûrê Kurdistanê ya Rojava girîng e, em li ser vê axivîn. Bi giştî mijarên diyalog û aştiyê de, tiştê Rojava eleqedar dikin û Bakurê Sûriyeyê eleqedar dikin, Kurdan giştî eleqedar dikin em li ser hemûyan axivîn. Encamên giştî erênî bû.
Deriyê Sêmelka û têkiliyên aboriyê jî hatin rojevê yan?
Elbet em li ser van jî diaxivin. Ji bo ku têkilî û çûn/hatin bêhtir xurt bibin, bi giştî jî ji Deriyê Sêmêlka bêtir pêvajoya avakirina nû ya Sûriyeyê, mijarên aborî de divê ku rola giring a başûrê Kurdistanê hebe. Em cîranên hevdu, birayên hevdu ne. Ne tenê ji bo başûrê Kurdistanê, Kurdên Bakur jî Kurdên Dîasporayê jî ji bo ku werin ew jî xebatên ji nû ve avakirinê bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rolekê xurttir bilizîn, em li ser van mijaran sekinîn.
Nêzikatiya rayedarên wir a li hemberî van mijaran çawa bû?
Bi giştî erênî bû. Ew jî pêwîstiyek bi vî rengî dibînin û ji bo vê jî amade ne.
Beriya ez derbasî mijarên din bibim, dixwazim pirsa yekitiya demokratîk a di navbera partiyên Kurd de jî bikim. We di meha Avrêlê de ji bo vê konferansek li dar xist. Xebatên we yên der barê yekitiyê de di çi astê de ne? Di hevdîtinên Başûr de ev mijar jî hat rojevê yan na?
Heyetek hevbeş a Kurdî hatiye çêkirin lê hêj ji ber nêzîkbûna Şamê ev tev li muzakarayan nebûne. Em hewl didin heyeta konferansa derketî xurttir bikin, em li ser vê jî disekinin.
Cihê kêfxweşiyê ew e ku tevahiya hêzên siyasî ya Kurd îro pêşwazî pêvajoya aştî ya Rêber Apo pêşxistî dikin. Me di konferansê de anî ziman. Hêvî dikin ev ji bona yekitiya xurt ji bona tevahiya hêzên Kurdistanê û taybet ev mijara jî hevdîtinan de hat ziman, nêzîkbûna erênî tevahî hêzan dît. Dîsa mijara a rojavayê Kurdistanê ku me eleqedar dike wekî we jî dît nûnerên Meclisa a Kurdî ya Sûriyeyê jî li wir amade bûn. Firset çêbû em bi wan re jî biaxivin; çawa em dikarin mijara yekitiyê li Rojava xurttir bikin. Pirsgirêkek me heye. Heyetek hevbeş a Kurdî hatiye çêkirin lê hêj ji ber nêzîkbûna Şamê ev tev li muzakarayan nebûne. Çend caran me hewl da ji bo mijara doza Kurd, ji bo bendên ku bi pirsgirêka Kurd re girêdayî ku 10’ê Adarê vana bê guftogo bikin, pêk bînin, hewldanên me çêbûn em wan bişînin Şamê. Lê ev çênebûn. Ev pirsgirêk e. Heyeta konferansa derketî xurttir bikin, em li ser vê jî disekinin. Bi giştî em hemfikirin ku ne tenê ev heyeta ku konferansa derketî ji bona meseleyên muzakareyan kar bikin, ji bona temamî Kurdên Rojava temsîl bike - çi li hundir çi jî li derve - em li ser vê mitabiq in. Me ji birayên xwe yên Başûr jî xwest ku em jî alîkar bibin. Bi giştî jî em hêvî dikin demên pêşiya me de ev heyetên ku konferansa derketî bêtir aktîf bibe.
Hincetên Şamê çi ne?
Ew dibêjin pêwîst e em mijarên eskerî hel bikin. Dibêjin gerek em despêkê van hel bikin pê re jî em derbasî mijarên destûrê bibin, mijarên hikûmeta hevbeş bibin.
Hincetên wan esasî bi rastî hincet in. Em tevli nabin. Ew dibêjin pêwîst e em mijarên eskerî hel bikin. Dosyaya eskerî dosya ewlekarî çareser bikin. Mijarên îdarî hene em divê li hev bikin. Dibêjin gerek em despêkê van hel bikin pê re jî em derbasî mijarên destûrê bibin, mijarên hikûmeta hevbeş bibin. Bi vê ve girêdayî mijarên doza Kurd bibin. Ev nêzîkbûna ne rast e, ew di vê de israr dikin. Niha jî dosya eskerî û ewlekarî bibin çareseriyekî. Ji bona dosya Kurd jî li ser bisekinin.
Di hevdîtina Donald Trump û Şara de yek ji mijarên girîng jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di vê mijarê de we bi Tom Barack re hevdîtinek jî pêk anî. Der barê kitekitên vê hevdîtinê de çi ji we re hat ragihandin?
Piştî hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê li Qesra Spî çêkirî detayên wê bi me re hat parvekirin bi terefê Tom Barack re. Li gorî Barack vegot, erênî derbas bûye. Mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara QSD bi Trump re hatiye nîqaşkirin. A rastî Trump pirs kiriye û bersiv girtî ye. Erênî derbas bûye. Wan ji Serok Trump re daye xuyakirin ku îradeyek heye dê were çareserkirin. Gotine têkiliya me yê QSD’ê baş in em ê vê meseleyê çareser bikin. Bi giştî nêzîkbûneke erênî derketiye holê.
Hevdîtin erênî derbas bûye. Ji serok Trump re gotine ku îradeya wan a çareseriyê heye. Trump xwestiye mesele bi rêya diyalogê çareser bibin.
Dîsa Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî hazir bûye. Bi wî re jî hatiye nîqaşkirin. Li gorî agahiyên me girtî, xwesteka van mesele werin çareserkirin bê şer bi riya diyalogê ji terefê Serok Trump de hatiye ziman. Vana jî va tişta qebûl kiriye. Dîsa mijara QSD’ê giştî; fedakariya QSD’ê kirî, têkoşîna heta niha QSD’ê li dijî DAIŞê kirî ev jî li wir hatiye ziman.
Tirkiyê çawa nêzîk bûye?
Rast e, ew jî bi me re hat veguhestin. Hem di civîna Qesra Spî bi Serok Trump re hatiye kirin hem jî di dawiya civînê de bi birêz Hakan Fîdan tevlibûye hem jî di civîna sêalî ku wezîrê derve tevlibûne gorî ji me re hatiye gotin Tirkiyê hinek gazincên xwe kirine, ji xwe her tim dike. Dibêjin QSD giran hereket dike, giran dimeşe. Dîsa hinek mijaran de bertekên xwe anîne ziman. Lê giştî femkirî vê carê zêde ne tûj bûne. Ew zimanê tuj û tehdîdê neanîne ziman. Xwestekên xwe yên çareseriyê anîne ziman.
Heke ew mijarên ku hûn dibêjin erênî derbas bûye pêk werin dê bandoreke çawa li ser herêmê bike?
Pirsgirêka me ya esasî ew e ku di civînan de tiştên erênî tên axaftin lê di pratîkê de pêk nayên. Ev yek mişkîleyên me yên esasî ne. Em hevî dikin piştî civînên Washington çêbûn êdî gavên pratîkî werin avêtin. Pêvajoya pêşiya me de gavên pratîk werin avêtin. Tiştê em hêvî dikin ew e ku madem di mijara hêzên ewlekariyê ketiye rojevê; çarçoveya me li hev kiriye di civîna me ya dawî ya li Şamê de, em hêvî dikin ku hinek gavên pratîk biavêjin. Mijarên detayên de pirsgirêk hebin çareser bikin. Mijarên me yên esasî mijarên tevlibûna me ya hikûmetê û yek jî guhertina destûrê ye. Em jî li ser dixebitin, di vir de zelalbûnek çêbe û gav bên avêtin. Helbet heyeta Kurdî jî biçe Şamê û doz û mafê Kurd li gel pêkhateyên dîtir bikaribin di destûra Sûriyeyê de mîsoger bikin. Ji ber ku ew beşekî îttîfaka 10’ê Adarê ye.
Têkiliyên we yên Şara re di çi astê de ne?
Niha em li ser van dişixulin ku em bikaribin careke din civînên sê alî çêkin. Em û rayedarên Şamê û Amerîkî bi hev re çi li Şamê be, belkî jî derveyê Şamê bibe an jî cihekî sêyemîn be, em hevdu bibînin ji bo gavên nû.
Bernameyên me yên hevdîtinê hene. Diviya beriya çûna Washington navbera me Ehmed Şara de hevdîtin bihata çêkirin. Lê taloqî piştî civîna Washingtonê kirin. A muhîm ew e ku heyetên me yên muzakareyan hevdu bibînin, li ser tiştên pratîk bişixulin. Niha em li ser van dişixulin ku em bikaribin careke din civînên sê alî çêkin. Em û rayedarên Şamê û Amerîkî bi hev re çi li Şamê be, belkî jî derveyê Şamê bibe an jî cihekî sêyemîn be, em hevdu bibînin ji bo gavên nû.
Îxtîmal heye hûn cihekî sêyem hevdu bibînin?
Îxtîmal heye, ew jî di rojevê de ye.
Doza Kurd û pêkateyên din dê çawa di destûrê de werin ziman, ev hêj mane. Bê wan jî ne mimkun e pêkhatinek giştî çêbe.
We heya niha di kîjan mijaran de li hev kiriye?
Ya esasî me li ser hevkirî, mijara agirbestê ye. Ev yek, yek ji bendên Îttîfaka 10’ê Adarê ye. Ji wê îttîfaqê ve ye ev agirbest di meriyetê de ye. Carna hinek pirsgirêk derdikevin lê bi giştî îradeyek di herdu terefan de heye ku şer çênebe. Mijar bi diyalogê were çareserkirin. Heta niha ev dimeşe. Baş e encamên herî xurt ya îttîfaqê ye.
Di mijarên xitabetê de pirsgirêk hene. Lê astê fermî de ne cem me ne jî Şamê dibe zimanek guncav heye. Tê dîqetkirin ku ne dijbertî lê bi hevdîtinan were çareserkirin. Mijarên wiha baş hene.
Mijarên leşkerî de her çiqas me îmze nekiribe jî fermî jî nebe jî civîna vê dawiyê me li Şamê çêkir, di hizûra terefê Emerîkî de, di dosyaya leşkerî de me li hev kiriye. Çawa tevlibûnek were çêkirin. Mimkun e hin pirsgirêk derkevin lê belê mutabaqetel heye. Lê mijarên esasî mane. Mijarên destûrê, şeklê rejîma Sûriyeyê (dê navendî be yan nenavendî be), ev mijar girîng in. Doza Kurd û pêkateyên din dê çawa di destûrê de werin ziman, ev hêj mane. Bê wan jî ne mimkun e pêkhatinek giştî çêbe.
QSD, li Sûriyeyê hêzeke rêxistinkirî ya mezin e. Tevlibûna HSD’ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne. Bila kesek ji vê netirse.
Entegrasyona HSD jî gelek tê mereqkirin. Di milê leşkerî de dê entegrasyoneke çawa pêk were? Ma hûn ê HSD’ê belav bikin?
Mijarên bi vî rengî li ser ragihandinê nayên axaftin. Di mijarên leşkerî de em vê dixwazin, yên din vê dixwazin… Gelek caran li ser ragihandinê derketine. Lê em van guncav nabînin. Ji ber ku mijarên eskerî ne. Bi hevdîtinan were çareserkirin. Lê giştî ez vê bibêjim; QSD hêzekî tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêyê pêk tê. Heta bi hezaran kesên derveyî vê heremê jî tê de ne. Hêzeke 10 sal e bêhtir e bi koalîsyonê re kar dike. Tecrubeyek xwe li operasyonên DAIŞ’ê de çêbûye. Hêzeke rêxistina herî mezin a Sûriyeyê de ye. Pêwîst e bi şiklekî rêk û pêk tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Dê artêşa Sûriyeyê xurt bike. Bi tecrubeyên xwe bi hêjmara xwe û hêza xwe xurt bike. Em ê baweriyê de ne ku tevlibûna HSD'ê ya artêşa Sûriyeyê xurttir bike û bi xwe re aramiyê binê. Divê tu kes netirse. Berovajî vê, dê bi awayekî erênî be. Em dixwazin tiştên xwe biparêzin, keda şervanên QSD’ê vala neçe. Xwîna QSD’ê rijandiye vala nerin, bi awayekî layiqî tev li artêşê bibe. Rolekê xwe yê xurt di artêşê de hebe. Yê din detay in, di muzkareyan de tê ser bê axavtin.
Astengiyên li pêşiya Peymana 10’ê Adarê çi ne? Ji ber ku hin alî di vê mijarê de we tewanbar dikin?
Ewên me tewanbar dikin dikariyan hêj di serî de ev nêrînên xwe parve bikirana. Lêbelê niha nikarin van fikran biparêzin. Bi taybet piştî civînên dawîn ên li Şamê çêbûn, wekî hûn dizanin 2 meh berê li Parîsê civîn çêbû. Wan çaxê şûn ve herkes dizane Rêveberiya Xweser, QSD ew terefê amade bûye. Hêzên navber çi Amerîka, çi Fransa çi jî Brîtanya dibe rastiyê dizanin. Ji ber ku belgeyên nivîsandî ku em hazir dikin, belgeyên muzakareyan hazir dikin em herkesî re parve dikin. Herkes zemanê xwe de dizane. Herkes dizane pirsgirêk ne ji me ye. Pirsgirêk ê giran dikin terefên dîtir in. Ez bawer dikim herkes vê dizane. Kes ji me re nabêje hûn dereng dixin.
Her kes dizane ku pirsgirêk ji me naqewime. Yên vê pirsgirêkê giran dikin aliyê din e. Me pêşniyarên xwe yên têkildarî entegrasyona HSD’ê şand. Lê hêj bersiv nehatiye dayin.
Çend tiiştên din bînim ziman ku ez girîng dibînim. Di tevahiya mijarê de, di mijara îdarî de me nêrînên xwe şandine. Heta me di mijarên pratîk de, çareserkirina muhafaza herêma Dêrazorê, dîsa dosyeya sînor û deriyan me nêrînên xwe hemû nîvîskî şandine. Mijara leşkerî de pêşniyarên xwe şandine ku çawa dixwazin QSD’ê entegre bibe û tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Me nav şandine. Navên kesên dê erkdar bibin. Heta niha me bersiv negirtine. Niha em li benda bersivan e. An jî bendê ne randevuyek nû were dayîn ku em li ser wan kaxizana nîqaş bikin. Min bi xwe gelek rayedarên Şamê re axiviye û bersiv xwestiye. Ez bawer dikim mijareke din jî; gavên baweriyê jî hene. Divê gavên baweriyê jî bên avêtin. Ew jî me dixwazin em jî dixwazin bawerî çêbe. Mijarê Efrînê heye, vegera Serêkaniyê û Efrînê heye. Sûriye hemû vegeriyaye cihê xwe lê yên me hêj ne vekirî ye. Pirsgirêk heye. Mesela cem me 12 sal in zarok dixwînin derveyî konstorla dewlata Sûriyeyê ya merkezî. Cihek wisa hebû; diplomê xwendevanan yên hatin erêkirin hêj nehatyiye çareserkirin. Hinek mijarên bi vî rengî hene. Mijarên bawerî dibêjin. Belkî terefên wan de jî hebin. Em dixwazin vê demê de hinek gavên pratîk biavêjin ev pirsgirêk werin çareserkirin. Bi giştî ji bo vî îradeyek xurt gerek e. Em aliyê xwe de raber dikin, divê aliyê din jî raber bike.
Rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim banga zagoneke nû dikin. Zagoneke nû ji bo Sûriyeyê çima girin e û hin zagoneke çawa ji bo tevahiya Sûriyeyê dixwazin?
Ev du beş in. Niha destûrek heye. Di wir de hinek bendên bi Îttîfaka 10 Adarê re nakok, hene. Civîna me yên Şamê de bi Ahmet Şara re me anî ziman. Destpêkê ev werin çareserkirin. Destûra heyî li gorî îttîfaqa 10’ê Adarê hin bend werin sererastkirin. Yêk wekî herkes tev li hikûmetê bibe. Mijarên doza Kurd de yên werin sereraskirin.
Hinek bendên bi Îttîfaka 10 Adarê re nakok, hene Ev nehatiye çêkirin. Em dixwazin her kes nûnerên wan tev li vê komiteyê bibin ku em destûrekî munasîp ji bo Sûriyeyê çêkin.
Yek jî çêkirina destûra Sûriyeyê ya bingehîn e. Ji bo vê wext divê. Belkî 2-3 sal divê. Şixûl dive. Hemû teref divê têkevin komîteya ku vê hazir dike. Ev nehatiye çêkirin. Em dixwazin her kes nûnerên wan tev li vê komiteyê bibin ku em destûrekî munasîp ji bo Sûriyeyê çêkin.
Di hevdîtinên bi Şamê re de divê nûnerên Durzî û Elewî jî hebin. Tiştên em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin em bo cihên din jî dixwazin.
Bi gel û netewên din re têkiliyên we hene yan na? Ew di milê hevdîtinên we yên Şam de çi difikirin, hûn çi danustandinan dikin?
Têkiliyên me li gel hemû pêkateyên Sûriyeyê hene. Di nav QSD’ê de herkes heye. Hem jî di asta giştî de têkiliyên me bi herkesî re heye. Bi Durziyan heye bi Elewiyan heye bi Sunniya re heye bi Îsmaîliyan re heye. Bi Xiristiyên li Sûriyeyê re heye. Ev ne niha dema rejîma Esad de jî hebûn. Niha jî dewam dikin. Ew jî me fêm dikin, em jî wan fêm dikn. Gelek caran navbera me de hevdû fêmkirin, bi hev re hereket kirin di milê siyasî de bi hev re kar kirin heye. Lê em dixwazin ev rêk û pêk were meşandin. Mesela em dixwazin hevdîtinên niha bi Şamê re tê kirin ne tenê bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, em dixwazin nûnerên Durziyan jî tê de hebin. Heyetên Elewiyan jî hebin. Sûriyeyî gişk bi hevdu re hevdîtinan çêkin. Ji bo ku lihevhatinek giştî çêbikin. Mixabin ev niha nîn e. Pirsgirêk hinek cuda ne. Lê belê têkiliya me bi herkesî re baş in. Di aliyê siyasî de jî tiştê em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin ji bo van cihê dîtir jî dixwazin. Em dixwazin ew jî di nav van hevdîtinan de bin ku em tiştekî mayînde dest bixin.
Sibê: Ti peywendiyên Rêveberiya Xweser bi Abdullah Ocalan re çêbûn yan na?
DAIŞ hêj xetere ye yan na?
Gelo dê Mazlum Ebdî were serdana Tirkiyeyê?
Mazlum Ebdî di pêvajoya Şoreşa Rojava de herî zêde ji çi bandor bû?
Çend caran rastî sûîqestê hat?
MA / Azad Altay
