AMED - Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Baver Mizrak diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de tiştê herî lezgîn ku were kirin qanûna entegrasyonê ye û got ku komîsyona ku wan di vê çarçoveyê de ava kiriye dê di bin 11 sernavan de xebatên hiqûqî bidomîne.
	Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd di 26'ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku gaveke nû avêtiye û hêzên xwe vekişandiye Herêmên Parastina Medyayê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gav di çarçoveya derbasbûna ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê de hatiye avêtin û hat destnîşankirin ku "pêdiviya danîna hiqûqeke veguhêz" di vê çarçoveyê de heye.
	Her çend çarçoveya qanûnî ya ku tê de veguhestin û entegrasyon dê were çareserkirin hîn ne diyar e jî, Baroya Amedê ragihand ku komîsyonek ji bo lêkolînên qanûnî di vî warî de ava kiriye. Komîsyon ku dest bi xebata xwe kiriye, dê li ser xebata qanûnî de bisekine. Baroyê 11 xalên ku divê komîsyon li ser bisekine destnîşan kirine. Xalên ku komîsyon dê li ser wan bisekine ev in: "Qanûna Entegrasyonê, efû û beşdarbûna di jiyana civakî de", "Guhertinên li Qanûna Înfazê di çarçoveya Qanûna Dijterorê de", "Perwerdehiya bi zimanê dayikê û pênaseya hemwelatîbûnê", "Xurtkirina rêveberiyên herêmî, kuştinên kiryar nediyar, windakirinên bi darê zorê, demborî di dozên civakî de", "Nirxandina rêziknameyên di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de di çarçoveya pirsgirêka kurd de û pêşniyaz", "Rêziknameyên der barê vegera navên li Kurdistanê", "Qanûna Hilbijartinê, Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Komeleyan", "Pêşniyazên der barê mafên jin û zarokan de", "Lêkolîna Ekolojiyê û pêşniyaz", "Bêalîbûn û serxwebûna dadweriyê."
	'ÊDÎ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'
	Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Baver Mizrak ku der barê xebata komîsyonê kê dê bike agahî da û diyar kir ku ev gava dawî bingeh ji bo çêkirina qanûneke entegrasyonê ye. Mizrak got: "PKK di saleke dawî de gavên girîng avêtine, hem xwe fesix kir û hem jî xwe bêçek kir. Herî dawî, bi daxuyaniya xwe ya 26'ê Cotmehê, bi vekişîna çekdarên xwe ji Tirkiyeyê bingeh ji bo vê yekê danî. Niha pêwîst e ku qanûndanêr, hikûmet û kesên ku di dewletê de rolekö dilîzin di vî warî de gav bavêjin."
	Mizrak anî ziman ku ew li bendê ne ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin pêşniyazeke qanûnî pêşkêş bike û got: "Wekî Baroya Amedê, me dest bi xebatê kiriye ka em çawa dikarin beşdarî pêvajoyê bibin û pirsgirêka kurd ku bûye sedema vê pevçûna 40 salî, çawa dikare bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin."
	Mizrak diyar kir ku komîsyona ku wan ava kiriye dê di bin 11 sernavan de bixebite û got: "Me lêkolînek der barê çekdanînê û entegrekirina milîtanên rêxistinê de ku qanûneke çawa dikare bê derxistin. Me her wiha li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê jî xebat daye destpêkirin. Lêkolîna me ya yekem, wekî ku me behs kir, qanûna entegrasyonê ye. Ango, me lêkolînek kurt li ser vegera çekdarên PKK'ê ji bi Tirkiyeyê û her wiha mehkûm û girtiyên ku ji ber 'endamtiya rêxistinê' an 'xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê' hatine cezakirin çawa divê entegre bibin nav jiyana civakî, pêşkêş kiriye. Me her wiha lêkolînek kurt li ser gavên qanûnî yên ku divê der barê vegera kesên li derveyî welêt û kesên ku daxwaza penaberiyê kirine de werin avêtin, pêşkêş kiriye."
	ENTEGRASYON
	Mizrak destnîşan kir ku pêdiviya herî lezgîn qanûnên entegrasyonê ne û got ku ew li ser mijarên têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê, pênasekirina hemwelatîbûnê û newekheviyên di Qanûna Înfazê de jî dixebitin ku di pirsgirêka kurd de pirsgirêkên herî bingehîn in. Mizrak her wiha diyar kir ku ew li ser mijarên têkildarî jin, zarok, ekolojî û dadweriyê jî dixebitin ku dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng bin. 
	MA / Rûkiye Payîz Adiguzel 
								



