QERS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Qersê axivî û got: “Divê bi zagonên veguhêz re azadî û maf bên misogerkirin.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qersê, li hotêleke li bajar “Hevdîtina Gel û Baweriyan” li dar xîst. Nûnerên gelên Terekeme, Kurd, Çerkes û Tirk û bawermendên Caferî, Misilman, Xiristiyan, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtinê de axivî û got lidarxistina bernameyeke wiha li Qersê, gelek watedar e. Bakirhan, îşaret bi rewşa kozmopolît a Qersê kir û got: “Ya ku Qersê dike Qers, rengîniya wê ye, hesta piştevanî, xwişkbiratiya wê û parvekirina wê ye. Tehemûla van gel û baweriyan a li dijî hev e. Çanda pêkvejiyanê ya li Qersê dikare ji bo Tirkiyeyê bibe mînak.”
‘EM DIXWAZIN DI HIQÛQA DEWLETÊ DE XWEDÎ HEMAN MAFAN BIN’
Bi domdarî Bakirhan, anî ziman ku her kes li ser vê xakê dikare bêyî cihêkariyê li hev bike bi hev re bijîn û wiha axivî: “Tu pirsgirêka me bi komarê re nîne. Daxwaza me ew e ku komar demokratîk bibe û hemû reng û nasnameyên cuda hembêz bike. Yên pêşiya vê digirin û dibêjin aştî dê welat parçe bike, bawer bikin ku ew kes in ên ji bo sê çar dengan siyasetê dikin. Tiştekî rast nakin lê çi bibê jî em ê rastiyan bînin vê xakê. Em di hemû zagon, hiqûq, destûra bingehîn û saziyên dewletê de wekhevî û edaletê dixwazin. Em dixwazin di hiqûqa dewletê de xwedî heman mafan bin.”
BANGA ABDULLAH OCALAN
Bakirhan, bal kişand ser biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û wiha got: “PKK’ê li ser banga birêz Ocalan xwe fesix kir û herî dawî biryar da ku xwe ji Tirkiyeyê vekişîne. Ev yek, gaveke dîrokî ye. Madem pirsgirêka çekê ji holê radibe, wê demê sepanên yekperest, nîjadperest û dij-demokratîk ên bûne sedema rakirina van çekan jî ji holê rakin. Ev, erk û berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye. Di rewşekî wiha de berpirsyartî dikeve ser milê Qersiyan, rûspiyên civakê, nûnerên partiyên siyasî û gel. Divê em bi dengekî bilin behsa aştî, pêkvejiyan, destûreke bingehîn a demokratîk bikin.”
‘JI KESÊN CIHÊKARIYÊ DIKIN RE DERBASÎ BE’
Bakirhan, got ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pratîkên xwe gelek tabû hilweşandiye û wiha axivî: “Çek ji dewrê derxist. Yên şer û pevçûn ji xwe re dikirin hincet û 2-3 trîlyon dolarên welat ji bo şer xerc kirin, bila niha bikevin nava hesabên hembêzkirina rengên welat û hiqûqê li gorî vê saz bike. Êdî bi vekişîna hêzên çekdar ji Tirkiyeyê re êdî qonaxa ewil a pêvajoyê bi dawî bû. ji nîjadperest û cihêkaran re derbasî be. Êdî tiştekî bikarin bi kar bînin nema.”
‘HEWCEYE HIQÛQEK WERE AVAKIRIN’
Bakirhan, destnîşan kir ku hewceye di vê qonaxê de aştî bikeve meriyetê û axaftina xwe wiha qedand: “Bala me dê li ser çareseriyê be. Komara demokratîk ji bo me tevan e lewma divê em tevek xwedî lê derkevin. Hewceye zagonên veguhêz, azadî û maf bên misogerkirin. Tenê bi gotin inyeta baş tiştek dernakeve. Tu dewletî, hiqûqê pênase bike. Nexwe nîjadperestekî sibe du sibe du dengan distîne divê li gorî serê xwe nekare biguherîne. Divê hiqûqek were avakirin. Têkoşîna me ji bo vê ye.”
Hevdîtin, piştî axaftina Bakirhan ji çapemeniyê re girtî domiya.
