NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Şerîfe Mihemedî yê bi navê Emîr Reîsyan, diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li muwekîla wê hatibû birîn hatiye betalkirin û ceza veguherandine 30 sal cezayê hefsê.
Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsyan li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku ji aliyê Desteya Bilind a Dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, hate betalkirin û li cihê wê cezayê 30 sal girtîgeh lê hate birîn.
Parêzer Emîr Reîsyan, da zanîn ku ew hewl didin careke din Şerîfe Mihemedî were dadgehkirin û serî li madeya 477 a ceza bidin, da ku cezayê girtîgehê yê lê hatî birîn bê betalkirin û azad bibe.
ŞERÎF MIHEMEDÎ
Girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî di 5’ê Kanûna 2023’yan de li mala xwe ya li bajarê Reştê ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin Girtîgeha Sine yê rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya yekkesî û di dema lêpirsînê de îşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike. Piştre jî li Girtîgeha Lakanê ya Reştê hat veguhestin.
Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina li dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erêkirin.
