AMED - Li Amedê ciwanên ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin.
Platforma Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” di 18'ê Cotmehê de meşek li dar xistibû. Piştî meşê ciwan ji aliyê rayedarên AKP'î û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve hedef hatibûn nîşandan.
Polîs di 21'ê Cotmehê de li gelek bajaran di ser malan de girtibûn û 6 ciwan hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku 3 rojan di binçavan de man û îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Pişti îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dageriya Nobedar hatin kirin. Dadgeriyê biryara girtina ciwanên bi navê Ferhat Gezer (17), Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal da.
Piştî biryara girtinê her 6 ciwan birin girtîgehê.
