DÊRSIM - Şaxa ÎHD’a Dêrsimê îşaret bi binpêkirinên li bendên kontrolê yên polîs û leşkeran kir û xwest ev rewş were bidawîkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê têkildarî zext û binpêkirinên mafan ên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan ên li Dêrsimê daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya benda kontrolê ya Kemerbelê ya li ser rêya Pulurê hate dayin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Nûrşat Yeşîl daxuyanî xwend û got ku bendên kontrolê û kontrolên keyfî azadiya gel bisînor dike. Nûrşat Yeşîlê got: “Li her çar aliyên Dêrsimê bendên kontrolê hatine danîn, li serê her çiyayî qereqol hatine avakirin, quleyên çavdêriyê hatine danîn, di têketin û derketina gund û mezrayan de kamera hatine bicihkirin, li qadên daristanî fotokapan hatine danîn û li bajar şertên awarte di meriyetê de ne. Vê jî jiyana gund û bajaran serûbin kiriye. Li navenda bajar, di navbera taxan de, di têketin û derketina navçeyan û gundan de û li her derê hêzên ewlekariyê xuya dikin û ev jî mafê nepeniya jiyana taybet, mafê geştê û mafê azadiyê binpê dike.”
Bi domdarî Nûrşat Yeşîlê anî ziman ku li rexekî turîzma Dêrsimê tê teşwîqkirin û li rexa din jî tevdîrên zêde yên ewlehiyê tên girtin û got: “Ev her du tişt hevdu nagirin. Ev rewşa heyî, zirarê dide avadaniya xwezayî ya bajar û aramiya wê.”
'BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’
Di berdewamê de Nûrşat Yeşîlê bi lêv kir ku li tu devereke welat bi qasî li Dêrsimê ewqas sepanên ewlehiyê di meriyetê de nînin û got: “Jiyana rojane ya xelkê bajar bênavber di kontrolê de ye û ev jî rê li ber sepanên keyfî jî vedike. Kontrolên wesayît û nasnameyan, rîskên binçavkirinê û sepanên din, bi aşkerayî binpêkrina mafê azadiyê û jiyana taybet e. Li bajarekî nifûsa wê ewqas kêm de ewqas kontrol tê kirin lê dîsa jî bikaranîna tiryakê ya li bajar û gundan, şerê li kolanan, çekên şexsî û komên weke çeteyan tevdigerin zêde ne. Ev yek nîşan dide ku ewqas ewlehî ne ji bo ewlehiya civakê ye lê berevajî vê, ji bo avakirina mekanîzmaya zextê û kontolkirina civakê ye.”
'DAWÎ LI VÊ ZEXTÊ BÎNIN’
Nûrşat Yeşîlê bi lêv kir ku zêdebûna hêzên ewlekariyê û bendên kontrolê, li şûna ewlehiyê xurtir bike, bêhtir mafê jiyanê yê gel binpê dike, hesta azadiyê û baweriya civakî qels dike. Ev venêrîna zêde û sepanên keyfî, rê li ber tirs û fikaran vedikin. Divê dev ji binpêkirina mafê jiyanê yê xelkê Dêrsimê, azadiya geştê û nepeniya jiyana taybet berdin. Tavilê dawî li van zextên bi rêya bendên kontrolê û venêrîna keyfî tê avakirin, bînin.”
