AMED – Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan, li Navenda Fûara Mezopotamyayê dest pê kir. Fûara ku tevî 31 weşanxaneyên Kurdî, 200 weşanxane beşdar bûn dê heta 26’ê Cotmehê bidome.
Bi hevkarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê , DTSO û TUYAP Fûarcilik û YEW-KURD’ê (Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî) 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuara Mezopotamyayê dest pê kir.
Hevserokên YEW-KURD’ê Asya Genim û Hakki Boltan, Rêveberê Giştî yê TUYAP’ê Îlhan Ersozlu, Serokê Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, wekîlê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, cîgirê Waliyê Amedê û gelek saziyên din di vekirinê de cih girtin.
‘CIVAKEK KU XWENDIN Û NIVÎSANDINA WÊ QEDEXE YE’
Hevseroka YEW KURD’ê Asya Genim a ewilî axivî wiha got: “Civakeke ku wisa bifikirin ku xwendin û nivîsandina wê hatiye qedexekirin. Weşangeriya Kurd xwe ji tunebûnê avakiriye. Li hemû deverên cîhanê dewlet piştgiriya weşanxaneyan dike, lê Kurdî ji vê yekê bêpar e. Em ji xwe bawer in, divê bazarek me ya xwendin û nivîsandinê hebe. Ji bo vê jî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Divê em rastiyê biaxivin. Hîn jî pirtûkên Kurdî tên qedexekirin, ev helwesta zordar neexlaqî ye. Weşangeriya Kurd niha li ber xwe dide. Em ji xwe bawer in û bi hev re ne. Me Mîr Celadet Elî Bedîrxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Melayê Cizîrî bi hemd xwend û em li ser şopa wan in.”
‘DIVÊ PIRRENGIYA ÇANDAN BÊ PARASTIN’
Piştî Asya Genim, Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk axivî û got: “Ji bo pêşerojê divê em li mîrateya Amedê xwedî derkevin. Li vî welatî qedexekirina pirtûkan neqediya ye. Ez bi xwe ji xala 301ê hatim darizandin. Divê êdî hişmendiya qedexekirinan bi dawî be. Divê pirrengiya çandan were parastin. Dewlet bêyî ku asteng bike, divê xizmetê bide.”
‘ZIMANÊ ME ÇIMA HAT QEDEXEKIRIN?’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî piştgirî da axaftina Asya Genim û got: “Birêz Asya Genim rastiyeke vî welatî anî ber çavan. 12 hezar salan li vir jiyanek hevpar hebû, kesî zimanê kesî qedexe nekir. Lê vê sedsala dawî de çima zimanê me hat qedexekirin? Ji bo perwerdeya Kurdî dê kengî gav were avêtin. Divê em li keda xemxûrên zimanê Kurdî derkevin.”
Pêşengeha pirtûkan dê heta 26’ê Cotmehê bi panel û îmzekirina pirtûkan berdewam bike.