WAN - Ji ber krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava 2 salan de li Wanê 700 esnafan dikanên xwe girtin. Serokê Odeya Firinvan û Loqentevanan Sabrî Işik, rewşa esnafên bajar weke “li ber îflasê ne” nirxand.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîza aborî didome. Yek ji derdorên herî zêde ji vê krîzê bibandor dibin jî esnaf in. Ji ber krîza aborî, li Wanê esnaf yek bi yek îflas dikin. Kargehên ku bi hêviyeke mezin hatine vekirin, ji ber zêdebûna lêçûnan û kêmbûna hêza kirînê, yek bi yek tên girtin. Hema hema li her devera bajar mirov dikare îlanên weke “tê firotin” bibîne. Li gorî daneyên Odeya Loqentevan û Firinvanan a Wanê ku 13 komên pîşeyî tê de cih digirin, di 10 mehên dawî yên sala 2024’an de, di sektora xwarin-vexwarinê de zêdetirî 600 kargehan tapo avêt. Di nava meha dawî de jî zêdetirî 100 esnafan tapo avêt.
Li gorî rapora Yekitiya Ode û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB), di sala 2024’an de li bajêr 548 şîrket, 31 kooperatîf û 199 kargehên bazirganiyê hatin avakirin. Di nava heman salê de 132 şîrket û 15 kooperatîf ketin pêvajoya “tesfiyeyê”. Di vê pêvajoyê de 119 şîrketan, 21 kooperatîfan û 113 kargehên bazirganiyê jî xebatên xwe dan sekinandin. Hejmara şîrketên di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de li Wanê hatine avakirin weke 246 hate ragihandin. Ev hejmar, di heman wextê salê ya 2024’an jî 255 bû. Di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de avakirina şîrketan ji sedî 3,5 ketiye û di avakirina kargehên şexsî de ji sedî 16,9 zêdebûn çêbûye. Bi vê yekê re li Wanê di avakirina şîrketan de ji sedî 3,53 kêmbûnek çêbûye.
HEJMARA ESNAFÊN KU DÊ DIKANÊN XWE BIGIRIN ZÊDE BIBE
Serokê Odeya Loqentevan û Firinvanan ê Wanê Sabrî Işik, rewşa esnafên bajar weke “li ber tapo avêtinê ne” nirxand û got: “Tenê di nava mehekê de 100 esnafan dikanên xwe girtin û ev hejmar dibe ku di zivistanê bibe 250. Wan, 19’emîn bajarê mezin ê Tirkiyeyê ye lê hilberîn lê nîne, mezaxtin heye û esnaf debara xwe ji esnafan dike. Esnaf, niha debara xwe ji turîzmê dike. Ev jî dike ku esnaf havînê bixebite û zivistanê jî ji berîka xwe bixwe. Deriyê sînor ê herî nêz Kapikoy e. Turîstên ji welatên cuda tên Wanê destşoyê peyda nakin û nikarin pêdiviyên xwe cîbicî bikin. Turîstan ji gelek noqteyên kontrolê derbas dikin. Me ev mijar gelek caran ji rayedaran re got lê tiştekî nakin. Ji ber van pirsgirêkan jî turîst nayên Wanê.”
Işik, da zanîn ku ji ber heqê kirê yê zêde esnaf ber bi îflasê ve diçin û got: “Kirêyên li Wanê yên Stenbolê jî derbas kirine. Dikana şirînahiyê difiroşe dê çawa 170 hezar heqê kirê bide? Kirayên dikanan ên 47 hezar lîreyan derketine 70 hezar lîreyan. Ev lêçûn jî bandorê li heqê berheman dike. Lewma ne welatî dikarin bikirin ne jî esnaf dikarin bifiroşin.”
Işik, bal kişand ser bêedaletiya KDV’ê ya di sektora xurekê de û got: “Em amûr û alavan bi ji sedî 1 KDV’ê dikirin û ji neçarî ji sedî 10 difiroşin. Ji sedî 9 a dimîne jî li pişta esnafan tê barkirin. Ev jî yekser bandorê li welatiyan dike. Neçar dimînin ku ji bo çay, qehwe û kebabê jî zem were kirin.”
BERTEK NÎŞANÎ NEVENÊRÎNÊ DA
Işik, destnîşan kir ku li gel lêçûnên xebatkar û kirêyan, nevenêrîn jî esnafan dixe rewşekî zehmet û axaftina xwe wiha qedand: “Li kargehên mezin tu venêrîn nayê kirin lê venêrîneke zêde li ser esnafên biçûk heye. Esnafên biçûk, simîdekê bi 15 lîreyan difiroşe û ceza lê tê birîn. Kargehên mezin berhemekê bi 200 lîreyan bi 400 lîreyan difiroşin lê tu ceza lê nayên birîn.
Piraniya esnafan deynên wan ên SSK û BAG-KUR’ê hene. Ji sedî 80’ê esnafan ji bo BAG-KUR’ê deyndar in. Li hêla din jî deynên bacê hene. Piraniya wan an ji hêla SSK’ê yan jî ji ber bacê ketine ber îcrayê.”
MA / Zeynep Durgut