Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye

  • rojane
  • 12:38 12 Cotmeh 2025
  • |

ÊLIH -  Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di mitînga “Azadiyê” ya Êlihê de axivî û got ku weke komîsyon dê di demekî nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Ev, mitînga birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin.”                  

Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Azadî” mitîngê li dar dixe. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi hezaran kes herikîn qada mitîngê ya Xaçerêya Dortyolê. Di mitîngê de pankarta “Me hebûna xwe bi dest xist em ê ji bo azadiyê têbikoşin” hate hilgirtin. Ciwan jî bi pankarta “Ciwanen welatparêz ber bi rojê ve” û “Rêbertiya azad civaka azad” têketin qada mitîngê. Yekitiya Xwendekarên Êlihê (BATOB) jî bi pankarta “Azadiya jinan û gelen azadiya fîzîkî ya Rebertiye” di mitîngê de cih girtin. 
 
Di mitîngê de her wiha dovîzên “Pewistiya me bi aştiyê heye”, “Pêşiya siyaseta demokratîk vekin”, “Bijî yekitiya gelan” û “Ji nasnameya Kurdî re statû” hatin hilgirtin. Her wiha gel bi flamayên kesk, sor û zer û cilûbergên Kurdî tev li mitîngê bû. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî govend hate gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan htin hilgirtin. 
 
‘DEM DEMA AZADIYA OCALAN E’        
 
Dema Komîteya Amadekar a Mitîngê bangî gel dikir, welatiyan dirûşma “Êlih bi we serbilind e” berz kir. Semra Guneş li ser navê komîteya amadekar axivî û got: “Dem dema aştiyê, dema azadiya birêz Ocalan e. Heta ku avakerê vê pêvajoyê birêz Ocalan azad nebe aştî dê nebe. Aştî, girêdayî azadiya birêz Ocalan e. Azadiya Ocalan, azadiya gel e.” Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Piştre jî gel li ber kemançeyê govend gerand. 
 
‘BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN TU CARAN NEQEDIYAN’  
 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş di mitîngê de diyar kir ku tevî zilm û zordariyê jî gelê Kurd ev her tim ji bo aştiyê li ser pêya bû û got: “Berxwedan û têkoşîna tu caran bi dawî nebûn. Em heta vê pêvajoyê hatin. Birêz Ocalan ji salên 90’î heta niha vê sekna xwe ya ji bo aştiyê nîşan dide.” Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û got: “Sekna wî li Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda. Lê heta niha jî li djî vê bangê tu gaveke şênber nehatiye avêtin.”
 
‘DI DEMEKÎ NÊZ DE EM Ê BIÇIN SERDANA OCALAN’  
 
Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Meral Daniş Beştaşê, got: “Heta niha neçûne lê di demekî nêz de em ê biçin û gotinên wî parve bikin.” Meral Daniş Beştaşê got ku bingeha aştiyê girêdayî Abdullah Ocalan e û got: “Divê bingeha vê pêvajoyê hiqûq be. Lewma divê di nava du hefteyan de xebatên darazî dest pê bikin. Serxistina vê pêvajoyê di destê me de ye. Niha bi hezaran girtiyên siyasî hene. Qeyûm hêj hene. Girîng e ku di vê pêvajoyê de zimanê Kurdî bê naskirin, azadî û mafên Kurdan bên misogerkirin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Meseleya Kurdî meseleya hiqûqê ye. Divê hiqûq nas bike, ji bilî vê tu rêyên din nînin. Bi ragirtina aktorê sereke ya vê meseleyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi hevdîtinên sînordar re hûn ê nekarin meseleyê çareser bikin. Lewma divê deriyên Girava Îmraliyê bên vekirin.” 
 
'DIVÊ HESASIYETÊN KURDAN JÎ LI BER ÇAV BÊN GIRTIN’  
 
Meral Daniş Beştaşê got ku azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye û wiha bi dawî kir: “Hûn nikarin bi heqaretkirina nirxên Kurdan xwişk-biratiyê ava bikin. Xwişk-biratî bi wekheviyê dibe. Yên behsa hesasiyetên gel dike ka bila li Êlihê binêrin. Ev mitîng, mitînga azadiya birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin. Em naxwazin vê meseleyê ji dema pêş re bihêlin. Divê fikr û hesasetiyên me jî mîna yên Kayserî, Enqere, Stenbolê ber çavan bên girtin. Çareserî, naskirina ziman û çanda Kurdan e.” 
 
Mitîng, bi axaftinan didome. 
 
 

Sernavên din

15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN
10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN
09/10/2025
18:41 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'
17:29 Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
17:22 Hesen ê piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan dê were dersînorkirin
16:55 Komîsyona Meclisê dê were Amedê
16:46 Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê
16:03 Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin
15:56 Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hate taloqkirin
15:23 Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike
15:18 HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da
14:39 Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir
14:36 Komkujiya Garê: Rapora ‘Di legerîna edaletê de 10 sal’ hate weşandin
14:06 Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer terkî mirinê kirin
14:01 Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
12:56 Danişîna doza Boltan û Zengeralp hat lidarxistin
11:56 'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
11:46 Li ser îdiayên şahidê nepen der heqê Gok de îdianameyeke nû hat amadekirin
11:36 Piştî 31 salan li benda vegera Efrînê ye
11:35 Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye
11:02 Îsraîl û Hamasê di plana agirbestê de lihev kirin
11:01 Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin
10:56 Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
09:33 Talankirina daran a li Dorşînê didome
09:10 Erdem piştî 30 salan hat tehliyekirin
09:04 'Jin dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan'
09:02 Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû
09:01 Salih Muslim: Komplo neqediyaye, Rêber Apo hîn jî dîl e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN
08/10/2025
22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin