NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya Taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, diyar kirin ku divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne û hesabê ji komên êrişî sivîlan dikin bipirsin.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê binpêkirinên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Dinya Berkî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kiryarên hin aliyên girêdayî Wezareta Parastinê yên wekî girtina rêyên di navbera Heleb û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pêşîlêgirtina ketina sotemeniyê, dorpêçkirina taxê ya ji hêla komên çete ve, çêkirina çeperan û bicihkirina wesayîtên leşkerî li nêzî her du taxan û hedefgirtina sivîlan, binpêkirina aşkera ya Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ehmed El Şara û peymana 1’ê Nîsanê ye.
BANGA LI GEL Û HIKÛMETA DEMKÎ KIRIN
Bi domdarî hate gotin ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya xwe ya ji bo HSD’ê tînin ziman û wiha domiya: “HSD’ê nûneriya me û hemû Sûriyeyiyan dike. Ew tekane hêz e ku nasnameya Sûriyeyê parastiye û li hember parçekirinê sekinîye. HSD’ê maf û destkeftiyên jinan parastine. Em bang li hemû sûriyeyiyan dikin ku li dora HSD’ê kom bibin. Em bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê jî dikin ku berpiryariyên xwe bicî bîne û ji wan komên ku rêyan digirin û sivîlan hedef digirin, hesab biprse.”