Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser silavdayîna Devlet Bahçelî ya wekîlên DEM Partiyê û banga wî ya têkildarî “Mafê hêviyê” re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêt. Tevî gotina Bahçelî ya “Ji bo aştî bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe” jî heta niha yek gav jî nehatiye avêtin.  

 
Bi geşedanên li Rojhilata Navîn û bandora wan a li ser Tirkiyeyê re têkildarî pirsgirêka Kurd pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê kir. Yek ji kesên polîtîkaya înkarkirina Kurdan dimeşand Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê  Cotmeha 2024’an de li Meclisê çû cem koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û silav da Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û wekîlan. Demekî kin piştre jî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 43 meh bûn agahî jê nedihatin girtin, dest pê kirin. 
 
Bahçelî, di 22’yê Cotmehê de li Meclisê axivî û bang li Abdullah Ocalan kir ku di bin sîwana Meclisê de biaxive. Bahçelî, di heman demê de cara ewil behsa “Mafê hêviyê” kir. Bahçelî, got ku heke Abdullah Ocalan “banga fesixkirina rêxistinê” bide, dikare di mijara “mafê hêviyê” de sererastkirinên yasayî bên kirin û xwest pêşiya vê were vekirin. 
 
BI SER GOTINÊN BAHÇELÎ RE SALEK DERBAS BÛ LÊ TU TIŞTEK NEGUHERÎ  
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li hemberî van gotinan heta demekî dirêj bêdeng ma. Lêbelê di pêvajoya piştre de bi daxuyaniyên xwe piştgirî da peyamên Bahçelî. 
 
Di vê pêvajoyê de yek ji gavên herî bibandor û dîrokî jî Abdullah Ocalan avêt. Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derbasî zemîna siyaseta demokratîk bibe, bang li PKK’ê kir. PKK’ê jî li ser banga Abdullah Ocalan kongreya xwe civand û di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe şewitand. 
 
Bangên Abdullah Ocalan û biryarên PKK’ê li tevahiya cîhanê deng veda. Bi ser pêvajoya ku aliyê Kurd weke “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pênase dike re salek derbas bû. Lêbelê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welat heta niha jî tu gavên şênber nehatine avêtin. 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hêj xebatên xwe temam nekiriye. Gotinên Bahçelî yên têkildarî “Mafê hêviyê” jî heta niha cihê xwe negirtiye. 
 
Di vê pêvajoya salekê de ku hevsengiyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn Guherand de gelek geşedan rû dan. Çendek geşedanên ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta niha qewimîn ev in: 
 
JI BAHÇELÎ GAVEKE SURPRÎZ  
 
1’ê Cotmehê: Erdogan, li Meclisê got; ‘Îsraîl, piştî Filistîn û Lubnanê dê berê xwe bide Tirkiyeyê’ û peyama ‘saxlemkirina eniya navxweyî’ da. Bahçelî, li Meclisê silav da wekîlên DEM Prtiyê. Bahçelî ji bo vê silavdayîna surprîz got: “Em derbasî serdemeke nû dibin. Di demeke li dinyayê daxwaza aştiyê tê kirin de divê em li welatê xwe aştiyê bikin.” 
 
3’yê Cotmehê: Bahçelî, bi rojnamegerekî re hevpeyvîn kir û got: “Tişta ku ez xistim nava tevgerê, axaftinên birêz serokkomar bû.” 
 
7’ê Cotmehê: Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’Ê Besê Hozat got: “Heke inyet û nêzikatiyeke Bahçelî, AKP û Erdogan a bi vî rengî hebe, vaye kerem bikin Îmrali li wir e.” 
 
8’ê Cotmehê: Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de got: “Destê ez dirêj dikim, peyama yekitiya neteweyî û xwişk-biratiyê ye. Destê ez dirêj dikim, banga werin bibin partiya Tirkiyeyê, hêv û teklîfa werin li dijî teroê bisekinin e.” 
 
8’ê Cotmehê: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, got: “Em aştiyeke birûmet dixwazin. Di vê mijarê de em hem ji mizakereyê re hem jî guftûgoyê re amade ne. Divê bi derketina pêşberî kamerayan û bi çendek gotinan bisînor nemîne; yên ku plan û bernameyên wan ên ji bo çareseriyê hene, bila bi raya giştî re parve bikin.” 
 
8’ê Cotmehê: Li Amedê mitînga li dijî tecrîdê dê bihata lidarxistin hate qedexekirin. 
 
9’ê Cotmehê: Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, got: “Hêvî dikin ku muxatabên wê destê ji hêla Tifaqa Cumhurê ve hatiye dirêjkirin fêm bikin.” 
 
13’ê Cotmehê: Kurdan guh nedan qedexeyan û li Amedê ‘Mitînga Azadiyê’ li dar xist. Li 36 bajaran bi giştî 269 kes hatin binçavkirin. 
 
BANGA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’
 
22’yê Cotmehê: Devlet Bahçelî cara ewil têgeha ‘mafê hêviyê’ bi kar anî. Ji bo Ocalan banga ‘axaftina di bin sîwana Meclisê de’ kir. Bahçelî, diyar kir ku heke tecrîd were rakirin Abdullah Ocalan vexwend Meclisê û go bila ‘banga fesixkirina rêxistinê’ bike. Bahçelî, bi domdarî got: “Heke vê îradeyê nîşan bide, bila sererastkirinên qanûnî yên li pêşiya bikaranîna mafê hêviyê heta dawiya bên vekirin. Navnîşan bila ji Îmraliyê dirêjî DEM’ê bibe.” 
 
22’yê Cotmehê: Bersiva ji gotinên Bahçelî re zû hat. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê muxatabê aştiyê Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Rêya çareseriyê TBMM ye. Em amade ne ku înîsiyatîfê li xwe bigirin. Weke destpêkek bila tecrîd were rakirin.” 
 
OZEL: EZ DEWLETÊ TEKLÎFÎ KURDAN DIKIM
 
22’yê Cotmehê: Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, got: “Dewlet beg soza xwe mezin kir. Ez jî soza xwe mezin dikim Dewlet beg, ez dewletê teklîfî Kurdan dikim. Ez xwedîbûna dewleta Komara Tirkiyeyê li Kurdên xwe tam weke aydê wê hîs nakim dikim.” 
 
23’yê Cotmehê: Li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya çekdarî hate kirin. PKK’ê çalakî li xwe girt. Di daxuyaniya PKK’ê de hate destnîşankirin ku çalakî ji hêla komeke ‘otonom’ ve hatiye kirin û hate gotin ku tu eleqeya çalakiyê bi rojeva siyasî ya dawî ya li Tirkiyeyê re nîne. 
 
HEDÎTINA EWIL A BI ABDULLAH OCALAN RE
 
24’ê Cotmehê: Biraziyê Abdullah Ocalan, Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê. Omer Ocalan, ev peyama Abdullah Ocalan parve kir: “Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”
 
24’ê Cotmehê: Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, got: “Hemû lêgerînên çareseriyê yên azadiya Rêber Apo esas nagirin, ji bo me tu hukmê wan nîne (...) Bila di çarçoveya yasayên Mandela de nêzî Rêber Apo bibin û ev dikare bi xwe re çareseriyeke mayinde ji pirsgirêkê re bîne.” 
 
ERDOGAN: BAHÇELÎ BEDENA XWE DANÎ BIN KEVIR 
 
30’ê Cotmehê: Erdogan; “Dewlet beg, bi feraset û tecrûbaya xwe, bi gotinên xwe yên têgihiştî û aqilane, nîşeya xwe li dîrokê dinivîse û rêya wê xêz dike. Birêz Bahçelî ne tenê destê xwe, tevahiya bedena xwe danî bin kevir û bi vê ekê re me jî derfeteke pir mezin bi dest xist. Divê ev paca firsendê ji hêla milet û saziyên siyasetê ve baş were nirxandin. Xwişk-birayên min ên hêja yên Kurd, em li bendê ne ku hûn ji dil bi vî destî bigirin.” 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN NESEKINÎ
 
30’ê Cotmehê: Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ku bi ‘Lihevkirina Bajar’ hatibû hilbijartin, hate binçavkirin. Rojek piştre jî li şaredariyê qeyûm hate tayînkirin. Ozer, hate girtin. 
 
4’ê Mijdarê: Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm hatin tayînkirin. 
 
5’ê Mijdarê: Devlet Bahçelî, ji Abdullah Ocalan xwest ku “rêxistinê fesix bike” û tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê jî bi îdiaya “têkiliya wan bi rêxistinê re heye” parast. 
 
5’ê Mijdarê: Ahmet Turk, got: “Di destekî de ço di destê din de diyalog nabe. Kesek nikare me îstîsmar bike. Gelê Kurd îro gelekî polîtîk e. Kurd baş dizanin ka çi dixwazin.” 
 
BESÊ HOZAT: EM BI ÎRADEYA RÊBER APO RE NE 
 
6’ê Mijdarê: Besê Hozat, bal kişand ser hevdîtina piştî 43 mehan li Îmraliyê hatiye kirin û got: “Rêber Apo amade ye. Em bi îradeya Rêber Apo re ne.” 
 
7’ê Mijdarê: Li dijî saziyên Kurd û siyasetmedarên Kurd ên li Îzmîrê operasyona binçavkirinê hat kirin. 
 
8’ê Mijdarê: Erdogan, “Di têkoşîna me ya li dijî terorê de dê tiştek neguhere” û raste rast Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. 
 
20’ê Mijdarê: Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, 19 sal cezayê hefsê hate birîn. Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINÊ YA LI ÎMRALIYÊ
 
21’ê Mijdarê: Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye birîn. 
 
22’yê Mijdarê: Li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyî û Şaredariya Pulurê ya CHP’î qeyûm hate tayînkirin. 
 
BAHÇELÎ: DIVÊ HEVDÎTINÊN RÛ BI RÛ DERENG NEMÎNIN 
 
26’ê Mijdarê: Devlet Bahçelî; “Di civîna komê ya di 22’yê Cotmeha 2024’an de me çi gotibe, em niha jî bi wan gotinên xwe re ne. Divê hevdîtina rû bi rû ya di navbera Îmrali û koma DEM Partiyê re tavilê were kirin. Em banga xwe bibiryardarî dubare dikin.” 
 
26’ê Mijdarê: Partiya Yenîden Refahê piştgirî da banga ji bo hevdîtina DEM Partî û Abdullah Ocalan û xwest AKP jî piştgiriyê bide. Partiyê got: “Her çi peyam were girtin bila were girtin. Bila Tirkiye dev ji karê bêkêr berde.” 
 
29’ê Mijdarê: Li Şaredariya Miksê ya Wanê ya DEM Partiyî qeyûm hat tayînkirin. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DEST PÊ KIRIN 
 
8’ê Kanûnê: Heyet Tehrîr el Şamê kontrola Şamê bi dest xist. Rejîma Esad hilweşiya. 
 
9’ê Kanûnê: Erdogan got ku dê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin û got: “Tirkiye dê destûrê nede ku li derveyî sînorên wê rêxistineke nû ya terorê ava bibe.” 
 
10-13’ê Kanûnê: Bi zêdebûna êrişan re li gelek bajaran çalakiyên protestoyî dest pêkirin. Li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê nobet hate destpêkirin. 
 
14’ê Kanûnê: Nivîskar û rewşenbîran, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd daxuyaniya; “Em bang dikin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştî û demokrasiyê gavên pêwîst bi lezgînî bên avêtin” dan. 
 
16’ê Kanûnê: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê beyannameyeke ji 10 xalan pêk tê ragihand. Rêveberiya Xweser, got: “Ji bo pêvajo bi serkeftî bimeşe divê em bibin yek. Ji bo amadekirina nexşerêyeke hevpar, hewcehî bi yekitî û xebata hevpar heye. Hewceye cihêkarî û polîtîkayên înkarê ku Sûriyeyê ber bi hilweşînê ve birin, bi dawî bibin. Divê hemû hêzên siyasî di avakirina Sûriyeya nû de cih bigirin.” 
 
16’ê Kanûnê: Platorma Saziyên Demokratîk, ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” da destpêkirin. 
 
17’ê Kanûnê:  Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, got: “Divê gavên siyasî bên avêtin û zemîn were afirandin ku Rêber Apo bikare bi rola xwe rabe û hewldana xwe pêş bixe.” 
 
17’ê Kanûnê: Bulent Kaya ê ji Partiya Saadetê got: “Ji bo mafên destûra bingehîn ên Kurdên li Sûriyeyê divê piştevanên herî mezin Tirkiye be û van mafên wan biparêze.” 
 
18’ê Kanûnê: HSD’ê got: “Tirkiye agirbestê binpê dike û êrişên xwe didomîne. Her kes pê dizane ku Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike û gelê herêmê ji xaka xwe bike.” 
 
19’ê Kanûnê: Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hedef girtin girtin û hatin qetilkirin. 
 
20’ê Kanûnê: “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” li Enqereyê bi dawî bû. 
 
27’ê Kanûnê: Hezar û 43 kesên ku rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî di nav de bûn, ji bo destpêkirina “pêvajoya aştî û demokrasiyê” banga avêtina gavên lezgîn kirin. 
 
ABDULLAH OCALAN: EZ BIBIRYAR IM 
 
28’ê Kanûnê: Serdana ewil a li Îmraliyê hate kirin. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder çûn Îmraliyê. 
 
29’ê Kanûnê: Abdullah Ocalan, got: “Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.  Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.” 
 
31’ê Kanûnê: Bahçelî, ji bo hevdîtina li Îmraliyê got “Destpêkeke bixêr bûye.” Bahçelî, got: “Her wiha tu pêvajoyeke bi navê çareseriyê li holê nîne.” 
 
HEDVÎTINÊN ŞANDEYA ÎMRALIYÊ 
 
2’yê Çileyê: Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî pêvajoyê got; “Divê jidil û şefaf be. Heke wisa be ez ji pêvajoya nû re dibêjim “erê.” 
 
6’ê Çileyê: Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dest pê kirin. Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Partiya Saadetê re got: “Em ê bi hev re aştiyê ava bikin.” Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan jî got: “Em ê hewl bidin piştgiriyê bidin.” 
 
7’ê Çileyê: Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê. 
 
7’ê Çileyê: Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtin kir û got ku hewcehî bi xebatên komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî yên li Meclisê tê de cih digirin heye. 
 
2-8’ê Çileyê: Şandeya Îmraliyê, bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û lîderên partiyên siyasî re hevdîtin kir. 
 
8’ê Çileyê: Li dijî êrişên Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê hat destpêkirin. 
 
9’ê Çileyê: Erdogan û Bahçelî civiyan. 
 
10’ê Çileyê: Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan tevî endamên Meclisê hatin binçavkirin. 
 
11’ê Çileyê: Endamên Şandeya Îmraliyê çûn serdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Leyla Guvenê. Her sêyan jî piştgirî dan pêvajoyê. 
 
13’ê Çileyê: Li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hate tayînkirin. 
 
13’ê Çileyê: Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê, diyar kir ku sekna Abdullah Ocalan zelal e û biqasî azadiya gelê Kurd  ewqas jî ewlehiya Kurdan esas digire. 
 
13’ê Çileyê: Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî, bi nûnerê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî re hevdîtin kir. 
 
15’ê Çileyê: Erdogan, bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û got: “Ez dibînim ku hevdîtinên şandeyê erênî derbas dibin. Heke bang pêwîst sere kirin, heke rêxistina terorê û yên girêdayî wê gavan biav3ejin, dê ji vê Tirk, Kurd û hemû Tirkiye qezenc bikin. Heke rêxistin guhê xwe ji bangê bigire, wê demê em ê ji bo hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror rêbazên cuda bi kar bînin.” 
 
18’ê Çileyê: Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan bikare rola xwe bilîze divê tecrîd were rakirin lê dewletê heta niha jî ji bo demokratîkbûnê tu gav neavêtiye. 
 
18’ê Çileyê: Di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bendava Tişrînê de şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cûma Xelîl Îbrahîm) jiyana xwe ji dest da. 
 
HEDÎTINA DUYEMÎN A LI ÎMRALIYÊ 
 
22’yê Çileyê: Şandeya Îmraliyê cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji ber şewata li Boluyê daxuyaniyeke kin hate dayin û wiha hate gotin: “Xebatên birêz Ocalan ên têkildarî pêvajoyê berdewam in. Dema ku amadekariyên di vê mijarê de temam bûn dê daxuyaniya pêwîst were parvekirin.” 
 
26’ê Çileyê: Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, cara duyemîn çû Şamê û bi Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ahmet Şara re hevdîtin kir. 
 
27’ê Çileyê: Rojnameger Azîz Koyluoglû li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê di encama êrişa hewayî ya Dewleta Tirk de hate qetilkirin. 
 
29’ê Çileyê: Li Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyî qeyûm hate tayînkirin. 
 
28-29’ê Çileyê: Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di çarçoveya pêvajoyê de li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. 
 
Meha Çileyê: Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. 245 kes jî birîndar bûn. 
 
MEHA DÎROKΠ
 
11’ê Sibatê: Sê sal û 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn. 
 
12’ê Sibatê: PKK’ê got: “Bi daxuyaniya Rêber Apo ya li bendê ye re dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Her tiştek dê bi daxuyaniyê re çênebe û her tiştekî dê Rêber Apo neke. Biqasî ku pirsgirêk a me tevan e, peywir jî ya me tevan e.” 
 
13’ê Sibatê: Walîtiya Amedê, bîranîna ku dê ji bo Şêx Seîd û hevalên wî bihata lidarxistin, qedexe kir. 
 
15’ê Sibatê: Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate tayînkirin. 
 
15’ê Sibatê: Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Tişrînê de rojnameger Egîd Roj hate qetilkirin. 
 
16-19’ê Sibatê: Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federe ya Kurdistanê û bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî re hevdîtin kir. 
 
OPERASYONA LI DIJÎ HDK’Ê 
 
18-21’ê Sibatê: Li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyon hate destpêkirin û rêveberên partiyên siyasî, sendîkavan, hunermend û rojnameger jî di nav de 52 kes hatin binçavkirin û ji wan 30 jê hatin girtin. 
 
24’ê Sibatê: Li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyî qeyûm hat tayînkirin. 
 
JI OCALAN BANGA DÎROKÎ
 
27’ê Sibatê: Şandeya Îmraliyê hate berfirehkirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û Ahmet Turk pêk dihat çû Îmraliyê. Di heman rojê de peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin. Ocalan di peyama xwe de got: “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesix bike.”Sirri Sureyya Onder piştre peyama Abdullah Ocalan a ji şandeyê re gotibû xwend. Abdullah Ocalan, got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” Banga Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê deng veda. Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) heta gelek welatan piştgirî dan bang û peyama Abdullah Ocalan. 
 
ERDOGAN: EM DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛN  
 
28’ê Sibatê: Erdogan, têkildarî banga Abdullah Ocalan got ku êdî pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û diyar kir ku dibe ku hin kesên nexwazin pirsgirêk bi temamî çareser bibe hebin lê ew ê li dijî hemû provokasyonan hişyar bin, hemû tevdîran bigirin û dema zexta “çek û terorê” rabû jî dê qada siyaseta demokratîk fireh bibe. 
 
ADAR  
 
1’ê Adarê: Konseya Rêveber a PKK’ê agirbest ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em tev li naveroka bangê dibin û radigihînin ku em ê egerên bangê yên dikevin aliyê me bicih bînin. Ji îro ve em agirbestê radigihînin.” 
 
1’ê Adarê: Bahçelî; got: “Daxuyaniya di 27’ê Sibata 2025’an de ji hêla şandeya DEM Partiyê ve hate xwendin û ji hêla Îmraliyê ve hatiye nivîsandin, pir binirx û girîng e.” 
 
2’yê Adarê: Fermandariya Biryargeha HSM’ê, diyar kir kir ku daxuyaniya agirbestê ji bo hemû hêzên wan derbasdar e û got: “Divê her kes bi vê biryarê bike.” 
 
6’ê Adarê: HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jî Tirkiyeyê 828 êriş pêk aniye. 
 
10’ê Adarê: Kurtulmuş, ji bo pirsên têkildarî banga Abdullah Ocalan got: “Cihê çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê Meclis e. Dema pêwîst kir em ê têxin dewrê. Dê Meclis berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bîne.” 
 
10’ê Adarê: Di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ehmed el Şara de peymaneke ji 10 xalan hat mohrkirin. 
 
12’ê Adarê: Şandeya Îmraliyê dest bi serdana partiyên siyasî kir. 
 
13’ê Adarê: Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku tevî biryara agirbestê jî Tirkiyeyê di 2 rojan de 715 caran êriş kiriye. 
 
13’ê Adarê: Cemîl Bayik, ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga seferberiyê kir. 
 
10-16’ê Adarê: DEM Partî, DBP û TJA’yê di  çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de xwe gihand 50 hezar kesan û têkildarî pêvajoyê agahî dan. 
 
19’ê Adarê: Duran Kalkan, bi gotina “Gotin heye, pratîk tune ye” îktîdar û dewlet rexne kir û got ku gavan naavêjin. Kalkan, diyar kir ku bêyî Abdullah Ocalan tu kes nikare di kongreyê de biryarê bide. 
 
20’ê Adarê: Bahçelî, Newroz pîroz kir, CHP hedef girt û xwest ku PKK di salvegera Milazgirê de kongreya xwe bicivîne û biryara fesixkirinê bide. 
 
20’ê Adarê: Erdogan; got: “Em bibiryar in û jidil in. Em li bendê ne ku yên li hemberî me jî xwedî heman nêzikatiyê bin.” 
 
21’ê Adarê Mûrat Karayilan; diyar kir ku divê pêvajo ji hêla Abdullah Ocalan ve were mweşandin û ji bo civandina kongreyê divê êriş bisekinin. 
 
21’ê Adarê: Bi milyonan kesan li qadên Newrozê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û xwestin hikûmet gavan biavêje. 
 
23’yê Adarê: Bi îdiaya “nelirêtiyê” biryara girtina Ekrem Îmamoglû hat dayin. 
 
25’ê Adarê: Şandeya DEM Partî û DBP’ê çû serdana Herêma Federe ya Kurdistanê û hevdîtin kir. 
 
28’ê Adarê: Di rapora 4 mehan a Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hate gotin ku 52 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hedîtina li Îmraliyê bêbersiv hatine hiştin. 
 
31’ê Adarê: Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Ramazan Bayram bi boneya Cejna Remezanê bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan ev peyam şand: “Di gelê me yê di Newrozê de bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derketî silav dikim. Newroza gelê me û Cejna Remezanê pîroz be.” 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê got: “Di meha Adarê de li Herêma Federe ya Kurdistanê 11 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi çekên qedexekirî, 9 caran bi dronên teqemenîbarkirî êrişî tunelên me yên Herêma Parastinê yên Medyayê hate kirin. Di heman demê de qadên berxwedanê 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopteran û 11 hezar û 289 caran jî bi çek, top û obûsan hatin bombebarankirin.” 
 
MEHA NÎSANÊ
 
1’ê Nîsanê: Ciwanan starta meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve dan. 
 
2’yê Nîsanê: Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da zanîn ku tevî biryara agirbestê jî di meha Adarê de 11 hezar û 585 êriş ser hêzên wan hatine krin. 
 
4’ê Nîsanê: Meşa ji Amedê ber bi Amara ya Xelfetî ya Rihayê li gund bi dawî bû. Di şahiyê de ciwanan banga azadiya Abdullah Ocalan kirin. 
 
7’ê Nîsanê: HPG’ê, got ku di êrişa bi SÎHA’yan a li dijî Garê de 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane. 
 
10’ê Nîsanê: Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin saetek û 25 deqeyan domiya û Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinê got: “Hevdîtineke pir erênî bû. Em hêj bêhtir keyfxweş in.” 
 
13’ê Nîsanê: Cemîl Bayik, got: “Tekane şertê me ew e ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û mercên wî yên xebateke azad bên avakirin.” 
 
15’ê Nîsanê: Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. 
 
18’ê Nîsanê: HPG’ê got ku di 15-18’ê Nîsanê de 627 êriş hatine kirin. 
 
19’ê Nîsanê: Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku PKK ji ber êrişên Tirkiyeyê nikare kongreya xwe bicivîne. 
 
21’ê Nîsanê: Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan got: “Ez dibînim ku her kes çûye nexweşxaneya Onder lê tê dermankirin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî re nîşan didin. Rêya dilsoziya bi bîranîna wî re, ji pratîkkirina hewldanên aştiyê derbas dibe.” 
 
21’ê Nîsanê: Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk got: “Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin.” 
 
22’yê Nîsanê. HDK, DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya serdanên Herêma Federe ya Kurdistanê de li Hewlêrê bi gelek partiyên siyasî re civiyan. 
 
24’ê Nîsanê: Şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hevdîtin kir. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Mijara herî girîng mercên birêz Ocalan bûn û me got ku divê ev merc bê şertbên başkirin.” 
 
24’ê Nîsanê: Şandeya ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û wekîlên  DEM Partiyê pêk dihat çûn serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
MEHA GULANÊ
 
2’yê Gulanê: HPG’ê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî Tirkiyeyê di tevahiya meha Nîsanê de êrişên xwe domandiye û hezar û 76 caran Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kiriye. 
 
3-4’ê Gulanê: Sirri Sureyya Onder, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Onder, bi toreneke li AKM’ê hate oxirkirin. 
 
6’ê Gulanê: Erdogan bi Bahçelî re hevdîtin kir. 
 
4’ê Îlonê: Mûstafa Karasu, bal kişand ser xebatên komîsyonê û got: “Divê Rêber Apo li Meclisê biaxive.” 
 
5’ê Îlonê: Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz pêşniyar kir ku çendek endamên komîsyona li Meclisê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. 
 
12’ê Îlonê: Bahçelî, got: “Aştî ne çûkekî yek baskî ye. Ji bo ku aştî bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe. Baskê ewil ê aştiyê Ocalan çêkir. Niha em di wê qonaxê de ne ku şertên pêkvejiyanekê diyar bikin.” 
 
13’ê Îlonê: Mûrat Karayilan, ji bo Mihrîcana Çanda Kurd peyameke bidîmen şand û got: “Divê em ji bo hemû îxtîmalan amade bin. Lêbelê beriya her tiştekî divê em hemleya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk û meşa sosyalîzma demokratîk bi awayekî xurt pêşve bibin.” 
 
15’ê Îlonê: Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk û Cengîz Yureklî piştî 6 salan cara ewil çûn serdana Îmraliyê. 
 
16’ê Îlonê: Nûman Kurtulmuş, got: “Ji bo xebat di demekî herî kin de baştir bibin û biencamkirina xebatan, peywira esasî ya komîsyonê ye.” 
 
16’ê Îlonê: Duran Kalkan diyar kir ku yên ku divê gavan biavêjin ne Kurd lê dewlet e û got: “Bila pêşiya Rêber Apo were vekirin ku bikare siyasetê bike, bikare siyaseteke azad bike û xebatên siyaseta demokratîk bimeşîne. Wê demê dê her tişt biguhere. Çareserî, bi Rêber Apo dibe.” 
 
17’ê Îlonê: Buroya Hiqûqê ya Asrinê, diyar kir ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser çareseriyên hiqûqî yên ku yasayên “serdema veguhêz” digire nav xwe û got: “Birêz Abdullah Ocalan got ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi asta gihaştiyê re êdî derbasî qonaxa çareseriya hiqûqî bûye.” 
 
18’ê Îlonê: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi rojeva “Mafê hêviyê” civiya. Komîteyê heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Komîteyê, bal kişand ser avakirina komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û pêşniyar kir ku sererastkirinan bike. 
 
20’ê Îlonê: Abdullah Ocalan ji 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re nameyek şand û got: “Niha jî em bi armanca avakirina Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyê dimeşînin. Ji bo serrxistina vê jî pêwîstî bi hewldaneke hêja û cewherî heye. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e. Gava ku gotin bi heqîqetê re bû yek, gelekî bi bandor, afirîner û rêveber dibe; divê ev yek neyê jibîrkirin. Bi vê heqîqetê divê xebatkarên çapemeniyê yên hêja di vê mijarê de bi rola xwe ya tevkarî û berpirsyariyê rabin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye. Di dawiya gotinên xwe de ez şehîdên me yên çapemeniya azad bi bîr tînim, ji xebatkarên çapemeniyê re yên ku li ser şopa Mûsa Anter hewl didin armancên wî bi cih bînin, serketinê dixwazim.”
 
PKK'Ê KONGREYA XWE PÊK ANÎ
 
9'ê Gulanê: PKK'ê ragihand ku di navbera 5 û 7'ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'emîn pêk aniye. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got, "Îro em dibin şahidê kêliyeke dîrokî ya ku di dîroka nêz a Tirkiyeyê de yek ji girîngtirîn û krîtîk." Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Hasan Basrî Yalçin jî wiha got: "Daxuyaniya ku PKK bide her çi be em ê baş pêşwazî bikin."
 
10'ê Gulanê: Li Amedê 'Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk' hat avakirin. Di civînê de bang li dewletê hat kirin ku dewlet ji bo çareseriyê gav biavêje. 
 
12 'ê Gulanê: PKK'ê têkildarî kongreya xwe ya 12 'emîn daxuyanî da û got, 'Me xebatên xwe bi dawî kirin'. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kongre ji bo endamên pêşeng ên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest da Alî Haydar Kaytan û Rıza Altûn hatiye lidarxistin. Hate destnîşankirin ku ji bo pêkanîna biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku bi tevahî 232 delege beşdar bûn, pêwîst e Abdullah Ocalan pêvajoyê birêve bibe û pêwîstî bi naskirina mafê siyaseta demokratîk û garantiyeke hiqûqî heye.
 
12'ê Gulanê: Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan diyar kir ku biryara PKK'ê biryareke dîrokî û girîng e.
 
12'ê Gulanê: Bahçelî daxuyaniya PKK'ê wekî 'tovê aştiyê bi hêviyê hatiye avdan û kulîlk daye' şîrove kir û got "Ez spasiya serokê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan ku berpirsyariya dîrokî girtiye, ji heyetên Îmraliyê û DEM'ê re û ji hevserokên DEM Partiyê re pêşkêş dikim."
 
12'ê Gulanê: Daxuyaniya Erdogan wiha bû: "Biryara ku hatiye girtin ji bo ewlehiya welatê me û xurtkirina biratiyê ya neteweya me girîng e. Em bi gavên ewle ber bi armanca xwe ya Tirkiyeya bê terorîzm ve diçin, astengiyan derbas bikin, pêşdarazan bişkînin, defikan û fitneyê asteng bikin. Em biryara ku hatiye girtin ji bo ewlehiya welatê me û xurtkirina biratiya herheyî ya miletê me girîng dibînin Em vê daxuyaniyê weke biryarekê ku hemû parçeyên rêxistinê dihewîne dibînin."
 
13'ê Gulanê: Di peyama Abdullah Ocalan de wiha hat gotin: "Bi xemgîniyeke mezin agahiya min ji şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çêbû. Ez bi rêzdariyeke mezin sersaxiyê dixwazim, ez ê piştre ji bo bîranîna van hevalan nirxandineke berfireh bikim. Bi vê minasetê ez biryarên ku di kongreya 12'emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî serdema pêş bi rêzdarî silav dikim."
 
18'ê Gulanê: Heyeta Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. 
 
19'ê Gulanê: Yek jî jê damezrînerê AKP'ê Bulent Arinç wiha got: "Mafê hêviyê mafek girîng e. Ne tenê ji bo Ocalan ji bo hemû kesên vê rewşê de ye derbasdar e."
 
PAKÊTA DARAZÊ 
 
4'ê Hezîranê: 10'emîn Pakêta Darazê ku ji aliyê DEM Partiyê û partiyên muxalefetê ve dihat rexnekirin di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. Têkildarî girtiyan sererastkirin di pakêtê de cih negirt. 
 
4'ê Hezîranê: Rojnameya Serxwebûnê tevahiya perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kongreya 12'emîn şandibû û belgeyên kongreyê weşand. https://mezopotamyaajansi43.com/tum-haberler/content/view/277898
 
5'ê Hezîranê: HPG'ê ragihand ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li dijî Zapê de ku di 27 û 30'ê Gulanê de pêk hatibûn 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. 
 
6'ê Hezîranê: Bahçelî wiha got:  "Cejna niha ji serdemên êşdar wêdetir e. Divê hemû partiyên me yên siyasî pêvajoyeke wiha qebûl bikin û divê aloziya civakî nebe. Divê qanûnên darbeyê bên rakirin. Piştî cejnê wezîfeyeke girîng a parlamentoyê heye. Bi daxuyaniya Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan biryara fesîxkirina PKK'ê û danîna çekan hatiye dayîn."
 
6'ê Hezîranê: Tuncer bi rêya telefonê cejna dayika Eren Bulbul pîroz kir. Ayşe Bulbul jî got ku piştiriyê dide pêvajoyê û divê êdî dayik negirîn.
 
8'ê Hezîranê: Malbatan bi Abdullah Ocalan û 6 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin pêk anîn. Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara ewil bi biraziyên xwe yên zarok re hevdîtin pêk anî. 
 
17 û 18'ê Hezîranê: Serokên 16 Baroyên li Kurdistanê çûn Enqereyê bi nûnerên partiyên siyasî re têkildarî mijarên rojevê hevdîtin pêk anîn. Têkildarî mijarê 17 xalên çareseriyê pêşkeşî meclisê kirin. 
 
26'ê Hezîranê: Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin pêk anîn. Pervîn Buldan piştî hevdîtinê wiha got: "Pêvajo gihîşt merhaleyeke girîng û em ê rojên pêş têkildarî mijarê agahiyan parve bikin." Sancar got ku ji bo pêvajo hiqûqî bibe divê Meclis roleke dîrokî bilîze. 
 
26'ê Hezîranê: 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê têkildarî doza Kobanê ji bo 36 siyasetmedaran hinceta mehkûmiyeta ku di 16'ê Gulana 2024'an de dabû aşkera kir. Biryar ji 32 hezar û 630 rûpelan pêk tê. 
 
1'ê Tîrmehê: Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ku akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ku ji ber zextên li Tirkiyeyê neçar man derkevin derveyî welat, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin kampanyaya 'Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan' da destpêkirin.
 
2'ê Tîrmehê: Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu da zanîn ku di nav dewletê de hinek kes dixwazin pêvajoyê xirab bikin û wiha got: "Ji bo pêvajo baş were têgihiştin divê dewletê bikeve nav hewldanan. Ev jî bi azadiya Rêber Apo pêkan e."
 
5'ê Tîrmehê: Cîgirê Serokê Yekitiya Şaredariyên Tîrkiyeyê (TBB) û Şaredarê Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar, şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, Şaredarê Bajarê Mezin a Antalyayê Muhîttîn Bocek û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
6'ê Tîrmehê: Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyetê piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: "Me dît ku hêvî û baweriya bi tevkariya vê pêvajoyê ya ji bo pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pir xurt e."
 
7'ê Tîrmehê: Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi serokomarê AKP'ê Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîn û hevdîtin bi qasî saetekê dewam kir. 
 
7'ê Tîrmehê: Mehmet Ocalan û vasî Mazlûm Dînç bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. 
 
8'ê Tîrmehê: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî cezayê giran a muebetê plansaziyeke nû pêşkeşî Tirkiyeyê kir û ragihand ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar hatiye hiştin. 
 
8'ê Tîrmehê: Şaredarê Manavgatê Niyazî Nefî Kara û Şaredarê Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar hatin girtin. Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. 
 
PEYAMA OCALAN A BI DÎMEN
 
9'ê Tîrmehê: Peyama vîdeoyê ya ku Ocalan û hevalên wî yên girtî tê de cih digirin hate weşandin. Abdullah Ocalan bang kir, "Pêwîst e qonaxa gihîştinê  bi gavên nû bikeve pratîkê. Ez bi hêza siyasetê û aştiya civakî bawer dikim, ne bi çekan. Û ez bang li we dikim ku hûn vê prensîbê bixin meriyetê."
 
9'ê Tîrmehê: Zeydan Karalar û Wekîlê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Ahmet Şahîn ji peywirê hatin dûrxistin. 
 
10'ê Tîrmehê: KCK'ê têkildarî banga Ocalan wiha got: "Em bi biryar in ku gava ku Rêber Apo ji me dixwaze were avêtin. Divê were zanîn ku pêvajo bi avêtina gavên yek alî ve nameşe. Divê rast nêzî pêvajoyê bibin û pêwîst e gav bên avêtin."
 
MERASÎMA ŞEWITANDINA ÇEKAN
 
11'ê Tîrmehê: Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ser banga Ocalan li Şikefta Casenê ya çoltera Silêmaniyê merasîma îmhakirina çekan li dar xist. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Nedîm Seven, Tekoşîn Ozan û Tekîn Mûş di merasîmê de cih girtin. Koma Aştî û Civaka Demokratîk wiha got: "Ji niha û pê ve em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe dişewitînin da ku têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên siyasî û hiqûqî yên demokratîk, li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk bimeşînin."
 
11'ê Tîrmehê: Erdogan ji bo merasîma şewitandina çekan wiha got: "Ez hêvî dikim ku ev gava girîng bibe wesileya geşedanên bi xêr. Bila Xwedayê Mezin ji bo ewlehî û aştiya welatê me û avakirina aştiya mayînde me bigihîne armancên me."
 
12'ê Tîrmehê: Tirkiyeyê 5 caran herêma Amêdiyê bomberan kir. 
 
16-18'ê Tîrmehê: Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. 
 
19'ê Tîrmehê: Cemîl Bayik wiha got: "Ger sedemê rakirina çek ji holê neyên rakirin ger PKK çek dayne jî sibê dê hinek kesên din çek rakin."
 
25'ê Tîrmehê: Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser navê muwekîlê xwe Abdullah Ocalan derbarê 'mafê hêviyê' de ji Komîteya Wezîran re agahdar kirin û ji ber gav neavêtina Tirkiyeyê  xwestin ku pêvajoya îxlalkirina maf were destpêkirin.
 
25'ê Tîrmehê: Heyeta Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bû û piştî 31 sal û 3 mehan serbest hat berdan. 
 
28'ê Tîrmehê: Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de bi parêzerê xwe Mazlum Dinç û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Omer Ocalan diyar kir ku Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk hêvî û biryardariya xwe diparêze û tekez dike ku 'tevlîbûna hemû beşan di pêvajoyê de pêwîstiyeke girîng e' ji bo ku pêvajo bi tendurist pêş bikeve.
 
LI MECLISÊ KOMÎSYON HAT AVAKIRIN
 
5'ê Tebaxê: Li Meclisê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û civîna xwe ay ewil pêk anî. Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş wiha got: "Serdema nû divê serdemeke ku tê de siyaset, raman û wijdan bêtir tê nîqaş kirin. Lêbelê, niha dem hatiye ku em ne tenê li ser ewlehiyê, lê di heman demê de derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê jî bi dengekî bilind biaxivin."
 
6'ê Tebaxê: Mûstafa Karasû diyar kir ku girîng e ku li Meclisê komîsyonek were avakirin lê hevdîtina wan a pêşîn bi Abdullah Ocalan re be, wiha got: "Bêyî ku bi Rêber Apo re nîqaş bikin, bêyî ku bi Rêber Apo re biaxivin, ne mimkûn e ku ev komîsyon pir bi kêr were." 
 
8'ê Tebaxê: HPG'ê ragihand ku êrîşên Tirkiyeyê di navbera 24'ê Tîrmehê û 7'ê Tebaxê de berdewam kirin. 
 
8'ê Tebaxê: Ocalan di peyama xwe de ku ji Wargeha Mexmûr re şandibû got, "Ez ji bo hemû kesên li Ewropa, Mexmûr sirgûn in difikirim. Vegera hemûyan wê kolektîf be û em ê erdnîgariyê diyar bikin. Gelo ew dixwazin vegerin? Ez bawer dikim ku nîvê wan dê bixwazin vegerin. Divê em vegera kolektîf bifikirin. Li ser vê bingehê silavên xwe ji gelê xwe yê li Mexmûrê re ragihînin."
 
9'ê Tebaxê: Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê beşdarî danûstandinên ku li Parîsê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re têne plankirin nebe. 
 
9'ê Tebaxê: Yek ji fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser rola girîng a komîsyonê û got, "Em alîgirekî meseleyê ne û divê nêrînên me werin girtin. Sermuzakerevan Rêber Apo ye, ji ber vê yekê em hêvî dikin ku ew ê ji bo vê yekê bi Rêber Apo re biaxivin." 
 
21'ê Tebaxê: Komisyona Meclisê ji bo axaftinê Dayikên Aştiyê vexwend meclisê. Dayika Aştiyê Nezahat Teke xwest bi kurdî biaxive lê axaftina wê hat astengkirin. 
 
 28-29ê Tebaxê: Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan got, "Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne." 
 
31ê Tebaxê: HPG'ê ragihand ku di navbera 8-31'ê Tebaxê de gelek êrîş pêk hatine.
 
31'ê Tebaxê: Ocalan di peyama xwe ya bi minasebeta 1'ê Îlonê de got, "Aştiyeke rasteqîn bi temsîla azadî, demokrasî û dadmendiya civakî di hemû qadên jiyanê de pêkan e. Ev veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ya pêşerojê ye." 
 
BIRYARA KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
1'ê Îlonê: Ocalan ji konferansa ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat organîzekirin re peyamek şand. Abdullah Ocalan diyar kir ku eger pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve wê çarenûsa Rojhilata Navîn biguhere û got: "Ez bang li hemû Kurdan dikim ku li ser bingeheke demokratîk bicivin û bibin yek." 
 
2'ê Îlonê: Bahçelî daxuyaniyek da û got, "Divê her kes bizanibe ku pêkanîna hişk û pêkanîna peymana ku di 10'ê Adarê de ji hêla QSD û YPG'ê ve bi rêveberiya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin pêwîst e. Wekî din, mudaxaleya leşkerî ya bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê wê pêk were."
 
4'ê Îlonê: Mûstafa Karasû behsa xebatên komîsyona xwe kir û got, "Divê Rêber Apo li parlamentoyê biaxive." 
 
5'ê Îlonê: Alîkarê Serokê MHP'ê Fetî Yildiz pêşniyar kir ku çend endamên ku ji komîsyona parlamentoyê hatine hilbijartin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. 
 
12'ê Îlonê: Bahçelî wiha got: "Aştî ne çûkeke yekbask e. Ji bo ku aştî bifire, pêdivî bi baskekî duyemîn jî heye. Baskekî aştiyê ji aliyê Ocalan ve pêk hat. Niha em gihîştine wê qonaxa ku diyar bikin ku şert û mercên jiyanê bi hev re çi bin." 
 
13'ê Îlonê: Mûrat Karayilan ji bo Festîvala Çanda Kurd di peyama vîdeoyê de got, "Divê em ji her îhtîmalê re amade bin. Lê berî her tiştî divê em bi hêz însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û meşa sosyalîzma demokratîk pêş bixin."
 
15'ê Îlonê: Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk û Cengîz Yûreklî piştî 6 salan cara cara yekem li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. 
 
16'ê Îlonê: Nûman Kurtulmuş wiha got: "Peywira me ya sereke ew e ku em xebatan di zûtirîn demê de bigihînin encamê." 
 
16'ê Îlonê: Duran Kalkan diyar kir ku partiya ku di pêvajoyê de gavan bavêje ne Kurd e, dewlet e, got, "Bila destûr bide Rêber Apo ku siyasetê bike. Bila bikaribe çalakiyên siyasî yên azad pêk bîne, bila xebatên siyasî yên demokratîk bimeşîne, her tişt dê biguhere. Çareserî bi Rêber Apo pêkan e. 
 
17'ê Îlonê: Buroya Hiqûqê ya Asrînê diyar kir ku Abdullah Ocalan di çarçoveya qanûnên 'serdema demkî' de pêwîstî bi çareseriyên hiqûqî heye û wiha got: "Abdullah Ocalan diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî."
 
18'ê Îlonê: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê "mafê hêvîyê" xist rojeva xwe. Komîteyê heta Hezîrana 2026'an dem da Tirkiyê. Komîteyê li ser Komîsyona Yekîtiya Netewî, Piştgirî û Biratiyê ya ku li gel Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye avakirin jî xwest ku rêzikname werin çêkirin. 
 
20'ê Îlonê: Ocalan ji bo 32'emîn merasîma Xelata Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad nameyek şand û wiha got: "Em niha pêvajoyeke avakirina civakeke aştiyane û demokratîk dimeşînin. Serkeftina wê dê hewcedarî bi hewldaneke watedar û hêja bike. Bawerî û hêviya min a serkeftinê xurt e. Divê neyê jibîrkirin ku peyv dema ku rast bin pir bandor, afirîner û bandorker in. Bi vê rastiyê re berpirsyariyeke dîrokî ye ku xebatkarên hêja yên medyayê di vî warî de roleke berpirsiyar û alîkar dilîzin." 
 
Sibê: Peyamên Ocalan
 
MA / Berîvan Altan 

Sernavên din

15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin