NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne vê hefteyê bi manşeta “Waştişê ziwanî polîtîk o” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 302’yan de bi manşeta “Waştişê ziwanî polîtîk o” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, vê hefteyê hevpeyvîna bi Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm-Senê ya Amedê Serhat Kiliç re hatiye çêkirin derxest manşeta xwe. Serhat Kiliç, li ser dîpolomayên sexte, daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî, xebatên xwe yên sendîkal axivî. Kiliç balê dikişîne ser zimanê dayikê û daxwaza perwerdeye bi zimanê Kurdî.
Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Sorgul Şêxo, Heval Dilbihar, Aslan Ozdemîr, Felemez Ûlûg, Zinar Ronî, Cahîd Kirkazak, Kurdistan Lezgiyeva, Ahmet Aktaş, Yaşar Eroglû, Mihemed Kurdî, Fatma Taşli Tunç, Rohat Bulut û Mûsa Şanak bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih digirin.
Dîsa rojname bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe bal kişandiye ser mijarên jin, siyasî, polîtîk, çand, ziman, wêje, qerf û civakî. Li aliyê din bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.