ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got dê siyaseta demokratîk biparêzin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, di çalakiyeke li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin de axivî. Ozel, bal kişand ser AKP’ê û got: “Yên bi rêya demokrasiyê bûn îktîdar, ji trêna demokrasiyê paya bûn.” Ozel, diyar kir ku Tirkiye yek ji serdemên herî zehmet dijî û got ku ji hêla aborî, daraz û azadiya xweîfadekirinê ve serdemeke zehmet dijîn.
Ozel, anî ziman ku berjewendiyên Erdogan û Tirkiyeyê ji hev cuda bûne û li Tirkiyeyê siyaseta pirpartiyî di bin gefê de ye. Ozel, bi lêv kir ku ew ê siyaseta demokratîk biparêzin û got: “Ev ne tenê bi partiyekê lê dê bi biryardariya hemû partiyên gel û siyaseta demokratîk diparêzin bibe.”
BERTEKA LI DIJÎ TAYÎNKIRINA QEYÛM
Ozel, daxuyand ku serdemek bi dawî dibe û di destpêka serdemeke nû de ne û got: “Her gava em diavêjin em ê pir zêde hîs bikin.” Ozel, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li şûna Serokê CHP’ê Stenbolê da û got: “Kongreya du sal berê hatibû kirin, li ser nerazîbûna kesekî bêqîmet hate betalkirin. Serokê bajar ji peywirê hate girtin û şaredar jî di girtîgehê de ne. Gelo heke ev kiryar ji tirsê nebe wê demê ji çi ye? Lê yên ji wan ditirse bila wekî wan be. Dixwazin bila li CHP’ê qeyûm tayîn bikin dixwazin ji bo CHP’yeke mîna xwe ava bikin tişta ji dest tê bikin lê dîsa jî em ê di rêya xwe de bimeşin.”