NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1’ê Îlonê peyamek şand û got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de kete meriyetê dikare bibe.  Ev veguherîna civakî, ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ye.” 
	Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan a di mitînga Stenbolê de hate xwendin wiha ye: 
	“Ji kesên bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re...
	Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya jirêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire. 
	Ev, ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin. Ji ber ku aştiyeke rasteqîn, tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan nîne. Aştiya rasteqîn, wê demê pêkan e dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bû. 
	Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye. 
	Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin. Ev welat êdî dê bibe welatê wan kesan ên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin. 
	Bi wesîleya 1’ê Îlonê ez bang li gelên me dikim ku xwedî li vê peywira dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hêj bêhtir mezin bikin. 
	Di wê baweriyê de me ku hemû kes dê cidiyeta vê serdemê fêm bike, xwe li ber çavan derbas bike û li gorî ruhê aştiyê tevbigere. Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û rêzên xwe yên bêdawî silav dikim. 
	Abdullah Ocalan
	Girava Îmraliyê.” 




